Dayika 5 zarokan bû lê bi wêrekî û dilxwazî li dijî DAIŞ`ê şer kir

Helîm Osman a 43 salî dayika 5 zarokan e, di êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên di 15’ê Îlona 2014`an de li ser Kobanê, di eniyên şer ên destpêkê de cih girt û axa xwe parast. Helîmê destnîşan kir ku parastina şoreşa Rojava û destkeftiyan bi xwedîderketina li rihê berxwedana Kobanê pêkan e.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Çeteyên DAIŞ`ê di Îlona 2014`an de bi rengekî hov êrîşî Kobanê kirin. Li hemberî êrîşên dijwar şervanên Yekîneyên Parastina Jin û Parastina Gel her wiha bi sedan welatî ji jin, mêr û ciwanan xwe birêxstin kirin, bi dil û can parastina Kobanê kirin. Gelek aliyên balkêş ên berxwedaniya Kobanê hebûn. Di wî şerî sedsalê de dayik û zarok, bav û zarok, hevjînên hev, xwîşk û bira her wiha şervanên ji her çar perçeyên Kurdistanê di heman eniyan şer de cih girtin, birîndar bûn û gelek ji wan jî jiyana xwe ji dest dan. 
Îro 15`ê Îlonê 7'emîn salvegera êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Kobanê ye. Di vê dîrokê de berxwedana tunekirina DAIŞ`ê dest pê kir, li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re belav bû, herî dawî jî di 23`ê Adara 2019`an de li Baxozê bi dawî bû û serkeftin, azadî û têkbirina terorê bû para gelên berxwedêr û azadîxwaz.  
       
Di berxwedaniya Kobanê de bi sedan jinên ku beşdarî şer bûn û li dijî çeteyan şer kirin hene. Yek ji wan Helîm Osman a 43 salî ku dayika 5 zarokan e. Helîm li bajarê Kobanê ji dayik bû û ev 21 sal in zewciye. Ji biçûkaniya xwe de li ser bingeheke neteweyî û welatparêzî mezin bû. Ji ber vê wê bi rengekî çalak rola xwe di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de lîst û li dijî tevahî êrîşên li ser welatê xwe, şer kir. Helîmê cihê xwe di gelek xebatan de girtiye lê ji ber ku herî zêde ji qada leşkerî hez dike, 7 salan di hêzên ewlekariya hundirîn de ma. A niha jî xebatên Rêxistina Sara ya li djiî tundiya li ser jinan dike. Tevî ku Helîm dayika 5 zarokan bû û zaroka xwe ya herî biçûk jî dimêjand, di eniyên şer ên destpêkê de cih girt û parastina axa xwe kir.
Helîmê bi wesîleya salvegera êrîşên li ser Kobanê, li muzexaneya şer a Kobanê bîranîn û hestên xwe ji ajansa me re anî ziman.
"Îlon ji bo min gelek bi wate ye" 
Helîmê di destpêka axaftina xwe de behsa jiyan û destpêka êrîşan kir û got: "Em di meha Îlonê de ne, salvegera êrîşên li ser Kobanê ye, di van rojan de hemû hest, bîranîn û bûyerên ku ez di wê demê de jiyam tên bîra min. Beriya Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an, me xebatên meclisa gel bi rengekî veşartî didan meşandin. Piştî salekê êdî xebatên xweparastinê dest pê kirin, ji lewre min yekser berê xwe dayê û cihê xwe di nav de girt. Di 2012`an de hêzên Asayîşê (Ewlekariya Hundirîn) ava bûn lê pêwîst bû ku di nav de hêza jinan a taybet jî ava bibe. Ez jî ez derbasî Asayîşa Jinan bûm. Di 2013`an de Cebhet El-Nusra êrîşî Girê Spî kir û pê re êrîşî gundewarên li Rojhilatê Kobanê jî kir. Êrîşên dijwar dihatin kirin, em jî bi erka xwe radibûn û me êrîş red dikirin. Piştre Cebhet El-Nusra ket bajarê Cerablûsê, ji lewre êrîş ji gelek aliyan ve hebûn."
