“Mîlyonek û nîv jinên Mexribê rastî şîdeta elektronîk tên”

Buthaina Karouri piştrast kir ku tevî sê sal di ser pejirandina zagona li dijî tundûtûjiyê de derbab bûye jî rêjeya hemû cureyên tundûtûjiyê ber bi zêdebûnê ve diçe, ji bilî derketina cureyek din a tundûtûjiya dîjîtal û elektronîk, 1.5 milyon jin rastî vê şîdetê hatine.

HENAN HARIT
Mexrib- Li Mexribê tundîtujiya li ser jinan her roja ku diçe zêde dibe bi taybetî di van demên dawiyê de cureyek din a tundîtûjiya li ser jinan derketiye holê ku ew jî tundîtujiya bi riya dîjîtal e. Seroka komxebata El-Zehra ya ji bo jinên Mexribê û parlamentera berê û yek ji parêzvanên mafên jinan, Buthaina Karouri li ser rastî û diyardeyên tundiya ku jin di civakê de rastî tê û her wiha bandorên wê û tedbîrên ku Mexrib ji bo pêşîlêgirtina vê diyardeyê girtine bersiva pirsên ajansa me da . 
Hûn rastiya tundiya ku jinên Mexribê pê re rû bi rû mane çawa dinirxînin, ji derveyî amarên fermî dem bi dem zêdebûna hejmara jinên ku rastî şîdetê tên nîşan dide. Li gorî we xizanî û kêmbûna asta xwendinê sedema tundiya li ser jinan e?
“Tundiya li ser jinan beriya her tiştî cudakariyeke li dijî wan e, heqareta li rûmeta wan û binpêkirina mafên wan ên bingehîn e. Bandora tundûtûjiya li ser jinan zêdetir dibe û bandorê li ser tevahiya malbatê dike, nemaze zarokên ku di malbatên ku tê de destdirêjî li jinan tê kirin ku ev yek jî derûnî û reftara wan xira dike. Di heyama pandemiya koronayê de, Serdozgeriya Komarê daneyên ku nîşan dide kêmbûna rêjeya şîdetê ji 20’ê Adarê heya 20’ê Nîsana 2020’an, bi rêjeyek deh carî ji rêjeya ku bi gelemperî di vê heyamê de tê tomarkirin pêşkêş kir. Lê piştre derket holê ku sedema kêmbûna hatiye tomarkirin bi zehmetiya jinên mexdûrên şîdetê yên gihîştina navendên lênêrîna jinan ve girêdayî ye, ji ber qedexeyên derketina wê demê. Daneyên paşerojê eşkere kirin ku tundûtûjî di wê serdemê de ji ber çend sedeman zêde bûye, di nav wan de zextên aborî ku qedexeya derve li ser hin malbatan hatin ferzkirin. Ji bilî hebûna endamên malbatê ji bo demeke dirêj di nav malê de, ji ber ku hin jinên mexdûr her tim xwe li ber destdirêjkeran dibînin.
Sedemên tundiya li ser jinan gelek in, bi giranî sedemên aborî hene, xizanî û belavbûna bêkariyê ku hin malbat dijîn yek ji faktorên sereke yên belavbûna şîdetê ye. Ji bilî kêmbûna asta xwendinê û lawazbûna jin û keçan, wan dixe ber metirsiya tundûtûjiyê.
Her wiha faktor û sedemên çandî jî hene ku şîdeta li ser jinan di civakê de weke rewa tê dîtin. Lêkolîna di sala 2019’an de ji aliyê Komîsyona Bilind a Plansaziyê ve hat kirin eşkere kir ku ji sedî 38 ji jinan û ji sedî 40 ji mêran bawer dikin ku ji bo parastina malbatê, tehmulbûna jinan ji şîdetê re mijarek e rewa ye û ji sedî  25’ê mêran û ji sedî 21’ê jinan dîtin ku mafê mêr heye li hevjîna xwe bixe.
Faktorek din jî belavbûna madeyên hişber û alkolê ve girêdayî ye, ji ber ku piraniya dozên ku di navendên guhdarîkirina jinên qurbaniyên tundiyê, eşkere dikin ku êrîşkar ew kesên ku vexwarinên alkolî bikar tînin.”
Sê sal di ser pejirandina zagona li dijî tundûtûjiyê re derbas bû gelo vê zagonê karibûye pêşî destdirêjkeran bigre û hejmara jinên qurbaniyên tundiyê kêm bike?
