ekolojî

  • “Ji 4 hilberînan tenê di yekê de bermahî tê tesbîtkirin” 

    Dema ku tu li encamên laboratuwarê yên berhemên ku li Tirkiyeyê sertîfîkaya organîk wergirtine dinêrî, tê dîtin ku di nava 4 hilberînan de tenê bermahiyek tê dîtin. Sekretera Jinan a Şaxa Îzmîrê ya Navenda Giştî ya Çandî Orkam-Sen’ê Sîbel Çelîk dibêje; “Ger mebest ne pere qezenckirin, dabînkirina hewcedariyên civakî bûya, ji bo bidestxistina berhemên zêde hîleyên bi vî rengî çênedibûn. Di şert û mercên heyî de, navê wê çi dibe bila bibe mirov nizane ew hilberîn xwezayî ne yan na, di çi mercan de gihîştine û zirara wan çiqas ji tendirustiya mirovan û derdorê re heye.”

  • IUCN: Milyonek cureyên nebat û ajalan di bin xetereya tunebûnê de ye 

    Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê, xweza sînyalên cidî dide. Li gorî daxuyaniyan, milyonek cureyên nebat û ajalan di bin xeteriya tunebûnê de ne û jiyana 8 hezar û 400 cureyên nebat û ajalan jî di metirsiyê de ye.

  • Texrîbatên li ser xwezayê roj bi roj felaketên mezintir bi xwe re tîne 

    Tevliheviyên di avhewaya erdê û zêdebûna germahiyê de heya bahoz û lehiyan û hilweşîna bajar û welatan roj bi roj ji ber texrîbatên li ser xwezayê zêdetir dibin. Ev diyardeyên heyî ger ku neyên kêmkirin dê bi xwe re felaketên mezintir bînin.

  • Cotkarên Îsfehanê ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xistin 

    Li bajarê Îsfehanê yê Îranê cotkaran ji bo pirsgirêkên aborî, tinekirina ekolojîk û gelek daxwazan çalakî li dar xistin.

  • Bandora kêmbûna ava Sîrwan li ser gundewarên derdorê 

    Welatiyên gundewarên derdora robarê Sîrwan ê diyar kirin ku ji ber jiyana wan li ser ava Sîrwanê bû kêmbûna avê bandorek mezin li ser jiyana wan kiriye.

  • Dêra Elîbîskê dewlemendbûna dîroka Efrînê nîşan dide 

    Ji bermahiyên dîrokiyên herêma Efrînê dêra gundê Elîbîskê ya navçeya Recoyê.

  • Berhemdariya zeytûnên dêrikê îsal kêm bûye 

    Li Dêrika ku berhevkirina zeytûnan dest pê kiriye, dar wekî berê berhem nadin. Xwediya baxçe Zubeyde Kaya, der barê karê ku keda wan dernaxe de wiha axivî û got; "Îsal zeytûn kêm in, ên heyî jî, ji ber barana kêm biçûk in an jî qurçimandî ne. Zeytûnên ku em berhev dikin nayên firotin, tenê têra me dikin.”

  • Peymana Avhewayê ya cîhanî di TBMM’ê de ne 

    Serokomarê Turkiyê Recep Tayîp Erdogan, Peymana Avhewayê ya Parîsê ku demeke dirêj e hawirdorparêz û pisporên avhewayê dixwazin bikeve meriyetê ji meclisê re şand.

  • Bihuşta cîhanê "Geliyê Perî" bû qurbana HES’ê 

    Hevseroka Desteya Rêveber a KAYY-DER'ê Yelîz Vergîlî, der barê projeya HES'ê ya 9'emîn ku dê li ser ava Geliyê Perî bê çêkirin de axivî û got ku projeyek nû ji xwezaya ku ber bi mirinê ve diçe re darbeyek nû ye û bang kir ku 8 projeyên HES’ê yên li ser gelî çêbûne jixwe ziyaneke mezin gihandine herêmê û divê di demek zûtir de pêşî li vê rewşa şaş û bi xeter were girtin.

  • Dara ben û fêkiyên wê kewzan 

    Dara benê ya herî zêde nêzî dara fistiqê ye û bi fetrumekê dikare vegere dara fistiqê ji gewdeyê wê jî benîştê bene yêdermanê gelek derdane diherike.

  • Girê Mozan şaristaniya çiyayî û şûnwarekî arkeolojîk ê girîng e 

    Li ser erdnîgariya Mezopotamyayê şaristaniya herî kevnar û xwedî dîrokeke dewlemend ku vedigere 3500 sal berî zayînê hatiye avakirin ku şûnwarên wê heya roja îro li ser rûyê erdê tên dîtin û destnîşanî civakeke çiyayî bi navê (Orkêş) dike.

