hiqûq

  • Komeleya Jinên Demokratîk daxwaza wekheviya parvekirina mîras dike 

    Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê bang kir ku darizandinên bêserûber û sûcên sexte yên li dijî çalakvana mafên mirovan Turkiya El-Şayibî û jinên cotkar ên xwepêşandanê li Silyana, kirine bi dawî bibin.

  • Berfîn Polat: Mirina jinan a bi guman weke "întihar" dikeve qeydan 

    Parêzer Berfîn Polat bal kişand ku li Tirkiyeyê mirina jinan a di bin navê 'întiharê’ de baş û rast nayê lêkolînkirin, diyar kir ku di bûyerên wekî întihar hatine nîşandan de, kiryarên ku weke gumanbar nehatine dîtin û binçavkirin, dikarin bi tunekirina delîlan bûyerê di lehiya xwe de biguherînin û rastiyê veşêrjin. Berfîn Polat got: “Mijar çi dibe bila bibe, cihê ku em lê digerin û careke din dibînin dîsa Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an e.”

  • "Rapora ku ATK'ê derbarê Aysel Tugluk de amade kir ji zanistiyê dûr e" 

    Ji Baroya Amedê Hatîce Demîr bertek nîşanî rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a teşhîsa nexweşiya demansê danîne ser amade kir da, diyar kir ku di raporê de di îdianameya derbarê Aysel Tugluk de dirêj cih nedayîn sî avêtina ser zanista raporê ye û balkişand ku sedema rewşa bingehîn ya vê jî nasnameya siyasî ya Aysel Tugluk e.

  • Dadgeha Bilind cezayê ku li îstîsmarkar hatibû birîn betal kir! 

    Cezayê li xwediyê marketê Mehmet Şîrîn Bîngol ê ku li Amedê du salan îstîsmara zayendî li dijî zarokan kiribû, ji aliyê Dadgeha Bilind ve bi hinceta "Gotinên zarokan bi nakok in" ve hat betalkirin. Danişîna doza ku ji nû ve hat vekirin dê di 31'ê Adarê de li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.

  • Mafê jinan ê mîras di navbera dadperweriya hiqûqê û urf û edetan de ye 

    Bi dehan herêmên Cezayîrê hene ku hê jî jin ji mafên xwe yên rewa yên weke mîras bêpar mane, di bin navê urf û edetan de hejmarek mezin ji wan mîrateyên jinan di kategoriya tabûyan de bi nav dikin û divê qet ji nîqaşan re neyê vekirin. Ev yek jî dibe sedema nakokiyên malbatî û heta nakokiyên kolektîf û dibe sedema kuştinê jî.

  • “Bi hevkariya dozger, nexweşxane û ATK’ê girtî mehkûmî mirinê dimînin” 

    Parêzera OHD'ê Seda Zengîn diyar kir ku mirina girtiyên nexweş ku roj bi roj li girtîgehan zêde dibe di wijdanê civakê de birînên kûr vedike, bal kişand ku her çend di nava qanûnê de cih digre jî girtiyên nexweş heta rojen xwe yên dawî nayên berdan. Seda Zengîn diyar kir ku girtiyên nexweş bi raporên dozgerî, nexweşxane û ATK'ê mehkûmê mirinê dimînin.

  • Cezayê pere dan Emîne Şenyaşar 

    Doza di derheqê Emîne Şenyaşar de bi hinceta heqaret li parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye hatibû vekirin bi encamp bû û cezayê pêre li Emîne hat birîn.

  • Jinên Başûrê Kurdistanê di nava hewildanên guherîna yasayê de ne 

    Parlementerên û rêxistinên jinan ên herêma Başûrê Kurdistanê hewil didin yasaya pêşîlêgirtina tundîtujiya beramberî malabatan ji nû ve were sererastkirin.

  • Ji bo rojnameger Sedef Kabaş 11 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat xwestin 

    Lêpirsîna der barê rojnameger Sedef Kabaş a ku ji ber gotinên di bernameyeke televîzyonê ku beşdar bûyî de bi îdiaya "heqaret li Serokomar kiriye" hat girtin, temam bû. Ji bo rojnameger Sedef Kabaş giştî 11 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hate xwestin.

  • Dayikên Aştiyê xwe amade dikin ku li dijî tundiya polîsan serî li AYM’ê bidin 

    Dayikên Aştiyê û xizmên wan ên ku ji bo qebûlkirina daxwazên grevên birçîbûnê yên di Mijdara 2018’an de li girtîgehan hat destpêkirin û di Gulana 2019’an de bi dawî bûn, çalakiya rûniştinê li dar dixistin, di çalakiya xwe de gelek caran rastî lêdan û heqaretan hatin. Dayikên ku hatin derbkirin, di vê pêvojeyê de çûn dozgeriyê û serlêdana sûc kirin. Dema ku walîtiyê bi hinceta "sûc nayê dîtin" destûr neda lêpirsînê, Dadgeha Îstînafê ya ku parêzeran serî lê dabûn jî heman biryarê girt. Parêzer dê vê carê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

  • Li Yemenê nerazîbûn û çalakiyên ji bo qetilkirina Osmanê biçuk zêde dibin 

    Parêzvanên mafê mirovan ên Yemenê nerazîbûn nîşanî bûyera li parêzgeha El-Dhale ya li gundê Lakma Laşûb dan ku mêrek kujer ê ji hevjîna xwe acizbûyî zaroka xwe ya biçûk qetilkir dan gotin: “Pêdivî bi nûkirina zagona parêzvaniya zarokan û li gorî wê jî şiyariya welatiyan heye.”

