ekolojî

  • Polîtîkayên 'Ewlekariyê' hevsengiya ekolojîk a li Kurdistanê texrîb dikin 

    Şewata daristanan a li bajarên Kurdistanê yên bi taybetî di mehên havînê de derdikevin, zirareke mezin didin dar û ajalan. Sedema sereke ya şewata ku avahiya ekolojîk texrîb dikin, operasyonên leşkerî ne. Şewatên ku ji ber van operasyonan derdikevin bi rojan e li Dêrsim û Şirnexê didomin.

  • Daristanên herêma Bestayê 4 rojin dişewite 

    Şewata ji ber bombebarana balefirên şer ên dewleta Tirk li gundewarên herêma Bestayê derket 4 roj in didome û nayê vemirandin.

  • Li Hewreman ji 255 kaniyan 166 kanî zuwa bûne 

    Rêxistina Niwê ya ji bo Parastina Jîngeh û Mafên Jinan piştî lêkolina li ser xwezaya Hewreman qedand, li Helebceyê bi daxuyaniyek çapemeniyê bîlançoya bandora hişkesaliyê ya li ser herêma Hewremanê eşkere kir.

  • Kanalîzasyona vekirî ji bo zarok û jinên li kampên Idlibê xeterek mezin e 

    Li kampên koçberan ên Idibê, kêmderfetî û kanalîzasyona vekirî, di nava kampê de dibin sedem ku nexweşiyên giran bi zarok û jinên li kampê re dijîn de re çêbibin û her wiha nexweş ji ber kêmderfetiyê tendirustiyê nayên dermankirin.

  • Cegerê Tirkiye tê vemirandin 

    Li gelek deverên Tirkiye êşa şewatên daristanan dom dike. Di dema ku cegerên welêt têne vemirandin de hemû daxuyaniyên siyasî li ser nebûna mûdexeleya bilez a agir tên nîqaş kirin. Şewat çima û çawa dest pê kir? Çima nehat mudaxele kirin? Daxuyaniyên çawa hatin dayîn? Em di nûçeyên xwe de li bersivên van pirsan geriyan.

  • Şikeftên Hesûna bi dîroka xwe ya bi îhtîşam terkê çarenûsa xwe hatiye kirin 

    Şikeftên Hesûna, yek ji jîngehên yekem ên Anatolyayê ne ku ji serdema Mezolîtîkê heya roja me ra îro maye. Digel dîroka xwe ya hêja têra xwe baldariyê nabîne. Şikeftên ku piranî ji hêla gelên herêmê ve tên ziyaretkirin, bi salan e li bendê ne ku ji bo turîzmê werin vekirin.

  • “Jin bi xwezayê xwedî hestên xwezaparêziyê ne” 

    Aktivîst, rojnameger û akademîsyen Fatima Yassin ji ber xebata xwe ya jîngehparêz, li welatê xwe Mexribê xelat girt. Fatima Yassin difikire ku her sê warên ew bi rengekî çalak lê dixebite, bi aloz in û piştgirî didin hev wiha dibejê; “Wekî xeyalek be jî ger carek bibim wezîra jîngehê yekem tişta bikim ew e ku ez ê di qadê de çalaktir bixebitim û ji bo xebatê rê li ber hejmara zêdetir a jinan vekim.

  • Li Îranê ji ber kirîza avê welatî daketin qadan 

    Ji meha Hezîranê ve li gelek deverên Îranê kiriza avê derket, bi taybet ji 15’ê Tîrmehê ve bi bilndbûna pileya germahiyê re hîn zêdetir gel rabûn ser piyan. Kirîza avê di nava 400 gudan de derket, ji ber qedexeya rê li ber pirotesyan hat girtin. Lê belê êdî rejîma Îranê nekarî rê li ber pirotestoyan bigre, tenê li Huzistanê di pirotestoyên ji bo kirîza avê de 4 kes hatin qetilkirin.

