17 saziyên navneteweyî ji bo Dîcle Muftuoglû bang kirin

17 saziyên navneteweyî ji bo hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu bang kirin û xwestin di danişîna îro de were berdan.

Navenda Nûçeyan- Danişîna 3’yemîn a hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu dê îro li 5'emîn Dahgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.

17 saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, beriya danişîn were lidarxistin ji bo berdana Dîcle Muftuoglu bi daxuyaniyeke hevpar bang kirin.

Di bangawaziyê de hat destnîşankirin ku Dîcle Muftuoglu rojnamevan e û wiha hat gotin: “Dîcle Muftuoglu di dozeke ku ji derveyî standartên hiqûqê yên navneteweyî te û azadiya çapemeniyê binpê dike de, bi awayekî bêbingeh, bi sûcdariya terorê tê darizandin. Hikûmet vê dozê wek amûreke çavtirsandinê ya darazê bi kar tîne û ev yek mînakeke dersê ya vê nêzîkatiyê ye.” Saziyan bang kirin ku divê rojnamevan Dîcle Muftuoglu were berdan.

Rêxistinên ku bang kirin ev in:

Navê rêxistinên ku bang kirine wiha ne: “Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH), di çarçoveya bernameya Mala Çavdêriyê ya Parastvanên Mafên Mirovan de Free Press Unlimited (FPU), Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê (EFJ), Navenda Çapemeniyê û Azadiya Medyayê ya Ewropayê (ECPMF), OBC Transeuropa (OBCT), Rêxistina Medyayê ya Başûrê Rojhilata Ewropayê (SEEMO), Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), Sendîkaya Rojnemegeran a Tirkiyeyê (TGS), PEN’a Danîmarkayê, Platforama Rojnamegeriya Serbixwe ya P24’ê, PEN’a Norvecê, Koalîsyona Cîhanê ya li Dijî Îşkenceyê, di çarçoveya bernameya Mala Çavdêriya Parastvanên Mafên Mirovan de PEN’a Amerîkayê, PEN’a Navneteweyî, Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) Freedom House.”