hiqûq

  • Weqfa Jinên Misrê bi salan e li ser pirsgirêkên wan dixebite 

    Noura Muhammad teqez kir ku weqf bi riya projeya xwe, ji bo têkoşîna li dijî vê pirsgirêkê xebitiye, wekî ramanek bi riya pêşkêşkirina piştgirî û alîkariyê û her wiha qebûlkirina dozên zagonî yên têkildarî jinên ku rastî îstîsmar û bazirganiyê tên.

  • Hevjîna girtiyê ku hezar û 107 sal ceza lê hatiye birîn got ku mînakên vê di cîhanê de tune ne 

    Kenan Çîçek ê ku bi hinceta berpirsyarê teqîna li Kayseriyê ye ku 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn hatibû binçavkirin û girtin, bi giştî hezar û 107 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Hevjîna Kenan Çîçek Munevver Cesûr Çîçek, diyar kir ku di dema teqîna li Kayseriyê de ew li Amedê bûn û diyar kir ku du zarokên wan ji ber cezayê ku bi tiliyên xwe nikarin bihejmêrin bê bav mezin dibin.

  • Gelo Mexrib dê bi peymana navneteweyî bikaribe tundiyê têk bibe? 

    Li gorî amarên ku ji aliyê dezgeha amaran a navborî ve hatine belavkirin, herî kêm ji sedî 15 karkerên jin li cihê kar rastî şîdetê tên. Rêjeya rûbirûbûna tundûtûjiyê ya jinên Mexribê li cihê kar di nav jinên teleqdayî de ji sedî 22, di nav mûçegiran de ji sedî 21 zêde dibe, di nav jinên li bajaran de, ji sedî 18 û di nav keçên 15-34 salî de ji sedî 19 ye. Piraniya bûyerên şîdetê li cihên kar ji aliyê karmendan ve bi rêjeya ji sedî 41 û ji aliyê hevkaran ve jî bi rêjeya ji sedî 29 tê kirin.

  • Rojnameger Mahtab Gholizadeh bi kefalet hat berdan 

    Mahtab Gholizadeh a bi îdiaya ‘ew li dijî rejîmê propaganda dike’ bi awayekê girtî dihat dadgehkirin, bi milyarek tomar serbest hat berdan.

  • Ji bo parastina jinan ji tundiyê CMC’ê daxwaznameyek weşand 

    Navenda Ragihandina Civakî CMC ji bo parastina jinên Filistînê ji tundiyê, bi daxwaznameyek bang li rayedaran kir.

  • Hakima Ragaibi: Pêkanînên li dijî jinan li pêşiya pêşketin û wekheviyê dibin asteng 

    Seroka Komeleya Hêviyên Jinan Hakima Ragaibi ji ajansa me re axivî û got ku hejmar metirsîdar in û cihê fikaran in. Tevî qanûna hejmara 103.13 ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan beriya 3 salan ketiye meriyetê jî hê bi gelek kêşeyan re rû bi rû ye û bandora wê di pratîkê de qels e.

  • Cezayê girtîgehê li rojnameger Gulşen Koçuk hate birîn 

    Rojnameger Gulşen Koçuk di doza ku bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî bi sûcdariya "Propagandaya rêxistinê kiriye" salek û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.

  • Sendîkavan Parvîn Mohammadî gazî dadgehê kirin 

    Cîgira Serokê Lijneya Rêveber a Sendîkaya Xweser a Îranê û Endama Rêveberiya Sendîkaya Karkerên Azad Parvîn Mohammadî bi sûcdariya “propagandaya li dijî rejîmê kiriye” ji bo dadgehê gazî kirin.

  • Kampanyaya bi navê ‘ne dema wê ye’ hat destpêkirin 

    Di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de Kombûna Jinên Lubnanî ya Demokratîk dest bi kampanyaya “Ne dema wê ye” kir.

  • Hemeleya li dijî tundiya li ser jinan bi kampanyayan berdewam dike 

    Berpirsyara Koma Civakî ya Başûr ku ji 20 kesan pêk tê Hanîn Judeh got ku bi Komeleya Jin û Zarokan "Wefaq" re ji bo aktîfkirina kampanyaya "Şîdetê lê neke" li ser medyaya civakî hevkarî hatiye kirin. Tîmê di nav çend rojan de hewl da hashtagê çalak bike û bigihîjîne hejmara herî mezin a bikarhêneran bi xurtkirina wê bi çend awayan ku di nav de wêne, vîdyo, metnên nivîskî û heta hin sêwiranên ku jinên rastî şîdetê hatine armanc dike.

