hiqûq

  • Rojnameger Nurcan Yalçin hat binçavkirin 

    Serê sibê polîsan bi ser mala rojnameger Nurcan Yalçin de girtin û ew binçavkirin.

  • “Ji daxwazên me yên sereke bihêzkirina jinan di aliyê aborî û siyasî de ne” 

    Jinên Îraqî xwe dispêrin çalakvanên di warê mafên jinan de ku bi serkeftina akademîk di jiyana xwe de riya têkoşîna femînîst bidest xistine û wê serkeftina xwe dixin xizmeta parêzvaniya mafê jinan de. Parêzvana Mafê Jinan Wejdan Abdul Amîr jî yek ji wan jinên serkeftîye ku di van mijaran de lêhurbûn û bernameyên wê hene diyar kir ku ji bo bidestxistina mafê jinê yê kar kirine weke femînîst wan gelek çalakî li dar xistine û dê çalakiyên wan dewam bikin.

  • Pêvajoya karantînayê ya 15 rojan ji bo girtiyên nexweş vediguhere îşkenceyê! 

    Pêvajoya karantînayê ya 15 rojan a ku 2 sal in li girtîgehan tê pêkanîn, pêvajoyên dermankirina girtiyên nexweş vediguherîne îşkenceyê. Girtiyên ku piştî ji nexweşxaneyê vedigerin 15-20 rojan di karantînayê de dimînin, piraniya caran nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bînin. Xizmên girtiyan daxwaz dikin ku ev pêkanîn bi awayekî ku bandorê li girtiyên nexweş neke bê sererastkirin.

  • Aysel Tugluk dê 3 hefteyan di bin çavdêriyê de be 

    Girtiya nexweş a ji doza kobanê tê darezandin Aysel Tugluk dê 3 hefteyan di bin çavdêriya ATK yê de bê girtin.

  • "Mafê astengdaran nayê dayîn" 

    Cîgira Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Derçûyên Astengdarên Çav Fayza Bakron diyar kir ku hinek ji mamosteyan beşdarî îmtîhanên wezaretê bûne û 22 ji wan şareza bûne û Ofîsa Wezîfdaran jî bi hejmarek ji wan re têkilî daniye lê ew ji ber zextên giran ên di dema hevdîtinê de li ser wan dihat kirin matmayî mane lewre ev kiryar bi peyama "ji bo kar ne guncaw e" bi dawî bû.

  • Dadger Nona Gaprindashvilî ya ku doz li Netflixê vekir mafdar dît 

    Hosteya setrencê Nona Gaprindashvilî, got rêzika di rêzefîlma tv. The Queens Gambit ku "tu carî bi mêran re rastî hev nehatiye" zayendperest û biçûkxistin e û li dijî Netflix dozek 5 mîlyon dolarî vekiribû. Dadgerê Herêma Dewletên Yekbûyî diyar kir ku argumana Nona Gaprindashvili maqûl e.

  • Dezgeha dadwerî ya Filistînê ji bo jinan gelek rêziknameyan dipejirîne 

    Zeyneb El-Gûnêmî diyar kir ku guhertin piştî çendîn kampanyayên fişar û parêzvaniyê çêbûne ku ji aliyê Navend û Hevbendiya Sivîl ve bo mafên mirovan û saziyên femînîst, ji bo pêşvebirina kar û prosedurên di dadgehên şerîetê de hatine kirin.

  • Danişîna rojnameger Hatîce Şahîn hat dîtin 

    Danişîna rojnameger Hatîce Şahîn a di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de der barê wê de doz hatibû vekirin taloqî 18'ê Nîsanê hat kirin.

  • Dadgehê bêyî lêkolîn bike serlêdanê red kir 

    Îtîraza biryara neşopandinê ya serlêdana sûc a parêzerên Garîbe Gezer a der barê gardiyan û bijîşk de bêyî ku ji aliyê dadgehê ve bê lêkolînkirin hat redkirin.

  • Întîsar El-Saîd: Pêwîstiya me bi pêşxistina zagoneke yekgirtî heye 

    Parêzera Parastina Mafên Jinan û Seroka Desteya Rêveber a saziya Qahîreyê ji bo pêşketin û Zagonê, Întîsar El-Saîd der barê binpêkirinên li dijî jinan de got ku ew ê xebatên têkildarî, têkoşîn û girîngiya mafên jinan bidomînin û bêdengiyê bişkînin.”

  • Taybetmendiyên fizîkî girtin ber çavan û dosyaya mirina bi guman girtin 

    Li Farqînî piştî mirina bi guman a Ayşe Tayurak lêkolîna ku dabûn destpêkirin biryara girtina dosyayê dan. Di biryare de kîlo û taybetmendiyên fizîkî yên gumanbar Adem Tayurak girtin ber çav. Di biryarê de şîdeta sîstematîk a 25 salan ji nedîtîve hat dîtin û li gorî gotinên zarokên wê gotin xeyalî ne. Parêzer wê vê biryarê itiraz bikin.