Di gelek eniyên şer de cih girt
Helîmê beşdarbûna xwe ya di eniyên şer de anî ziman û got: "Hevjînê min jî di hêzên asayîşê de bû, ji ber vê em bi hev re di eniyên şer de bûn. Her çendî rêveberiya me qebûl nedikir ku du kes ji heman malbatê bi taybetî jî dayik û bav di şer de bimînin jî min bi îsrar û dilxwezî  karê xwe kir. Min û hevjînê xwe ji têkiliya malbatî zêdetir, me weke hevalên hev bajarê xwe ji êrîşan diparast. Dema ku me êrîşên Cebhet El-Nusra şikandin, êrîşên çeteyên DAIŞ`ê dest pê kirin. Min wê demê cihê xwe di eniyên şer ên girê Sêvê, Girê Çarqlî, gundê Cirin û Xirab Eto de girt. Her wiha me her tim kom diguhertin. Pişt re hêdî, hêdî şer gihîşt navenda bajarê Kobanê. Me agahî girt ku hinek hevalên me li Miştenûrê ketin çemberê, dema em gihîştin wir şer gelek dijwar bû ji ber vê em jî ketin çemberê û pişt re komke din hat em hemû rizgar kirin."
Gotin têrî şîrovekirina Îlona 2014`an nakin
Helîmê di domandina axaftina xwe de dirêjî da gotinên xwe û got: "Beriya êrîşa li Kobanê, komkujiya ku li Şengalê çêbû tevahî gel tirsandin. Piraniya gelên li gundewaran ji ber êrîşan derbasî navenda bajarê Kobanê bûn, bi vê yekê re êdî tirseke mezin belav bû. Gel bawer nedikir ku Kobanê bi şerekî mezin re rû bi rû ye, gel şoq derbas dikirin û digotin wê heman tiştê li Şengalê çêbûye li Kobanê jî çêbûbe. Li ser vê bingehê bi hezaran malbat koçber bûn. Beşek ji wan li Bakurê Kurdistanê bi cih bûn, ên din jî di kampan de û gelek malbat jî destên wan ji Kobanê nedibû, ji ber vê ew li ser sînor man. Tevî vê yekê jî bi sedan welatiyên ji Kobanê şerê gelê Şoreşgerî ji xwe re bingeh girtin û li rex şervanan man. Malbata hevjînê min wê demê zarokên min bi xwe re derbasî Bakurê Kurdistanê kirin, min wê demê zaroka xwe ya herî biçûk dimêjand. Ez 35 rojan di şer de mam her wiha hevjînê min jî di şer de bû û ew heta rizagarkirinê ma û birîndar jî bû. Lê ji ber ku zarok biçûk bûn, ez neçar mam derbasî Bakurê Kurdistanê bibim. Li wir polîsên tirk ez girtim û du rojan di di binçav de mam."
"Kobanê ji bo min bû tecrubeyeke dîrokî"
Helîma Osman axaftina xwe bi banga xwedîderketina li rihê berxwedana Kobanê bi dawî kir û got: "Berxwedana ku li Kobanê çêbû dengvedaneke cîhanî da. Divê ku em weke gelê Kobanê û tevahî Rojava tecrubeyeke mezin jê bigrin. A niha jî ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê nikaribûn Kobanê dagir bikin, dewleta tirk hewl dide heman tiştî bike. Koçberiya me dît, ji bo min bû ders ku êdî çi bibe jî ez ji axa xwe dernekevim. Bila ez û zarokên xwe li Kobanê birrin lê bila em perîşan nebin. Ez bi wesîleya salvegera êrîşên DAIŞ`ê yên li ser Kobanê bang dikim ku em bi rihê berxwedaniya Kobanê êrîşên heyî têk bibin û bajarên xwe yên dagirkirî rizgar bikin."