  • Li peravên deryaya Xezeyê koperatîfa "Derya ya me ye" 

    Hana Xol lîstikvan, derhêner, nivîskar, perwerdekar û çîrokbêj e. Tu carî bêhêvî nebûye. Ji dema ku dest bi vê pêngavê kir ve dizanibû ku mijar ne hêsan e lê wê xwest her hewl bide. Bi berhevkirina qirş û qalên hişk, dixwaze çanda parastina peravên deryayê di nava civakê de biafirîne.

  • "Bi tunebûna daristanan em bê bêhn û pêşerojê dimînin!" 

    Şewatên daristanan ên li herêmê di mehên havînê de ku destûr nadin werin vemirandin, zirarek mezin didin xwezayê. Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere got; "Windakirina çûçikek an kûsiyek ne tenê windakirina zindiyek e di heman demê de, zirarek mezin e. Hemû zindî xwedî peywirek in. Mafên wan heye bijîn” û diyar kir ku bi tunebûna daristanan re, bêhngirtin û pêşeroja mirov jî tune dibin.

  • Hişkesaliyê ava seyrangeha Kuna Masî jî kêm kiriye 

    Kuna Masî yek ji seyrangehên bi nav û deng ên Silêmaniyê jî ji ber hişkesaliyê ava wê kêm bûye û bi kêmbûna avê re geştiyarên wê jî kêm bûne.

  • Li çiyayê Hecî Çerkez ê Farqînê agir bi daristanê ket 

    Li çiyayê Hecî Çerkez ê Farqînê agir bi daristanê ket, ji ber bayê her diçe agir li qadek fereh a daristanê belav dibe.

  • Li Papuayê daristana pîroz a ku tenê jin dikevinê 

    Daristana Mangrov a li navçeya Papua ya Indonezyayê, têne destûr tê dayîn ku jin bikevinê. Daristan deverek taybet e, nifş bi nifş jin li wê derê îstîrîdyê kom dikin û çîrokên xwe parve dikin.

  • Li Darahênê qadek mezin a daristanê şewitî 

    Li herêma Selvî a Darahênê şewata ku derket qadek mezin a daristanê şewitand û piştî 5 rojan girtin bin kontrolê.

  • Kanên komirê yên li Şirnexê jiyana mirov û xwezayî tehdît dikin 

    Li Şirnexê saziyên moxilkirina komirê ku hejmara wan roj bi roj zêde dibe, zirarek mezin didin jiyana mirov û xwezayê. Welatiyên ku li gundê nêzîkê devera ku tesîs lê hene dijîn, ji ber tozê nikarin derkevin derve û baxçeyê wan ên ku hêna berhem nedane hişk dibin.

  • Ekolojîstên Başûr: Dewleta Tirk çav berdaye xwezaya Kurdistanê 

    Jingeparêzên jin yên Başûrê Kurdistanê birîna daran girtina avê û dagirkeriya xaka Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin.

  • Sebzeya havînê ya jêneger: Bacanê sor, şamik an jî firîngî 

    Bacanê sor- şamik ango firingî ku di demsala havînê de çêdibin, gelek sûdên wê hene. Bi germahiya havînê re yek ji sebzeyên ku her roj tê xwarin firingî ye lê yên ku ji derveyî demsala havînê çar demsal di serayan de bi hormonan çêdibin bêguman sûda wan tune ye, heta dikare were gotin ku zirarê dide tendirustiya mirovan.

  • Di baweriyên Mezobotamyayê de girîngiya dara berûyê 

    Dara berûyê xwedî rengên cuda ye. Li gorî deveran rengê wê diguherin û li gelek herêman bi nav û rengên cuda tê dîtin. Li herêma Zagrosan û Botanê xwediyê cihekî taybet e.

  • Li bejahiya Çiyayê Gabarê jî şewat derket 

    Li bejahiya navçeya Basa ya dikeve pesarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket. Agirê sedema derketina wê nehat zanîn daristan daye ber xwe û her diçe mezin dibe.

  • "Dewleta tirk xwezaya Kurdistanê talan dike" 

    Hevseroka Ekolojî ya herêma Firatê Emîne Wêso der barê êrîşên dewleta tirk, qutkirina daran û xwezayê de wiha got: "Dewleta tirk dijminatiya xweza û mirovahiyê dike, gerdûn bi xwezayê xweş dibe divê em xwezayê biparêzin."