Li Idlibê navendên perwerdeya jinan zêde dibin

Ji bo ku mirov bibe xwedî pîşe û debara jiyana xwe bike, pêdivî bi perwerdeyê heye. Li Idlibê navendên jinan ên heyî hewl didin meyla jinan a ji bo pîşeyan bi perwerdeyên ku didin pêk bînin da ku jin bibin xwedî kar û pîşeyê dixwazin bikin.

SOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Navendên jinan ên ku dixwazin jinan perwerde bikin û alîkariya wan bikin, ji bo fêrî jêhatîbûnan bibin û gelek pîşeyan hîn bibin li Idlibê zêde bûne. Ji bo ku rola jinan aktîf bibe, wan amade dikin û alîkariya wan dikin ku bikaribin zarok û malbata xwe xwedî bikin, di nava vî şerê ku bandorê li mirov û kevir kiriye de.
Sabah Al-Seîd a 32 salî got: "Min xwesteka xwe ya fêrbûna kuaforiyê piştî perwerdeya ku  zêdetirî sê mehan domiya bi pêk anî. Hezkirina min a ji zaroktiyê de alîkariya min kir ku fêr bibim lê têkoşîna min bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ma. Ji ber ku rê li ber destkeftiyên min girt, a herî girîng ji wan, peydakirina diravê ku dikare alîkariya min bike da ku ji xwe re cihekî kar vebikim.
Bi sê zarokên xwe re di nava tengasiyê de dijî
Sabah Al-Seîd bi rastiyek tal re rû bi rû ma û wiha got: "Sûda ji fêrbûna pîşeyê bêyî bidestxistina karekî çi ye? Ma ji bo ku ez karibim vî pîşeyî bikim pêdivî bi alav heye da ku tiştê ez fêr bûme li vê cîhanê bi cih bînim.”
Sabah Al-Seîd du sal berê ji bajarê Maarat El-Numan koçber bû. Ew li kampên Barisha, li bakurê rojavayê Idlibê, bi cih bû. Piştî girtina hevserê xwe di dawiya 2017’an de û ji wê hingê ve, ji tengasiya jiyana bi sê zarokên xwe re êşê dikşîne. Ew hewl dide bibe xwedan pîşeyek ku dê alîkariya wê bike da ku bikaribe berdewam bike lê fêde nake. Ew hîs dike ku li ser malbata xwe ya ku lê dimîne barek e, ji ber ku ew barê lêçûnên wê û lêçûnên zarokên wê hildigirin.
Dixwest xeyala xwe ya ji bo pîşeyek pêk bîne
Rewşa Shahla Al-Sawaf a 28 salî, ne ewqas baş bû, ji ber ku wê jî nikaribû xewna xwe ya xwenaskirinê bi meşandina pîşeyekê bimeşîne. Ew dibêje: "Dema ku min vekirina kursên jinan li Salqînê bihîst, ez bextewar bûm û ji bo min ew tenê şansek e ku ez di bin şert û mercên pir xirab de li ser lingên xwe bisekinim lê mijar ne ewqas hêsan bû.” 
Shahla Al-Sawaf rojane û berdewam beşdarî navenda perwerdeyê dibû û dikaribû pîşeya hemşîretiyê bi gelek jêhatîbûn, xwestek û coşî fêr bibe û di dawiya perwerdeya çar mehan de bawernameya serkeftinê wergirt lê bidestnexistina wezîfeyekê yan derfeta kar ji bo wê şokek bû ku xewn û hêviyên wê yên xweş têk bir.
Wê hewl da ku ji bo zêdetirî valahiyek bi tenê jî serî li nexweşxaneyên giştî û taybet û bijîşkan bide lê bi ser neket û ew nizane gelo sertîfîkaya wê dê bi dîwarên xanî ve daliqandî bimîne yan dê rojek sûdê jê bigre.
Gelek kes beşdarî kursên pîşeyî dibin
Shahla El-Sahaf destnîşan dike ku piraniya karên berdest ên ku serlêder beşdarî pêşbaziyê dibin pêdivî heye ku ji enstîtuyek an zanîngehek belgeyek werbigrin û dûre jî tecrubeyeke ku  ji du salan ne kêmtir be xwendibin. Jixwe sertîfîkaya wê tenê wek kursek perwerdeyê ye û ew tu tecrubeya salan bi dest naxe ji ber ku heya niha derfeta kar ji bo wê çênebûye her çendî ku ew ji kursek perwerdeyê zêdetirî salekê derçûye jî.
Perwerde ji hêla navendên perwerdeya jinan ve li seranserê Idlibê hatine pejirandin û ji jin û keçên ku beşdarî pîşeyên dirûtin, kuaforî, çêkirina şirînahiyan, tevna hirî û yên din bûne pêk hatine. Lê belê derfet ji wan re hindik dimîne, ji ber ku xêrxwaz tune ne û projeyên wan bê piştgirî dimînin.
“Lêgerîna ji bo kar tişta herî zor û zehmet e”
Der barê zehmetiyên ku perwerdekar piştî bidawîkirina dewreya perwedeyê pê re rû bi rû dibin de Ramia El-Eid a 40 salî, yek ji rahênerên Navenda Jinan a Idlibê dibêje ku êşa lêgerîna kar dijwariya herî girîng e ku rastî perwerdekaran tê piştî qedandina heyama perwerdeyê û wergirtina sertîfîkayan ji navendên pispor ku ew jî van derfetan ji wan re peyda nake.
Li gorî nivîsgeha "Koordînatorên Bersiva Sûriyeyê" rêjeya bêkariyê li Idlibê di navbera ji sedî 78 û 80 ji niştecihên herêmê de ye, di heman demê de jinên ku şer ew kirine rewşek xirab jî koma herî bi bandore dibin ew in.