hiqûq

  • Bertek ji bo îdianameya daraza mêr: Êrîş ne “bi zanebûn” bi “sêwirandinê” pêk hat 

    Nurcan Kaplan a ku li dijî tundiya sîstematîk 12 caran serlêdana parastinê kir, 7 meh berê bi dayika xwe Nezîre Demîr re, ji aliyê hevjînê xwe Tarik Kaplan ê ku di pêvajoya hevberdanê de bû rastî êrîşa çekdarî hat. Parêzer Zelal Erdemcî, diyar kir ku der barê kiryarê ku bi awayekî vekirî gotiye ew çûye herdu jinan bikuje de, ne “sêwirandine”, bi îdiaya “bi zanebûn” kuştin û birîndarkirinê îdianame hatiye amadekirin.

  • Rojnameger Meşale Tolu hat berdan 

    Rojnameger Meşale Tolu ya bê suc 8 mehan girtî mayî ji hemû dozan serbest hat berdan.

  • Basma El-Sûsî: Pêwîst e ji bo başkirina rewşa jinên astengdar zîhniyet biguhere 

    Jinên astengdar li Tûnisê di rewşeke dijwar de ne ku ev rewşa tevahî jinan li Tûnisê wiha ye lê bi taybetî jinên astengdar rastî cudakariya ducarî tên, weke jineke astengdar. Ev yek dike ku pêkhateya jinên astengdar di bernameyan de jî di asta zagonan de, tunebe, ruxmî hebûna wê lê mafên mirovan naparêze, ji ber ku bi awayekî rast behsa taybetiyên jinên astengdar nake û lewma jî mekanîzmayên pêwîst ji bo parastina mafên wan pêk nayne.

  • "Girtî ne bi hêviyên pêkhatina azadiyê, bi tabûtan ji girtîgehan derdikevin" 

    Nûnera Stenbolê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Umît Efe rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê nirxand û wiha got; "Îsal îdiayên tacîzê, nêzikatiyên xirab, îşkence û tundiya li girtîgehan pir zêde bû."

  • Nefîsa El-Sebax: Pêşniyarkirina pêşnûme qanûnan mijareke erênî ye 

    Em nikarin rêxistinan an civaka sivîl li wê deverê sûcdar bikin, ji ber ku qadeke me heye ku tê de tevger bi rastî zehmet e. Lê belê li gel vê yekê, rêxistinên femînîst ên rastîn hene ku xwedan nêrînek bi hêz in û ez difikirim ku piraniya wan hê jî dixebitin û hin ji wan dibe ku dengekî wan ê nizm û bê hebûna li pêşiya wêneyê hebe lê ew li ser erdê bi awayekî ji yên din çêtir dixebitin.

  • “Hewesa hikûmetê ya dadgehkirina Geziyê bi dawî nabe” 

    Yek ji parêzerên doza Geziyê Evren Îşler beriya danişîna çaremîn a Berxwedana Geziyê ya ku dê di 17’ê Çileyê de pêk were, ji ajansa me re axivî.

  • Daxwaza girtîgehê ji bo parêzerê ku kujerê jinê diparêze 

    Derbarê parêzerê failê ku Ceren Damar qetil kir Vahît Bîçak bi îdiaya "heqaret" û "heqaret li bîranînê kiriye" 10 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.

  • Ji dadger ji bo dayikê pirsa: Tu çima tevli şîna keça xwe bûyî? 

    Dadgeh ji Dayika Aştiyê Hedlê Ogur a di konê sersaxiyê, keça xwe ya jiyana xwe ji dest dabû de, hatibû binçavkirin pirsa; “Çi karê te di wê sersaxiyê de hebû?" kir. Ji bo Hedlê Ogur a ku 11 sal in ji ber di sersaxiya keça xwe de cih girt tê darizandin 3 sal û 15 roj cezayê girtîgehê tê xwestin. Hedlê Ogûr a ku diyar kir dosyaya wê sewqî Dadgeha Bilind hatiye kirin, destnîşan kir ku bi salan e zext berdewam dikin.

  • Doza rojnamegeran hat taloqkirin 

    Şahidê beyanên di eleyhê rojnameger Sadiye Eser û Sadik Topaloglû de dabû tevî biryara dadgehê ya anîna bi zorê ev 6 danişînin beşdarî rûniştina dozê nabe.

  • Parêzer Afra El-Herîrî: Divê em rojnamevan Hala El-Bedawî tenê nehêlin 

    Parêzer a rojnameger Hala Fûad El Bedewî ya 30’ê Kanûna sala bûrî ji aliyê Hêzên Îstîxbarata Herêma Hedremût a Yemenê ve hatî girtin Afra El-Herîrî di derbarê doza wê de agahî da û daxwaz ji sendîkayên rojnamevanan, parêzvanên Mafên Mirovan û parêzvanên ji derve û hundirîn kir ku li rojnameger Hala xwedî derkevin. Parêzer Afra da zanîn ku ger bertek nîşanî saziyên civakî li Hala xwedî dernekevin sibê dibe ku ev rewş bê serê wan jî, ji bo wê pêdivî bi şiyariyê dibin.

