Çalakiya greva birçîbûnê di roja 261’emîn de ye: Ji derketina encamek nerênî hikumeta berpirse

Greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatî destpêkirin kete roja 261’emîn. Parêzer Seda Zengîn diyar kir ku girtıyên di grevên birçîbûnê yên ku zêdeyî 8 mehin dewam dikin de rastî binpêkirinên giran ên jiyanî û mafan hatine û got: “Deshilata siyasî ji her encamek nerênî ya rû bide berpirsyar e.”

MEDİNE MAMEDOGLU
Amed - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê û girtîgehan ên li dijî bidawîkirina polîtîkayên tecrîdê û zextan, kete roja xwe ya 261'emîn. Endama Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Seda Zengîn, diyar kir ku girtiyan ev qas binpêkirinên mafan li ber çavan girtine û ev 8 mehin di greva birçîbûnê de ne ji ajansa me ra nirxand. Seda Zengîn bang li Wezareta Dadê kir ku di zûtirîn dem de berpirsiyariya xwe bicîh bîne ku ji bo encamên neyînî ku nayên careser kirin dernekevin.
"Girtî rastî pêkanînên keyfî tên"
Seda Zengîn diyar kir ku greva birçîbûnê çalakiyek mezine ku bandorê li ser girtî û malbatên wan dike û wiha got: Seda Zengîn işaret bi rastiya ku girtî di qonaxa heyî de bi gelek pêkanînên keyfî re rû bi rû ne kir û diyar kir ku di girtîgehê de nahêlin ku girtî pêwistiyên xwe jî pêk bînin. Seda Zengîn anî ziman ku dema ev hemû li ber çav bên girtin pêvajoya greva girtiyan gelek girantir bûye.
"Cezayên dîsîplînê tên dayîn û lêpirsîn têne vekirin" 
Seda Zengîna di derbarê rewşa girtiyan de dibejê: “Hem bi rewşa awarte û hem jî bi pandemiyê re, girtîgeh bûne navenda binpêkirinên mafan ên tund. Di bin navê tedbîrên pandemiyê de, girtî di rewşek tecrîdê de têne girtin. Ev pêkanîn neqanûnî ne. Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatin destpêkirin ji ber tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û tecrîda li hemû girtîgehan belav bûye. Li gelek girtîgehan lêpirsînên dîsîplînê têne destpêkirin û cezayê dîsîplînê li her çalakvanekî ku bi dorê di greva de cih digre tê dayîn.” 
“Berdana bimerc a girtiyan tê astengkirin” 
Seda Zengîn bi bîr xist ku li hin girtîgehan, lêpirsîn li beramberî girtiyên ku ji ber endamtiya rêxistinê ne ketine greva birçîbûnê û ew têne darizandin, hatiye destpêkirin û wiha dom kir:  “Qanûna Înfazê û Rêziknameya Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Nirxandina Girtiyan ji 1’ê Çileyê û pê ve ket meriyetê. Tevî şert û mercên ceribandinê jî, daxwazên wan têne red kirin û di encamê de girtî cara duyemîn têne cezakirin û dadgehkirina wan tê şewitandin û nayên berdan. Di rewşek wisa de, em texmîn dikin ku hem girtî û hem jî malbat çi mexdûriyeta maddî û manewî jiyan dikin.”
“Tenduristî û jiyana taybet a girtiyan tê binpêkirin” 
Seda Zengîn diyar kir ku ew wekî parêzer yan jî komîte serdanên xwe yên li girtîgehan radigihînin, agahdariya xwe digirin û tespîta pirsgirêkê pêk tînin û li gorî agahiyan serlêdanên qanûnî yên pêwîst kirine.
Seda Zengîn di raporên xwe de hin binpêkirinên mafan wiha rêz kir: 
 *Bi taybetî ji pêvajoya pandemiyê vir ve, hemû çalakiyên civakî yên wekî hobî, çalakî û werzîş li hemû girtîgehan hatine qedexe kirin.
* Tişt tên desteser kirin, tê gotin ku ew ê piştî teftîşê werin radest kirin, lê ji ber pandemiyê ev pêvajo dirêj dibe.
* Heman rewş di mijara bargiran û nameyên ku têne dayîn an şandin de jî tê jiyîn. Ev an qet nayên dayîn, yan jî nayên şandin û dereng dimînin. Tê xwestin ku mafê têkiliyê yê girtiyan bê astengkirin.
* Girtî piştî ku diçin nexweşxaneyê yan jî danişînan 14 rojan di karantîneyê de dimînin û di vê demê de gelek hewcedariyên wan nayên bicihanîn. Pêvajoya pandemiyê wekî sedemek vê rewşê tê destnîşan kirin û ji ber vê piraniya girtiyan qebûl nakin û naçin nexweşxaneyê. Wekî din, ev rewş, bi taybetî ji bo girtiyên nexweş, dibe sedema gelek tengasiyan. Bi rastî, dema ku hin girtiyên nexweş ne di wê rewşê de ne ku hewcedariyên xwe bi cîh bînin, ger karantînek wisa were sepandin, pêwîste ku were dermankirin û ji bo girtiyên nexweş tenê neminê nekare biçe nexweşxaneyê. 
