Keleha Zembîlfiroş li benda restorasyonê ye

Keleha Zembîlfroş a li navçeya Farqîna Amedê, tevî dewlemendiya xwe ya dîrokî nayê parastin. Di xebatên bi hinceta "tê restorekirin" de bi milyonan pere hat xerckirin lê tu encamek baş ji wan derneket. Şêniyên bajêr diyar kirin ku ji bo keleh hîn zêdetir zirar nebîne divê bê restorekirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Keleha Zembîlfroş a dîrokî ku li navçeya Farqîna Amed ye, tevî sûrên xwe yên li derdora xwe jî nayên parastin. Keleha Zembîlfroş li Farqînê ku di dîrokê de wek paytexta Merwaniyan tê zanîn cih digre, avahiyeke dîrokî ya serdema Roma û Bîzansiyan e. Avahiyên ku 2200 metre dirêj û 25 metre bilind, 50 bask û 9 deriyên ketinê hatiye avakirin, di nava demê de gelek zirar dîtine. Ji ber wêranbûna ku dîtiye, ji bo roja me tenê keleh û sûrên ku bi kelehê ve girêdayî ne mane. Di gel ku tê gotin "restorasyon hat kirin" jî rewşa dawî ya sûran kesên ku wê dibînin matmayî dihêle her wiha nivîsên li ser avahiya dîrokî û çopên li dora wê estetîka avahiyê xera dikin.
Xebatên ku hatin hedefkirin negihîştin armanca xwe 
Li avahiya dîrokî ya ku niha tenê keleh û sûrên girêdayî kelehê lê mane, di Adara 2019’an de bi hevkariya Qeymeqamiya Farqînê û Midûriyeta Abîdeyan, xebatên rastorasyonê hatin destpêkirin. Armanca xebatên li Keleha Zembîlfroşê, Deriyê Kulfayê û Baregeha Nivîsan a bi maliyeta 1.034.759 lîre hat kirin de, paqijkirina avahiyên derdora avahiyên dîrokî, paqijkirina nivîsên li ser dîwarên bi kevir û paqijkirina valahiya di navbera keviran de bû. Dema di xebata restorasyonê de derzên avahiyê bi gêç e hatin girtin, xebatên ji bo restorasyonê hatin hedefkirin jî negihiştin armanca xwe.
“Kevirên avahiya dîrokî yek bi yek dikevin”
Nivîsên li ser kelehê û dîwarên girêdayî kelehê yên tê îdiakirin ku hatiye "restorekirin" hê jî hene, çopên li dora sûran ji balê dikşînin. Ji ber ku nehatiye parastin, kevirên avahiya dîrokî yek bi yek dikevin, ji bo kevirên ku dikevin jî tu tedbîrên ewlehiyê nayên girtin. Avahiya dîrokî ku ji aliyê rayadaran ve terkî çarenûsa xwe hatiye kirin tevî dewlemendiya xwe ya arkeolojîk jî nayê dîtin. Gelê bajêr balê dikşîne ku avahî bûye warê ciwanan, diyar kirin ku divê bêyî ku keleh zêdetir zirar bibîne bê parastin. 
Efsaneya Zembîlfiroş…
Keleha Zembîlfiroş avahiyek dîrokî ye ku li herêmê wekî şahidê efsaneya Zembîlfiroş, şahidê destana redd-i eşq, Mem û Zîn, Siyabend û Xece tê zanîn û mijara stranên gelêrî ye. Li gorî gotinan Zembîlfiroş kurê padîşahekî ku li herêmê hukmê xwe didomîne ye. Zembîlfiroşê ku di nav kêf û şahiyê de dijî, dema rojek diçe nêçîrê bi dîtina gor û perçeyên hestiyên ku ji gorê derdikevin, dibe sedem ku bi rastiya mirinê re rû bi rû bimîne. Zembîlfiroşê ku qesra tê de dijiya û îhtîşama xwe li paş xwe hişt û bi hevjîna xwe re derket rêwîtiyê, zembîl çêdikir, difirot û bi vî awayî jiyana xwe didomand. Zembîlfiroş tevî malbata xwe bi konên xwe yên li ser pişta xwe û cil û bergên xwe yên kevin gund bi gund, bajarok bi bajarok digere, tê Farqînê. Tê gotin ku Zembîlfiroşê li wir jiyaye, ji ber evîneke bêbersiv red kiriye, xwe ji bircên kelehê avêtiye. Piştî wê rojê navê keleha dîrokî wekî Kela Zembîlfiroş dimîne.