Cihê vegerandina pilastîkan li Helepçe hat vekirin

Bi armanca paqijkirin û şînkirina Helepçe pirojeya Dostê Jingehê cihê vegerandina pilastîkan hate vekirin.

Helepçe- Di çarçoveya çalakiyên 34’emîn salvegera kimyabaran Helepçe de, kampanyayên hevbeş yên bajarê Helepçe, rêxistinên komeleya medenî, rêxistinên wadeya Elmanî û rêxistina nû bi daxuyaniyek hevbeş cihê vegereandina pilastikan li gel baxçeyek ji bo şînkirina û parastina jingeha Helepçe vekirin.

Daxuyaniya hevbeş a ji aliyê Rêvebera beşa jingeha rêxistina Nû Sara Selam ve hate xwedin wiha ye: “Helepçe ji ber kimyabaranê ziyanek zede gihaye jingehê, niha ji ji ber wê sedemê navçeyên şin yên Helpçe hişkbûye. Îro koma me ya Kompanya Helepçe pirojeya bi navê dostê jingehê ye bi mebesta xizmetkirin hemwelatiyan ji aliyê hemwelatiyan ve cihe vegerandina Pilastîkan me vekir. Ev cihê vegerandinê ji bo rizgarbûna ji madeyên pilasîk hatiye vekirin, mebesta vê yekê hişyarkirina hemwelatiyan û bi karanîna madeyên pilastîk, daxwaz ji hemwelatiyan dikim ku bibin alîkar ji bo şinkirina baxçe.”

Vekirina cihê vegerandina pilastîkan li Helepçe ji bo dubare bikaranîna madeya pilastîk hatiye vekirin. Şinyar Yadîgar rêvebera pirojeya di derbarê vekirina cihê vegerandina pilastîkan de wîha got: “Armance me ya vê pirojeyê paqijkirina bajarê Helepçe ji madeyên pilastîke. Rêjeya ji sedan 80 fikrê vegerandinê ji aliyê dû ciwanan ve madeyên ku dikarin dubare bikarbînin û ji pilastîk û naylon ku dubare ji bo dirustkirina kursî û mêze wê were bi karanîn.”