*Bi taybet li qawîşan/odeyan, heke li wir tenê girtiyek hebe, ji hêla gardiyanan ve bi girseyî lêgerîn têne kirin, ev lêgerîn bi hûrgulî û bi rengek ku qawîş têne belav kirin tên kirin û binpêkirina van pîvanan, bêyî pêkanîna tedbîr wek tên girtin tên kirin. Her çend pêvajoya pandemiyê wekî sedemek ji bo gelek kiryarên ne dadperwer û neqanûnî tê binav kirin, ne mumkune ku van pratîkan bipejirînin.
* Ji pêvajoya pandemiyê ve, sirgûn gelek caran hem li bajêr û hem jî li derveyî bajêr hatiye kirin. Weke ku me di dema sirgûnan de gelek caran dîtiye, bûyerên lêdan-îşkenceyê têne jiyîn û bi taybetî lêgerîna tazî tê ferz kirin. Bi rastî piranî bûyerên lêdan û êşkence ji ber ku girtî pêkanînên neqanûnî napejirînin têne jiyîn û hewl tê dayîn ku li hember van pêkanînan bi zorê were sekinandin.
* Tevî ku xwarina girtîgehê têrê nake, girtî pir caran di peydakirina pêdiviyên xweyên xwarinê de zehmetiyê dikişînin. Tevî ku ne mimkun e hem xwarin û hem jî hewcedariyên din ji kantînê an ji derve were peyda kirin, hin hewcedariyên ku ew dikarin ji kantînê bikirin bi bihayên giran tên firotin û bi vî rengî, girtî hem ji hêla aborî hem jî ji hêla exlaqî ve têne îstîsmarkirin.
* Di giştî odeyan de kamera ku hundurê odeyan bi giştî dibînin hene û ev jiyana taybet ya girtiyan binpê dike.
* Di dawiyê de: “Mijareke din a ku di van demên dawî de ket rojevê û binpêkirina mafane. Cezayên disîplînê û înfazên ku ji ber sedemên cuda li girtiyan tên birîn. Armanca bingehîn a van cezayên disîplînê şewitandina dadgeha girtiyên ku nêzî berdanê ne ji bo ew neyên berdan û neçin pêşberî dadgehê astengiyan ji bo wana derdixin. Girtiyên ku beriya niha ceza girtiye û bi salan di girtîgehê de maye bi vê pêkanînê cara duyemîn rastî cezayê tên. ”
 “Dema ku tecrîd bi dawî dibe, dinava civak û girtîgehan de wê başbûn dest pê bike"
Seda Zengîna ku banga rakirina mexdûriyeta li ser girtîgehan kir wiha got: “Ger qanûnên ku qanûndaner pêşkêşî dikin û bendên ku di zagonan de hatine nivîsandin dest pê bikin ji bo hemî girtiyan bê cûdahî bi dadperwerî têne sepandin. Wê were dîtin ku gelek pirsgirêk dest bi çareseriyê bikin. Sedema bingehîn a hemû pirsgirêk û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e, ku hema bêje polîtîkayeke taybet e. Dema ku tecrîd bi dawî bibe û ji bo çareseriyê gavên pêwîst bên avêtin, diyar e ku hem li girtîgehan û hem jî li derveyî civakê di hemû waran de wê başbûn dest pê bikin. Em; Wekî parêzer û parêzvanên mafên mirovan, em dixwazin teqez bikin ku divê hemû rayedar ji bo parastina mafê jiyana taybet, mafê tenduristiyê ji girtiyên ku dikevin greva birçîbûnê re hesasiyeta pêwîst nîşan bidin.”
“Hikûmeta siyasî ji encamên xemgîn ên ku werin jiyîn berpirsiyar e” 
Seda Zengîn bi bîr xist ku hikûmeta siyasî berpirsyarê bicihanîna daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser grevên birçîbûnê ye û wiha got: “Ger daxwazên girtiyan neyên bi cih anîn û hikûmeta siyasî berpirsyarê encamên xemgîn ên di pêvajoya grevê de be jiyan kirine. Berî her tiştî, pêwîste ku Wezareta Dadê û saziyên pêwendîdar di demek nêz de tevbigerin û hewil bidin ku pêşî li bi karanîna mafên ku ji hêla dadrêsê ve ji hemû girtiyan re hatî girtin, bigirin û sînordarkirina pêwistiyên ku ji bo wan hewce ne ku jiyanek lihevhatî bi rûmeta mirovî re bijîn. Hem em parêzer û hem jî hemû rayedar, bi taybet Wezareta Dadê divê hemû berpirsiyariyên xwe bicîh bînin û li gorî çareseriyê tevbigerin. Bêyî ku encamên neyînî çêbibin.”