Çalakvanên Mexmûrê: Fikrên Rêbertî ji bo azadiya tevahî cîhanê ye

Jinên ciwan ên ku beşdarî çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bûne anîn ziman ku ji bo şikandina tecrîdê divê çalakî bên xurtkirin û gotin: “Fikrên Rêberî ji bo azadiya tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê ye.”

BERJÎN KARA

 Mexmûr - 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin û ji 25’ê Adara 2021’ê ve jê agahî nayê girtin. Der barê tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin de li seranserê Kurdistan û derve çalakî tên lidarxistin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Çalakî 5 mehan zêdetir e berdewam dike û bi biryardariyeke xurt çalakvanên ku beşdarî çalakiyê dibin têkoşîna xwe didomînin.

Jinên ciwan ên ku beşdarî çalakiya nobetê bûne ji ajansa me re axivîn.

‘Divê em fikrên Rêbertî di nava çar dîwaran de nehêlin’

Gulan Pîşkîn diyar kir ku weke jinên ciwan û ciwanên wargeha Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi erk û berpirsyarî bikeve ser milên wan wê pêk bînin û wiha got: “Rêbertî di bin tecrîdeke pir giran de ye. Ev sê sal in em bi tu şêweyî agahî jê nagirin û der barê tenduristiya wî de em bi guman in. Ji bo şikandina vê tecrîdê pêwîstî bi çalakiyan heye û ji bo wê me çalakî daye destpêkirin. Pêwîst e em çalakiyên xwe berfirehtir bikin û tecrîda li ser Rêbertî tê meşandin bişkînin. Ji ber ku fikrên Rêbertî ne tenê ji bo azadiya Kurdistanê ne, ji bo azadiya giştî Rojhilata Navîn û cîhanê ne. Ji bo wê pêwîst e em fikrên Rêbertî di nava çar dîwaran de nehêlin û bi cîhanê re bidin nasîn.”

‘Em ê bi çalakiyên girtiyên siyasî tecrîdê bişkînin’

Gulan Pîşkîn di dawiya axaftina xwe de çalakiya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê silav kir û got: “Hêvîdar im çalakiya wan encam bigre û tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî tê meşandin bê şikandin. Hêviya me heye ku em ê bi çalakiyên girtiyên li girtîgehan, ciwanan û dostên gelê Kurd tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî bişkînin û bi fizîkî azad bikin.”

Banga beşdarbûna pêngava azadiyê

Yildiz Bulut destnîşan kir ku tu nimûneyên weke tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin di cîhanê de nehatiye dîtin û wiha got: “Divê ev tecrîd hem bi awayekî fizîkî hem jî derûnî li ser Rêbertî were rakirin û ji bo vê hemû ciwan û civaka Kurd divê di nava pêngavê de cihê xwe bigrin. Fikrên Rêbertî weke deryayê ne tenê ne ji bo gelê Kurd ji bo her kesê bi sûd in. Rêbertî hem bi hizir hem jî fikrên xwe nimûneya vê yekê ye. Ji bo vê jî divê Rêber Apo bi awayeke fizîkî ji girtîgehê were derxistin.”