hiqûq

  • Aktîvîst Soheila Hijab Bidsorkhi hat sirgun kirin 

    Girtiya siyasî aktîvîst Soheila Hijab Bidsorkhi ya li Îranê girtiye ji Girtîgeha Qerçaxê bi zorê sewqî Girtîgeha Senendcê kirin.

  • Newroz Uysal: Rewşa girtiyên nexweş ên li Tirkiyeyê asta hemû pirsgirêkên welat derbas kiriye 

    Parêzer Newroz Uysal, bal kişand ku binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehan tên jiyîn bi pandemiyê re zêde bûne, bi taybetî bal kişand ser pirsgirêkên girtiyên nexweş û got; "Pirsgirêka girtiyên nexweş ên Tirkiyeyê asta welat derbas kirine. Jixwe hemû girtiyên nexweş ên li girtîgehan di gihandina dermankirinê de zehmetiyên mezin dikişandin di pêvajoya pandemî de bi pirsgirêkên girantir re rû bi rû dimînin. Newroz Uysal diyar kir ku di girtîgehan de girtina girtiyên nexweş binpêkirina mafên wan e.

  • Koordînasyona Jin, Zarok û Civakê li Iraqê ji bo guherîna zagonî şerê hiqûqî dimeşîne 

    Piştî ku hevjînan xwendina yekem a guherîna xala 57’an a Qanûna Rewşa Kesane ku têkildarî danîngehê ye ji bo dayikan piştî veqetînê xwendin, metirsiyek mezin hîs kirin. Ji ber vê yekê kom û tevgerên hevjînan li dijî guhertina qanûnê rabûn ser piyan û daxwaza mafên hevjînan ên rewa, di nav de Koordînasyona Jin, Zarok û Civakê de kirin.

  • Keçek 4 salî ji aliyê mamê xwe ve rastî tecawizê hat 

    Parêzer û aktîvîsta mafên mirovan Fatima Aşûr li ser bûyerê got: “Metna qanûna ceza ya Filistînê, pêkanîna van sûcên hovane teşwîq dike, zêdebarî destwerdana mela, reformxwaz û muxtaran gelek e û da zanîn ku gelek haletên îstismarkirina zarokan û tacîzê di nav heman malbatê de çêbûne û bûyerên kuştinê jî hene. Lê sûcdar nayên cezakirin yanî piştî vexwarina qehweyê û efûkirina ji aliyê welî ve sûcdar ji ceza tê efûkirin. Di vê bûyerê de jî sûcdar mamê wê ye û di nava hêzên polîsan de kar dike.”

  • Bêyî mafên jinan aştî, bêyî pêşketina civakê jî wekhevî nabe 

    Lêkolîner Nozha Sadiq diyar kir ku xebatên rêxistinên civaka sivîl li ser asta xwecihî û herêmî bûye pêwîstiyeke hebûnî ji bo dirustkirina diyalogê di navbera civakan de û di pêkanîna wê de jin dibe bingehek.

  • “Min bi helbestên xwe yên welatparêz şer kir” 

    Bardis El-Siyaghî der barê guhertina jiyana xwe ya piştî destpêkirina şerê navxweyî yê li welat ji sala 2015’an ve wiha dibêje: "Trajediyên şer hene û ez jî wek hemû jinên welatê xwe, ji şer bi bandor bûm. Vî şerî her tiştê xweş di jiyana min de hilweşand û bandorê li kesên nêzî min kir. Ez îro ne tenê yek ji jinên parêzvanên mafên mirovan im, ez yek ji wan jinan im ku êşê hîs dike lewre ez girtiyan û kesên ku ji zindanên Hûsiyan rizgar bûne diparêzim, ji ber ku ez baş bi taliya wan a di girtîgehan de dizanim.”

  • Li Sûrê îstîsmara zayendî: Bav hat girtin, zarok di bin parastinê de ye 

    Hat hînbûn ku bavê A. yê ku li navçeya Sûra Amedê îstîsmara zayendî li zaroka xwe kiribû hat girtin û zarok jî kirin bin parastinê. Her wiha hat diyarkirin A. yê ku bi îdiaya "li dijî zarokan îstîsmara zayendî ya bi zanebûn" hatiye girtin, li dijî zarok û hevsera xwe şîdeta sîstematîk kiriye.

  • Xwendekarên zanîngehên Tûnisê li hemberî îstismarê di çalakiyê de ne 

    Xwendekarên jin ên Faktulteyên Zanistên Hiqûqî, Siyasî û Civakî yên zanîngehên Tûnisê bi rêya malperên tora civakî kampanyayek li dijî destdirêjiya zayendî li zanîngehê dan despêkirin. Ev çalakî piştî ku xwendekarên jin ên ku rastî destdirêjiyê hatine li rêveberiya zanîngehê gilî kirin û îsbat kirin ku ew rastî tacîz û îstîsmarê hatine hatin despêkirin û dê li zanîngehên dinê jî belav bibe.

  • Aktîvîsta dibin çavan de sewqî Girtîgeha Evînê kirin 

    Aktîvîsta Mafê Karkeran Asal Mohammadi ya ji 6’ê Mijdarê ve dibin çavan de ne sewqî Girtîgeha Evînê kirin.

