Li Qamişloyê Şitilgeha Hevrîn Xelef hat vekirin

Li Qamişlo bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Rêveberiya Giştî ya Çandî û Sewaldarî, li gel Rêveberiya Daristan û Parastgehan, Şitilgeha Hevrîn Xelef vekirin.

Qamişlo- Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker ên 9’ê Cotmeha 2019’an li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re gelek bûyerên hovana ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatin kirin. Di encamam wan êrîşan de 12’ê Cotmeha sala 2019’an Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû hedefa kemîneke çetan a plankirî û hat qetilkirin. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Giştî ya Çandî û Sewaldarî, li gel Rêveberiya Daristan û Parastgehan, Şitilgeha Hevrîn Xelef vekirin.

“Armanca vekirina şitilgehê, pîrozkirina fedekariyên jina ne”

Hevseroka Çandinî û Sewaldarî ya Kantona Qamişlo Nisrîn Xelîl da zanîn ku ev şitilgeh bi armanca pîrozkirina fedekariyên jinan hatiye vekirin û got: “Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê roja jinên cîhanî û li gorî rêzçalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin, îro jî li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şitilgeha bi navê şehîd Hevrîn Xelef hat vekirin. ev pirojeya ku Rêveberiya Giştî ya Çandî û Sewaldarî, û Rêveberiya Daristan û Parastgehan pê rabûne, sê mehan amadekarî jê re hatin kirin. armanca me ji binavkirina vê şitilgehê bi navê Hevrîn Xelef ew e ku em nirxekî pîroz bidin vê şitilgehê û berxwedaniya Hevrîn xelef û hemû jinan bi bîr bînin. Ev piroje girêdayî aborî ye û kedeke Hevrîn xelef a mezin di nav aborî de hebû, şitilgeh nêzî 9 hezar şitilan dihewîne. Em spasiya malbatên şehîdan û bi taybetî malbata şehîd Hevrîn xelef dikin û roja jinan a cîhanî li wan pîroz dikin.”

“Emê xeyalên Hevrînan bidin jiyîn”

Dayika Hevrîn Xelef Sûad Silêman keyfxweşî û serbilndiya xwe der barê vê rojê wiha anî ziman: “Ez 8’ê Adarê li mîmarê azadiyê, ronahiya milet û jinên bindest rêber apo ku ev riya azadiyê pêş wê kir pîroz dikim. pêwîste jin xwedî li 8’ê Adarê derkeve, di heman demê de xwedî li axa xwe derkeve, ji ber ku namûsa jinê axa wê ye. Ev roj bi saya berxwedaniya jin hat hilbijartin. Ev şitiligeh bi navê Hevrîn Xelef tê vekirin, ji ber ku dema ew bû Wezîra qada Aborî, xwest ku vê qadê pêş bixe da ku ji dijmin re bidê îsbatkirin ku jin berxwedêr, aborî, şervan û siyasetmedar e. Bila dijmin baş bizanibe ku wê jin xwedî li şehîdên xwe derkevin û armanca wan bihînin serî. Dê jin ji erdoxan re bêjin êdî bese ev axa me ye û ê ku vê axê piparêzin em in. Ez niha li Şitilgeha Hevrîn im, ji vê şitilgehê dengê xwe dişînim ji hemû jinên cîhanê re û dibêjim ku cejna 8’ê Adarê li we pîroz be.”