Fatima Al-Zehraa Ebu Zeid: Ji ber guherîna avhewayê min berê xwe da çandiniya avî

Di kursa perwerdeyê de li ser pirsgirêkên ku cîhan rûbirû ye mîna guherîna avhewayê, pirsgirêkên çandiniyê û birçîbûnê nîqaş hatin kirin. Tê zanîn Lîbya yek ji wan welatên cîhanê ye ku herî zêde ji avhewayê bi bandor bûye.

ÎPTÎSAM EXFÎR

Bîngazî- Çandiniya avî û girîngiya wê di hilberîna çandiniyê û parastina avhewayê de, projeya yekem e ku berhemên wê dê di demek nêz de li bazara Lîbyayê werin pêşkêşkirin.

Xwendekara Fakulteya Zanist û Teknolojiya Xwarinê ya li Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Trablusê û rêvebera cibcîkar a kompanya Qut a Hilberîn û Veberhênana Çandiniyê Fatima Al-Zehraa Ebu Zeid li ser fikra avakirina projeyê axivî û got ku wê bi kursek perwerdeyê dest pê kiriye û wiha domand: "Min û xwişka xwe ev proje xwend bi riya perwerdeya ku Enstîtuya Çandiniya avî li Nemsa pêşkêş kirî û perwerde li Tûnisê bû, heyama xwendinê zêdetirî mehek domiya.

Di kursa perwerdeyê de li ser guherîna avhewayê, pirsgirêkên çandiniyê hat rawestîn

Di kursa perwerdeyê de li ser pirsgirêkên ku cîhan rûbirû ye mîna guherîna avhewayê, pirsgirêkên çandiniyê û birçîbûnê nîqaş hatin kirin. Tê zanîn Lîbya yek ji wan welatên cîhanê ye ku herî zêde ji avhewayê bi bandor bûye.

Fatima Al-Zehraa Ebu Zeid bal kişand ser gelek agahiyên ku wê der barê metirsiyên guherîna avhewayê de girtine û wiha got: "Dema ku me dest bi hînbûna zêdetir li ser rastî û daneyan kir, mijar pir tirsnak bû, heta ava ku mirovan ji bo ava vexwarinê çêkiriye, di salên pêş de dê rawestin. Ev hemû karesat in ku haya me jê tunebû. Gava ku em di vî warî de bûn xwedî agahî min biryar da ku projeyek li Lîbyayê pêk bînim. Armanca min ew bû ku dawî li van bandorên avhewayê bînim û derfetên nû ji veberhênana çandiniyê biafirînim.

Bi xwişka xwe re beşdarî bernameya pêşengiyê bûn

Fatima Al-Zehraa Ebu Zeid, a 22 salî, gelekî ked û xebat da ji bo ku ji projeya xwe re fînans û sermayedarek peyda bike da ku fikra xwe bi pêş bixe û di rastiyê de bi cih bîne. Zanista ku wê ji perwerdeya li Tûnisê bi dest xistibû ne têrker bû ruxmî ku ji projeyê re piştgiryek hebû. Fatima wiha dibêje: "Ez û xwişka xwe beşdarî bernameya pêşengiyê bûn ku ew jî bernameyeke piştgiriyê ye ji Yekitiya Ewropayê û bi riya wê, bi sermayedaran re ji bo projeyan hevdîtin tên kirin. Bi riya wê yekê re me ji sermayedarekî piştgirî girt. Wî ramana me pir eciband û biryar da ku piştevaniyê bike em li bendê ne ku hilbir li sûkê were pêşkêşkirin da ku em refleksa gel binînin û piştre li ser pêşketina wê kar bikin.”

“Li gelek bajarên Lîbyayê xwarina bi tendurist tune ye”

Der barê hilbijartina navê Qut ji bo kampanyayê Fatima Al-Zehraa Ebu Zeid wiha behs dike: "Peyva Qut tê wateya ewlekariya xwarinê û di projeya xwe de em li ser vê yekê hewl didin. Ji ber ku di van demên dawî de gelek bajarên Lîbyayê ji nebûna peydakirina ewlekariya xwarinê êş kişandine û ev pirsgirêk bi awayekî giştî rastî dewletê û bi awayekî taybet jî hemwelatiyan tê.”

Der barê berhemên ku dê niha derxin bazarê de, hat dîtin ku dê destpêkê sebzeyên pelgeyî, paşê jî fêkiyan pêşkêş bikin û wiha lê zêde kir: "Me niha zeviyek çandiye û her parçeyek me ji bo çandina cureyên zebze veqetandiye.”

“Çandiniya li cihên avî zûtir çêdibe”

Têkildarî  girîngiya projeyê û feydeyên ku ji bo civakê dide, Fatima Al-Zehraa Ebu Zeid diyar kir ku faydeya sereke ya vê projeyê ew e ku demê kurt dike û avê teserûf dike, wekî mînak çandina pelan bi giştî di nav axa normal de sê heta çar mehan digire ji bo mezinbûnê. Lê çandiniya avî, herî zêde ji mehekê heya meh û hefteyek digire û paşê mezin dibe. Bi çandiniya cihên avî em demê kêm dikin. Di heman demê de, hilberandin an hêza hilberînê dê bi qasî du caran ji berhemên ku di axa normal de mezin dibin zêdetir be. Her çend em heman deverê diçînin ku di her metreya çargoşe di çandiniya avî de, hilbir bi qasî heft û neh carî zêde dibe. Em vexwarina avê bi qasî ji sedî 90 kêm dikin, her çend ew bi giranî çandiniya bi avê ve girêdayî ye jî.”

Der barê cudahiya di navbera karê wê û xebata koma mayî ya ku perwerde dîtiye de, Fatima Al-Zehraa Ebu Zeid da zanîn ku piştî vegera wan ji bo Lîbyayê, ciwanên ku di tîmê de bi wan re bûn, piştî ku ji tîmê derketin çûn aliyê perwerdeyê. Lê wan ew wek karsaziyek li ser erdê kir û ew ê di demeke nêz de berhemên xwe derxin bazarê.

“Proje ji bo parastina avhewayê û xwarina bi tendirust dibe alîkarî”

Di dawiya axaftina xwe de, Fatima Al-Zehraa Ebu Zeid destnîşan kir ku projeya wê û xwişka wê di parastina avhewayê û bidestxistina ewlehiya xwarinê de alîkariyek mezin e û wiha domand: "Çandinî li cihek girtî ye û kontrolkirina hemû şert û mercên avhewayê yên ku alîkariya mezinbûna nebatan dike wekî germahî, nem û ronahiyê, hin taybetmendiyên xwe yên diyar hene ku pêşî li bikaranîna dermanên zirarê didin axê digrin, bikaranîna avê kêm dikin û bi vî awayî wê diparêzin.”