  • Rojnameger Sedef Kabaş hat girtin 

    Rojnameger Sedef Kabaş, ji ber gotinên ku ji serokomar Tayyîp Erdogan re gotibû hat girtin.

  • Femînîst daxwaza reforma sererastkirina koda malbatê dikin 

    Qanûna Malbatê ya ku di sala 2004’an de ket meriyetê, wê demê gengeşiyek li Mexribê çêkir, ev qanûn ji ber ku piştî ceribandinek dirêj û dijwar hat ku mafên jinên Mexribî û giştî malbatê bixe bin temînatê. Piştî 17 salan derxistina qanûna malbatê, tevgerên femînîst dibînin ku ev kod bi rastiya jin û malbatê re bi nakok bûye. Ji ber ku êdî hewcedariyên Destûra Bingehîn a 2011’an ku di xala 19’an de qebûl dike ku jin û mêr bi wekhevî ji maf û azadiyên sivîl, aborî, civakî, çandî, hawirdor û siyasî sûd bigrin pêk naynin.

  • Nefûsa Hiso: Nabe ku hêsanbûn di tedbîrên kujerên jinan de hebe 

    Nefûsa Hiso destnîşan kir ku sûc sûc e û tu sûc di bin navê namûsê de nîn e û wiha got: "Kuştina jinan îro bi sûcê namûsê nayê nixumandin, her sûc temam tê dîtin û ceza ji sê salan heya dawiya temen dest pê dike. Îstîsmara fizîkî, derûnî û exlaqî, lêdan û tundiya her cure nayê qebûlkirin û qanûn wê ceza dike.”

  • Bertek ji bo îdianameya daraza mêr: Êrîş ne “bi zanebûn” bi “sêwirandinê” pêk hat 

    Nurcan Kaplan a ku li dijî tundiya sîstematîk 12 caran serlêdana parastinê kir, 7 meh berê bi dayika xwe Nezîre Demîr re, ji aliyê hevjînê xwe Tarik Kaplan ê ku di pêvajoya hevberdanê de bû rastî êrîşa çekdarî hat. Parêzer Zelal Erdemcî, diyar kir ku der barê kiryarê ku bi awayekî vekirî gotiye ew çûye herdu jinan bikuje de, ne “sêwirandine”, bi îdiaya “bi zanebûn” kuştin û birîndarkirinê îdianame hatiye amadekirin.

  • Rojnameger Meşale Tolu hat berdan 

    Rojnameger Meşale Tolu ya bê suc 8 mehan girtî mayî ji hemû dozan serbest hat berdan.

  • Basma El-Sûsî: Pêwîst e ji bo başkirina rewşa jinên astengdar zîhniyet biguhere 

    Jinên astengdar li Tûnisê di rewşeke dijwar de ne ku ev rewşa tevahî jinan li Tûnisê wiha ye lê bi taybetî jinên astengdar rastî cudakariya ducarî tên, weke jineke astengdar. Ev yek dike ku pêkhateya jinên astengdar di bernameyan de jî di asta zagonan de, tunebe, ruxmî hebûna wê lê mafên mirovan naparêze, ji ber ku bi awayekî rast behsa taybetiyên jinên astengdar nake û lewma jî mekanîzmayên pêwîst ji bo parastina mafên wan pêk nayne.

  • "Girtî ne bi hêviyên pêkhatina azadiyê, bi tabûtan ji girtîgehan derdikevin" 

    Nûnera Stenbolê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Umît Efe rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê nirxand û wiha got; "Îsal îdiayên tacîzê, nêzikatiyên xirab, îşkence û tundiya li girtîgehan pir zêde bû."

  • Nefîsa El-Sebax: Pêşniyarkirina pêşnûme qanûnan mijareke erênî ye 

    Em nikarin rêxistinan an civaka sivîl li wê deverê sûcdar bikin, ji ber ku qadeke me heye ku tê de tevger bi rastî zehmet e. Lê belê li gel vê yekê, rêxistinên femînîst ên rastîn hene ku xwedan nêrînek bi hêz in û ez difikirim ku piraniya wan hê jî dixebitin û hin ji wan dibe ku dengekî wan ê nizm û bê hebûna li pêşiya wêneyê hebe lê ew li ser erdê bi awayekî ji yên din çêtir dixebitin.

  • “Hewesa hikûmetê ya dadgehkirina Geziyê bi dawî nabe” 

    Yek ji parêzerên doza Geziyê Evren Îşler beriya danişîna çaremîn a Berxwedana Geziyê ya ku dê di 17’ê Çileyê de pêk were, ji ajansa me re axivî.