  • Di derbarê Leyla Guven de îdianameyek nû hat amadekirin 

    Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye, hat dîtin. Dema ku Leyla Guven di danişînê de hîn bû der barê wê de îdianameyeke nû tê amadekirin, parêzerê wê ji bo parastinê dem xwest. Danişîn taloqî 11’ê Nîsanê hate kirin.

  • Doza Xedîce careke din hat taloq kirin 

    Dadgeha Mexribê biryara taloqkirin doza zaroka keç Xedîce ya rastî îşkence û destdirêjiya komî hatî ku li ser medyayê bi navê "keça deqdayî" tê nasîn da. Di dozê de 15 kes sûcdarin ji wan 12 kes bi sûcê destdirêjî, revandin û bazirganiya mirovan tewanbarin.

  • Sinetkirin sûcekî qanûnî ye lê di çand û mîrata civakê de cih digire 

    Întîsar El-Saîd, parêzera ku piştgiriya mafên jinan dike û di serokatiya Lijneya Rêveber a Weqfa Pêşketin û Qanûnê ya Qahîreyê de ye, di wê baweriyê de ye ku diyardeya sinetkirinê bi kûrahî di giyanan de ye û bi rêjeyek mezin bi mîrateya çandî ya gelêrî û hin têgînên şaş ve girêdayî ye û dide zanîn ku yek ji qeyranên mezin ku ber bi sinetkirina jinan ve dibe, girêdana bi têgînên pakî, namûs û exlaq ve ye.

  • “Divê qanûnên cihêkar bên sererastkirin û di qanûna têkoşîna bi şîdetê re guhertin çêbibe” 

    Navenda Piştevaniyê ya alîkariya jinên mexdûrên şîdetê yek ji mekanîzmayên Yekitiya Çalakiyên Jinan e ku di Adara 1996'an de hatiye avakirin. Ji bo ku jinên hatine çewisandin pêşwazî bike û piştgiriya psîkolojîk, hiqûqî û tibî pêşkêş bike her wiha dozên wan li dadgehan bişopîne dixebite.

  • Di îdianameya Gurbet Fîda ya hat qetilkirin de cih nedan îşkenceyê! 

    Lêpirsîna der barê Gurbet Fîda ya ku meha Îlona derbasbûyî li Licê ji aliyê Alî Fîda ve bi çekê hatibû qetilkirin hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Di îdianameya ku di çarçoveya lêpirsînê de hat amadekirin de, hat xwestin ku kiryar Alî Fîda bi îdiaya "Bi qestî kuştîna hevjîna xwe" bê cezakirin. Di îdianameyê de cih nedayîna birînên li ser bedena Gurbet Fîda û negirtina îfadeyên xizmên Gurbet Fîda bal kişandin.

  • Peyman Ezedîn: Li herêma Kurdistanê dadgeh ji aliyê desthilatê ve tê rêvebirin 

    Parêzer Peyman Ezedîn têkildarî mijara girtina jinan a bê sedem li herêma Başûrê Kurdistanê ku her diçe zêde dibe û bê sedem jinan di girtîgehan de dihêlin got: “Ger kesek bi fermana dadgehê nehatibe girtin wê demê girtina wan ne yasayi ye û bê sedem di girtîgehê de dihêlin.”

  • Zarokên bi dayikên xwe re di girtîgehê de dimînin para xwe ji binpêkirinan digrin 

    Zarokên ku bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin ji şert û mercên girtîgehê gelekî bi bandor dibin. Tenê li Girtîgeha Giştî ya Jinan a Amedê 13 zarok bi dayikên xwe re ne. Parêzera OHD'ê Adîle Salman bal kişand ku pêkanînên li girtîgehan travmayên cuda li ser zarokan çêdikin, diyar kir ku zarok ji ber kêmxwariniyê pir bi hêsanî nexweş dikevin.

  • Doza ku parastina kiryar a 'tehrîk' hat asasgirtin 3 sal in bi encam nebûye 

    Doza Muteber Akbulut a ku di Mijdara 2019’an de ji aliyê Hasîp Akbulut ê ku pê re zewicîbû ve hatibû qetilkirin, tevî 3 sal derbas bûn jî hê bi encam nebûye. Di dosyaya ku kiryar parastina tehrîkê kir de, rapora ehliyeta sûc a kujerê Muteber Akbulut û rapora DNA’yê ya ku zarok ji wî ne yan na, hatin xwestin. Parêzera dozê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş bal kişand ku ji bo kujer kêm ceza bigre her rê tên ceribandin.

  • Jinên di lîsteya bombeyên zindî ya DAIŞ'ê de cih digirtin hatin tehliye kirin 

    6 jinên DAIŞ’î ku di nav wan de hevjîna Îlhamî Balî yê ku tê gotin yek ji berpirsên DAIŞ’ê yê li Tirkiyê ye H.B jî heye, bêyî ceza bigrin tehliye bûn. Hevjina Mustafa Dokumaciyê Ulkar M. ya ku di lîsteya bombeya zindî ya Polîsan de cih digirt jî hat berdan.