  • Tevgera femînîst li Tûnisê bi bêhnfirehî şer bi paşverûtiyê re dike 

    Tevgera femînîst a li Tûnisê ne di encama şoreşa ku welat di sala 2011'an de jiyabû, derket holê. Ew piştî ku Tûnisê di sala 1956’an de serxwebûna xwe ya tevahî bi dest xist, derket holê. Ew berhema têkoşîneke dijwar a femînîst a di civakeke bi giranî baviksalarî de bû. Ji ber vê yekê komîteyên jinan ji gelek komele û rêxistinên sendîkayan hatin avakirin ku di warê parastina mafên jinan de pispor bûn û di şert û mercên dijwar de berpirsyariya siyasî û civakî hildan ser xwe.

  • Gulseren Yolerî: Êdî kûştina girtiyan mijara gotinê ye 

    Seroka Komaleya Mafên Mirovan a Şubeya Stenbolê Gulseren Yolerî, rewşa Aysel Tugluk û girtiyên nexweş nirxand û got; “Êdî kuştina girtiyan mijara gotinê ye.”

  • Ehlam Belhaj: Xebatên jinên demokrat ên sala 2021’ê encamek serkeftî girt 

    Sala 2021’ê ji bo Tûnisê jî weke hemû cîhanê saleke dijwar bû, saleke ku hemû çalakî û komeleyên siyasî lê hatin jiyîn. Komeleya me di hemû qonaxên dijwar ên têkoşînê de xwedî cihek girîng bû, ji ber ku pêşî li hevgirtina jinên mexdûrên şîdetê vebû û me lêkolînek girîng li ser sepandina qanûna bi hejmara 58 a li dijî şîdetê kir.

  • Ji bo dosya Garîbe Gezer a hatî qetilkirin biriyara neşopandinê 

    Ji bo dosya Garîbe Gezer a 9’ê Kanûnê di hucreya xwe ya li Girtîgeha Kandirayê de bi îşkence û tecawîzê hatî qetilkirin biriyara neşopandinê hat dayîn. Parêzeran balkişandin ser mijara neguhdarkirina şahidan û bigiraya hatî dayîn û diyar kirin ku ewê îtiraz bikin. Parêzeran bang li raya giştî jî kirin ku li ser vê mijarê baldariyê nîşan bidin.

  • Peyanerên ciwan ji destkeftiyên herî mezin ên têkoşîna jinên Misrê ne 

    Parêzera femînîst a Misrî Nesma El-Xetib li ser pirsgirêkên ku jin di sala 2021’ê de jiyane û li hemberî van pirsgirêkan têkoşîna femînîstên Misrî ji ajansa me re axivî.

  • Ji ber perwerda zimanê Kurdî da cezayê girtîgehê girt 

    Mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemedî li Rojhilatê Kurdistanê rastî 5 sal cezayê girtîgehê hat.

  • Di sala 2021’ê de li Cezayîrê bi dehan jin hatin qetilkirin 

    Lêkolîner û civaknasa Cezayîrî û şêwirmenda malbatê Sara Zagad dibêje ku nêzî ji sedî 35 jin rastî tundiyê hatine ku ev yek ji sêyeka jinên cîhanê bi şêweyên xwe yên cuda, ji tundiya devkî heta tundiya fizîkî, di asta kuştinê de ye, li gorî ku rêxistinên navneteweyî diyar kirine.

  • "Em bihêvîne ku sala 2022'an bê şidet be û bi qanûnên dadmend maf bên parastin" 

    Seroka Mektebeya Rêvebirinê ya Komeleya Têkoşîna Wekhevî û Hevwelatîbûnê ya Jinên Mexribê Buşra Abdo girêdayî xebatên wan ên sala derbasbûyî û bernameyên ji bo sala bê nirxandin kir û got: “Di komeleyê de du navendên guhdarîkirinê hene ku jinên di şert û mercên zehmet de û jinên ku rastî tundiyê hatine pêşwazî dikin. Di nav wan xizmetên ku têne pêşkêşkirin de şêwirmendî û piştgirîkiriya derûnî û qanûnî jî heye. Di derbarê bername û pirojeyên sala 2022'an de jî wê tevahî karê me ji bo xizmetkirina jinan û bidestxistina edaletê be.”

  • Li cîhanê mînaka vê banga ji bo ‘edaletê’ tune ye! 

    Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, beriya hilbijartinên giştî yên 14’ê Hezîrana 2018’an, tevî xizm û parêzvanên xwe bi êrîşa çekdarî êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Piştî êrîşa ku roja bûyerê li derveyî dikanê li nexweşxaneyê jî pêk hat, ji malbata Şenyaşar 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Tevî ku 3 sal derbas bûn jî darizandin bi biryarên sergirtî û nepenî hatin meşandin. Çalakiya nobetê ya Emîne Şenyaşar a ji bo darizandina Îbrahîm Halîl Yildizê ku zarok û hevjînê wê hatin qetilkirin, li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî pêvajoya hiqûqî ya bûyerê û tiştên piştî wê hatin jiyîn nirxand û diyar kir ku li tu deverê cîhanê mînaka wekî banga edaletê a Emîne Şenyaşar tune ye.

  • Di derbarê Pervîn Buldan de lêpirsîn hat destpêkirin 

    Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ku di danişîna doza qetilkirina Denîz Poyraz de bertek nîşanî heyeta dadgehê da, lêpirsîn da destpêkirin.