  • Geliyê Godernê jî wekî gelek cihên din dê di bin avê de bimîne 

    Ji ber bendavên hatine çêkirin gelek cihên dîrokî yên li herêmê di bin avê de mane. Cihên wekî Heskêf, Gêl jî mînakên li ber çav in ku ev her du warên xwedî dîroka hezaran salan, bi ‘polîtîkaya bendavan’ re di bin avê de man. Geliyê Godernê yê dîrokî ku bi dîrok û xwezaya xwe her sal bi hezaran kes ji bo ger û geştê tê serdan wî, dixwazin bikin qurbana bendavê.

  • Hem hilberînê teşwîq dike hem jî ji bo 2 milyon daran tov belav dike 

    Şukran Yilmaz, bi salan e li Dêrsimê bi firotina tiriyê rezê xwe yê li gund debara xwe dike û di heman demê de bi dildarî gund bi gund digere û tovên darên tû û gûzan li jinan belav dike. Şukran Yilmaz bi vê xebata xwe ya mînak, hem xwezayê diparêze hem hejmara daristanan zêde dike û hem jî jinan teşwîqê hilberînê dike, armanc dike ku li Dêrsimê 2 milyon darên gûz û tûyan bigihîjîne.

  • "Şikeft cihê ewlehî û parastinê ne" 

    Beriya şerê Kobanê gelek bermahiyên dîrokî hebûn, bi aloziya Sûriyeyê re hêdî hêdî ev bermahiyî hatin windakirin, her çiqas hewldanên ji bo windakirin û jibîrkirina wan hebin jî li rex vê hewldana şêniyan ji bo parastina van bermahî û cihên pîroz hebû.

  • Krîza şewata daristanan û pandemiya koronayê bandorke neyînî li ser jinên Cezayîrê kir 

    Krîza tenduristiyê ya ku cîhan ji dawiya sala 2019’an heya îro tê re derbas dibe her wiha derketina agir li çend herêmên bakurê Cezayîrê bû sedema trajediyan û bandor li ser jinan di aliyê tenduristî û psîkolojîk de kir.

  • Agirê bi bejahiya Pîrana Amedê ketî kêm maye bigihe gundan 

    Li Pîrana Amedê agirê 7’ê Îlonê ji ber bombebarana leşerên Tirk bi daristanê ketî her diçe dorfereh dibe û kêma maye bigihe nava gundan.

  • Qutkirina ava Firatê yek ji rêbazên herî xerab e 

    Kêmbûna ava çemê Firatê bûye sedema xerabûna rewşa berhemên çandiniyê yên havînê ku cotkarên Dêrezorê ji bo avdanê pê ve girêdayî ne. Her wiha gelek nexweşî li herêmê belav bûne û rêjeya qirêjiyê li bajarên El-Sûse û Baxozê gihîştiye asta herî bilind.

  • Tax û malên dîrokî yên Helepçe berbi tunebûnê ve diçin 

    Malên dîrokiyên Helepçe, taybetî jî taxa Culekan berbî tunebûnê ve diçe. Kesên berpirs jî ji bo nujenkirina van cihên dîrokî û parastina wê erkê xwe pêkanayînin. Ji ber wê yekê jî hêdî hêdî hemû cihên dîroki yên Başûrê Kurdistanê ber bî tunebûnê ve diçin.

  • Nurcan Karasu: Bi şewitandina daristan û operasyonan dixwazin herêmê vala bikin 

    Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Nurcan Karasu, bal kişand ser şewata daristanên ku bi awayekî sîstematîk li bajarên Kurdistanê Dêrsim, Şirnex, Çewlik û Colemêrgê di van salên dawî de derketine û diyar kir ku bi pêvajoyê re ji derveyî mirovan li dijî xwezayê jî dijminahî tê meşandin û got ku di encama operasyonên di bin navê 'ewlehiyê' de tên kirin de dixwazin herêm bê valakirin û bê mirov bimîne. Nurcan Karasu ji bo ku hîn zêdetir qadên jîngehê wêran nebin bang kir ku ji hewa ve agir were vemirandin.

  • Polîtîkayên 'Ewlekariyê' hevsengiya ekolojîk a li Kurdistanê texrîb dikin 

    Şewata daristanan a li bajarên Kurdistanê yên bi taybetî di mehên havînê de derdikevin, zirareke mezin didin dar û ajalan. Sedema sereke ya şewata ku avahiya ekolojîk texrîb dikin, operasyonên leşkerî ne. Şewatên ku ji ber van operasyonan derdikevin bi rojan e li Dêrsim û Şirnexê didomin.