  • Li Misrê her diçe kuştina jinan zêdetir dibe 

    Parêzer Intîsar El-Saîd mîrateyên çandî yên xelet ên ku wekî sûcên “namûsê" tên binavkirin wekî têgehek xelet dibîne û dibêje ku urf û edetên çewt dibin sedema kuştina gelek kesan û wiha didomîne: "Kî bi kê bikaribe, şîdetê dike ango mêr di karê xwe de rastî şîdetê tên, li jinan tundiyê dikin, jin jî ji mêr ji ber tundiya ji mêr, li zarokan tundiyê dikin û zarok jî li ajalan û her dem bi vî rengî didome.

  • Tundiya li ser jinan wekî xencerek di dilê civaka Cezayîrê de ye! 

    Çalakvana komeleyê Delîla Hisên ji ajansa me re da zanîn ku gelek sedem hene dihêlin tundiya li dijî jinên Cezayîrê berfireh bibe di nav de zagon jî hene û behsa hin zagonan kir ku bi hewceyî pêdaçûneke berfireh in. Wekî Qanûna Malbatê ku di 2015’an de hat sererastkirin.

  • Cezayê Ayşe Gokkan wekî "pêdiviya civakî ya lezgîn" hat dîtin 

    Biryara bi hincet a 30 sal cezayê girtîgehê ji bo Ayşe Gokkan, hat amadekirin. Di biryarê de hemû xebatên ku Ayşe Gokkan di jiyana xwe ya siyasî de kirine wekî hêmanên sûc hatin dîtin, xebatên wê wekî “ji bo jiyana demokratîk tehdîdeke cidî ye” hatin binavkirin.

  • Parêzer Çîgdem Sevîmlî: Daxwazên parastinê yên jinan tên redkirin 

    Parêzer Çîgdem Sevîmlî, anî ziman ku di 20 Adara 2021’ê de piştî ku Peymana Stenbolê ji aliyê serokomarê Tirkiyeyê ve hat feshkirin, nêzîkatiyên li dozên tundiya li ser jinan, di darazê de guherîne, mînaka herî berbiçav redkirina tedbîr û daxwazên parastinê ye. Çîgdem Sevîmlî, destnîşan kir ku biryarên tên girtin ji bo jinên rastî şîdetê tên wek dezavantaj tên nîşandan.

  • Li Iraqê zewicandina zarokan bi referansan tê erêkirin 

    Di civakên baviksalar de ne cihê jinan heye ne jî xwedî îrade û gotinê ne. Ev hînbûyîna paşverû ku di nava civakê de qalib girtiye; bi referansên olî, zagonî û adetên civakî meşrû tê dîtin û tê pratîzekirin. Zewaca zarokan jî yek ji van rewşên xirab e. Li Iraqê keça 12 salî piştî ku ji aliyê birayê hevjîna bavê xwe ve rastî destavêtinê hat, bavê wê hewl da wê bi tecawizkar re bizewicîne.

  • Rojnameger hatin darezandin 

    Îro ji rojnamegeran doza sadiye Eser, Semiha Şahîn, Pinar Gayip û Sîbel Hurtaş hat dîtin.

  • Di derbarê rojnameger Ayşe Kara de biriyara beraetê 

    Di derbarê rojnameger Ayşe Kara ya ji doza bi sûcê "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin de biriyara beraetê.

  • Civaka baviksalarî tundiya li ser jinan zêde dike 

    Her çend gelek saziyên hukmî û sivîl ala ronesansê ya jinan weke hevparên sereke û bingehîn di civakê de bilind kiribin jî ji ber nebûna rêgirek qanûnî ya ku wan diparêze rastî tundiyê tên û wan biçûk dixin.

  • Jinên Yemenê nerazîbûn nîşanî cezakirina hunermen Întîsar El-Hammedi dan 

    Tevgerên jinên Yemenê cezakirina hunermenda Yemenî Întîsar El-Hammedi û hevalên wê şermezar kirin û piştevaniya xwe ya ji bo wê nîşan dan.

  • Femînîst: Tûnis ji bo jinan welatek ne ewle ye û ji bo rawestandina makîneya kuştinê divê tedbîr bê girtin 

    Lêkolînên fermî hişyarî ji zêdebûna tundûtûjiyê li Tûnisê heta asta şewitandin, serjêkirin û kuştina bi awayên hovane kir, ku li dijî qanûna tundûtûjiyê ya hejmar 58'an ku di sala 2017'an de derketiye.

  • Li Îranê 3 jinên ku di binçavan de îşkence ditîn hatin berdan 

    Dayik, xwişk û hevjîna Setar Beheştî yê ku li Îranê hatî qetilkirin, di 2'ê Mijdarê de hatin binçavkirin û di binçavan de rastî îşkenceyê hatin serbest hatin berdan. Dayik Gohar Eshghî ya ku dibejê "Ez ji mirinê natirsim" daxwaza darezandina Hamaneyê ku bi kuştina kurê xwe sûcdar digre, kir.