  • Yekemîn Rûniştina doza Îda hat dîtin 

    Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo da zanîn ku piştî 5 mehan di encama lêkolînên li ser bûyerê hatîn kirin de yekemîn danişîna doza Îda El-Hemûd El-Sedo 4’ê Kanûnê hat dîtin. Evîn bilêv kir ku hîna doz dewam dike û weke Kongra Star ewê şopdarê dozê bin.

  • “Mîlyonek û nîv jinên Mexribê rastî şîdeta elektronîk tên” 

    Buthaina Karouri piştrast kir ku tevî sê sal di ser pejirandina zagona li dijî tundûtûjiyê de derbab bûye jî rêjeya hemû cureyên tundûtûjiyê ber bi zêdebûnê ve diçe, ji bilî derketina cureyek din a tundûtûjiya dîjîtal û elektronîk, 1.5 milyon jin rastî vê şîdetê hatine.

  • 5 sal ceza dan aktivista xwendevan Leyla Hosseinzadeh 

    5 sal cezayê aktivist Leyla Hosseinzadeh a li Tahranê dixwîne ji aliyê dadgeha temîzê ve hat erê kirin.

  • Li Yemenê tundiya li ser bingeha zayendî zêde dibe 

    Yemen 7 sal in ku rastî gelek şer û pevçûnên çekdarî yên domdar hatiye. Li gelek deverên Yemenê şer diqewime, vê yekê jî hişt ku barê herî giran bikeve ser milên jin û zarokan li hemû devaran ne tenê li deverên ku şer lê qewimiye, ji ber zêdebûna tundûtûjiya li ser bingeha zayendî.

  • Fatiha Shtato: Zagona li dijî tundûtûjiyê gavek erênî ye lê gelek valahî tê de hene 

    Divê pêşnûmeqanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, li ser esasê nêzîkatiyeke giştî ya li hemberî şîdeta li ser jinan a di hemû qadan de bê nirxandin û divê diyalogeke niştimanî hebe, ji ber ku Mexrib xwedî erkên navneteweyî ye her wiha destûra 2011’an ku bi gelek mafan ve hat jî heye. Dem dema wê yekê ye ku ev qanûn li gorî qanûnên navneteweyî were guheztin.

  • Li Qahîreyê bi mijara tundiya li ser jinan saziya "Jina nû" dest bi nîqaşan kir 

    Endama Weqfa "Jina Nû" Nevîn Obeyd destnîşan kir ku barê îsbatkirina tawanên şîdeta zayendî hê jî dikeve ser milên kesên ku rastî şîdetê hatine û jê xelas bûne ku ev yek di rûbirûbûna van tawanan de pirsgirêkek mezin e û teqez kir ku ev rewş ne tenê di asta herêmî de, di asta navneteweyî de jî pirsgirêkek mezin e.

  • Dadgehê got; “Ger kiryar bi unîforma be, di bin zirxên me de ye" 

    Çawişê pispor Musa Orhan ê ku tecawizê Îpek Er kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê, ji doza ku dihat darizandin, bi kêmkirina "rewşa baş" 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Parêzer Elîf Îpek Tirenç Ulaş, diyar kir ku ev biryar mînaka herî berbiçav a polîtîkaya bêcezabûnê ye.

  • Li Misrê kampanyaya "Jin di bin çavdêriya qanûnê de ne" 

    Çalakvana mafên mirovan Nessma Al-Khatib destnîşan kir ku medyaya civakî bûye mekanîzmayek û penageheke bi ewle ji bo jinan ku daxwaza parastin û piştevaniyê bi riya wê dikin û derfetek ji bo şikandina bêdengiya li hemberî binpêkirinên ku li dijî krîza koronayê rastî wan tên e. Her wiha diyar kir ku eşkerekirina tawanên tundiya li dijî jinan û îsbatkirina wan li pêşberî civakê û raya giştî, mekanîzmayeke nû ya berpirsyariyê derxistiye holê.

  • Rêxistina "Kefa" di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de dest bi xebatê kir 

    Koordînatora ragihandinê ya Rêxistina "Kefa" Zina El-Awar ji ajansa me re têkildarî çalakiyên "Kefa" yên di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya zayendî de wiha dibêje: "Em xebatên xwe yên li "Kefa" yê îsal jî wekî sala borî li ser yek ji mijarên herî girîng ku rewşa kesane ye, disekinin. Em bi çalakiyên xwe yên di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de balê dikşînin ser mijara pejirandina kodeke medenî ya yekbûyî ji bo rewşa kesane.

  • Runiştina doza rojnamevan Reyhan Çapan hat taloqkirin 

    Danişîna doza Midura Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan hat taloqkirin.