“Divê were dîtin pejirandina vê qanûnê di warê têkoşîna li dijî diyardeya tundîtujiya li ser jinê de destkeftek girîng e. Ji ber şîdeta li ser jinê çarçoveyeke nû ya têgînî ava kir, bendên dîsîplînê yên nû danî û kiryarên nû yên wekî hin şêweyên tacîza zayendî krîmînalîze kir. Her wiha heqaret, bêbextî, pêşîgirtina li mafê jiyana taybet ya kesan, îftirakirina wan, derxistina ji mala zewacê, an jî redkirina vegerandina jina sûcdar kir. Her wiha bendên nû yên ku taybetmendiya tawanên tundiya li dijî jinan li ber çavan digirin, destnîşan kirin.
Lê belê divê bal were kişana li ser xalek girîng ew jî sînordarkirina jinan ji bo gilîkirina şîdetê, ji ber ku di lêkolîna delegeyê de derket holê ku tenê ji sedan 10’ê jinên mexdûrên şîdetê gilî dikin. Ev çend pirs derdikeve holê: Gelo ji ber tercîha jinan a ji bo bicihanîna mekanîzmayên rûniştina malbatê û navbeynkariyê ye? An mijar bi tirsa ji sûcdar ve girêdayî ye? An jî bêbaweriya mexdûr bi yasa, rê û rêbaz û karbidestên qanûnê? Yan jî mesele nezanîna qanûnê ye. Ev mijar girêdayî proseya nirxandina karîgeriya vê yasayê ye, ji bilî wê yekê ku heyama sê salan têrê nake ji bo temamkirina daneyên girêdayî daxistina vê qanûnê û xistina wê di bin mîkroskopa nirxandina objektîf de.
Qanûn di sînordarkirina diyardeyê de rolek girîng dilîze, ji ber ku ew mekanîzmayek ragirtinê pêk tîne. Lê bi tena serê xwe nayê bawer kirin, ji bo kêmkirina vê pirsgirêkê divê tedbîr û bernameyên piştgirî bên girtin, bi taybetî di asta perwerde û hînkirinê de, ji ber ku ez di wê baweriyê de me ku li hemberî van kiryaran tedbîra rasteqînî dê wijdanê mirovî yê ferdî pêk bîne. Ger kesê ku destdirêjî lê hatiye kirin, negihêje wê baweriyê ku rêzgirtina ji hebûn û rûmeta jinê re faktorek bingehîn e, ji bo aramî û bextewariya malbatê û faktorek diyarker di mezinkirina rast ya zarokan de ye, dê ev pêkanîn û sûcên li dijî jinan û îstiqrara civakî wê bidome.”
Tedbîrên rayedarên pêwendîdar ji bo rêgirtina li vê diyardeyê çi ne û hûn xebatên ji bo têkoşîna li dijî diyardeya tundiya li ser jinên li Mexribê çawa dinirxînin?
“Mexrib hem di asta hikûmetî û hem jî di asta sazî û dezgehî de, bi erêkirina pilanên hikûmetê, bi giranî Îkram 1 û Îkram 2, hewlên girîng dan ji bo têkoşîna li dijî vê diyardeyê. Her wiha çavdêriya niştimanî ya tundûtûjiya li dijî jinan û komîteyeke niştimanî ji bo parastina jinên qurbaniyên tunditujiyê hat avakirin.
Lê belê, ev hewldan têrê nake, ji ber ku polîtîkayên gelemperî divê mijara tundûtûjiyê bikin mijara yekem û budceyên têr û domdar ji bo wê veqetînin. Her wiha pêwîst e li ser esasê bernameyên perwerdehî, medyayî û olî siyaseteke pêşîlêgirtinê were pêşxistin. Perwerdeya li ser nirxên edalet, rêzgirtin û wekheviya jin û mêr garantiya rawestandina xwînrijandina tundiya li ser jinê ye.”
Her cureya rêjeya bilind a tundûtûjiyê, şîdeta dijîtal a ku jin rastî tên, di ronahiya şoreşa agahdarkirinê de îro em tê de dijîn derketiye holê, nîşaneyên vê cureyê şîdetê çi ne?
“Belê cureyek nû ya tundûtûjiyê heye ku ji şoreşa agahdarî û berfirehkirina torên civakî derdikeve, ew jî şîdeta dîjîtal û elektronîkî ye. Ji ber ji sedan 14’e jinên Mexribê rastî tundûtûjiya bi riya dîjîtal tên ku ev jî nêzê 1.5 milyon jinan e ev jî hejmareke tirsnak e. Ji îftirakirina li ser medyaya civakî bigire heta binpêkirina mafê azadiya îfadeyê, şantaj û çewsandinê gelek celeb û şêweyên vê şîdetê hene.”