‘15 girtiyên jin ên ku 'cezayê' wan qediyaye nayên berdan’

Helbestvan Medîne Yaklav a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtîn û 30 sal in di girtîgehê de ye jî di nav de 15 jinên girtî tevî ku cezayê wan qediya jî nayên berdan.

Navenda Nûçeyan- Li girtîgehên Tirkiyeyê zext û binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibe. Girtiyan tevî ku 'cezayên’ wan qediyane jî nayên berdan.

Derket holê ku helbestvan Medîne Yaklav (Medya Yaklav) a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtîn û 30 sal in di girtîgehê de ye jî di nav de 15 girtiyên ku cezayê wan bi dawî bûye jî nehatine berdan.

Medîne Yaklav ku ji sala 1993'an ve di girtîgehê de ye, divê di 1'ê Nîsanê de bihata tehliyekirin lê belê hinceta Lijneya Çavdêrî û Îdareyê wekî hincet hat nîşandan û înfaza wê hat şewitandin. Medîne Yaklav, tevî ku lêpirsîna dîsîplînê ya der barê wê de hatibû vekirin beraat kir jî nehat berdan.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê malbatê ve hatin dayîn Medîne Yaklav, ji bo girtiya ku dive were tehliye kirin 3 meh ceza hate dayîn. Hate diyarkirin ku li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê tevî Medîne 14 jinên din jî tevî cezayên wan xelas bûne bi hincetên pûç û vala nayên berdan.