Tirkiye bi hedefgirtina cihên dîrokî hewl dide li heremê jiyan û dîrokê vemirîne

Dewleta tirk a dagirker bi riya êrîşan dixwaze dîrok û çanda Kurdan tune û binpê bike, der barê mijara êrîşên ku li ser cihên dîrokî di 20'ê Kanûnê de li gundê Xeran Şemsê û Gundê Mezin pêk hatin de dayikên Efrînê yên li navçeya Şêrawayê de dijîn dibêjin: "Erdogan bi riya êrîşên li ser cihên dîrokî dixwaze çanda Kurdan binpê bike û Împratoriya Osmaniyan vejîne. Em tu carî ji êrîşên dewleta tirk a dagirker natirsin."

 
ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Dewleta tirk a dagirker bi çekên giran di dîroka 20'ê kanûna 2021'ê de êrîşê navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê ya ku bi cihên dîrokî û kevnar tê naskirin kir. Êrîşên ku di dîroka 20' kanûnê de ji aliyê dewleta tirk a dagireker û komçeteyên bi navê cur be cur ve li ser cihên dîrokî li gundê Mezin û Xirab Şemsê yê navçeya Şêrawayê êrîş pêk anîn, di encama êrîşên bi çekên giran de gelek zirar gihîştin cihên dîrokî. Ew cihên dîrokî bûn qurbaniya êrîşên dewleta tirk a dagirker û komçeteyên wê. Tirkiye bi riya êrîşên li ser cihên dîrokî dixwaze çanda Kurdan û nasnameya herêmê binpê bike û bixe bin dagirkeriya xwe. Dewleta tirk a dagirker dixwaze bi riya êrîşên xwe vemirandinek di cihên dîrokî de çêbike û împaratoriya Osmanî vejîne, ji ber ku cihên dîrokî gelek di çanda Kurdan de pîroz tên dîtin. Dewleta tirk a dagirker bi hêvî ye ku cihên dîrokî yên bi hezaran salan hatine demizrandin tune bike.   
"Heya ku em sax bin em ê li ber xwe bidin"
Dayika Ezîze Hisên 55 salî ye ji gundê Mezin ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ye, diyar kir ku dewleta tirk a dagirker her tim dixwaze êrîşê cihên Kurdan ên dîrokî bike û wiha pêde çû: "Em bi êrîşên dewleta tirk a dagirker re rû bi rû dimînin lê em tu carî dest ji berxwedana xwe bernadin. Dewleta tirk a dagirker bi riya êrîşên xwe dixwaze cihên Kurdan ên dîrokî tune bike, tu kes nikare me ji çanda me dûr bixe ne êrîş, ne gef û ne jî topbaranên dewletan. Em ji welatê xwe dernakevin û ji ser axa xwe naçin tu deverên din, heya em sax bin, em ê berxwedana xwe bidomînin. Banga min ji hemû dewletên navneteweyî re ew e ku êdî çareseriyek ji Erdogan û êrîşên dijmirovî re bibîne. Ev bû demeke dirêj ku dewleta tirk a dagirker êrîşî mirovên sivîl dike. Bila em bi rûmet bimrin lê jiyana bê axa xwe nejîn."
"Êrîşên dewleta tirk a dagirker çavên me natirsînin"
Dayika bi navê Sîham Reşîd 60 salî ye ji gundê Ehrezê yê kantona Şehbayê ye, jiyana xwe li gundê Mezin ê navçeya Şêrawayê derbas dike destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker bi êrîşan hewl dide cihên dîrokî yên Kurdan tune bike lê dê tu carî negihîje xeyalên xwe û wiha got: "Heya ku hêza me hebe em ê li ber xwe bidin, ji bo jiyana bi rûmet bijîn. Tevî êrîşên li ser gund jî em kar û xebatên xwe berdewam dikin û ji êrîşan natirsin. Dewleta tirk a dagirker bi riya êrîşan hewl dide Kurdan tune û qir bike lê em tune nabin. Di demên dawiyê de êrîş li gundê xirab Şemsê û Gundê Mezin, ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komçeteyên wê ve bi çekên giran û topbaranê hatin kirin û cihên dîrokî hedef girtin."
"Bi riya êrîşên li ser cihên dîrokî dixwaze çanda Kurdan tune bike"
Jina bi navê Henîfe Cimo ya 40 salî ji gundê Mezin ê navçeya Şêrawayê ye bal kişand ku ew roj bi êrîşên dewleta tirk a dagirker rû bi rû dimînin jî wiha got: "Zehmetiyên ku em bi wan re rû bi rû dimînin zêde ne, ruxmî êrîşan em di mala xwe de jiyana xwe berdewam dikin û ji axa xwe dûr nakevin. Dewleta tirk a dagirker Kurdan, bi taybetî cihên dîrokî kiriye hedef ji ber ku cihên dîrokî çandeke ji çandên Kurdan in. Li Efrînê cihên dîrokî hatin topbarankirin û berhem hatin dizîn bi vê yekê dewleta tirk a dagirker dixwaze topbaranên xwe dubare bike."
"Her tim cihên dîrokî tên hedefgirtin"
Berdevka Rêxistina Kongra Star a gundê Mezin ê navçeya Şêrawaya girêdayî Efrînê Leyla Hesen jî wiha axivî: "Jinên ku li gundê Mezin dijîn her tim zehmetiyan ji aliyê êrîşan ve dibînin. Dema ku dewleta tirk a dagirker êrîş dike cihên dîrokî hedef digre, ji ber ku cihên dîrokî nasnameya gelê Kurd in. Armanca dewleta tirk a dagirker hedefgirtna cihên dîrokî yên li Efrînê, li Şêrawayê dubare bike lê dewleta tirk a dagirker nikare nasnameya Kurdan bi riya êrîşan tune bike ji ber ku Kurd tu carî nayên tunekirin. Dema ku dewleta tirk a dagireker êrîş dike li gundê Kilûtê êrîş pêk tîne ji ber ku ew gund bi cihên dîrokî tê naskirin. Em wekî şêniyên navçeya Şêrewayê tu carî dest ji berxwedana xwe bernadin."