Bijîşk Layalî Akoush di kilînîka xwe de xwendekaran perwerde dike

Bijîşka diranan Layalî Akoush piştî qedandina zanîngeha dektortiya diranan, bejdarî gelek qûrsan bûye, hem kar kiriye hem jî tecrûbeyên xwe bi xwendekaran re par kiriye. Layalî Akoush li kilinika xwe li gel xizmeta tenduristiyê ji bo stajê cîh ji xwendekarên ku zanîngehê diqedînin re jî vedike û li gel xwe perwerde dike.

 
NOOR SURİB
Yemen– Bijîşka diranan Layalî Mihemed Salim Akoush di sala 2010'an û 2011'an de li Zanîngeha Aden Faktulteya Tibê Beşa Diranan temam kiriye. Bijîşk Leyalî Akoush bi qasî xizmeta tenduristiyê giringiyê dide perwerdê jî û jinên ciwan hînî bijîşkiya didanan dike. Ew xwendekarên zanîngehê yên beşa diranan diqedînin ji bo stajê digire gel xwe û bi wan re dibe alîkar. Ji ber bidildarî dixwaze xwenekarên wî beşî xwendî perwerde bike, ji bo wê jî hemû tecrubeyên xwe bi wan re par dike. Layalî diyar kir ku piştî qedandina  beşa dirana wê di kilînîka xwişka xwe de dest bi kar kir û dû salan li wir kar kiriye heta biryar da ku kilînîkek girêdayî xwe veke. Layalî di kilînîka xwe de h em nexweşên diranan bi bihayek kêm tedawî bike, hem jî bê heqdest jinên ciwan hînî karê xwe dike.
Bi rêya qûrsên Tibî pîşeya xwe pêşxist
Dektora Layalî Akoush diyar kir ku wê tecrûbe û pîşeya xwe ya di warê tiba diranan de bi rêya qûrsan pêşxistiye û wiha domand: “Ez bejdarî gelek qûrsên tiba diranan bûm. Li Misir û Hindistanê min qûrsên rastkirina diran û kozmetîkê dîtin û li hinek qûrsên din yê xweşikirin û Kozmetîkê li Emerîkaya Latînî bi rêya teknolojiya onlîne dîtin. Her wiha min qûrsên wênekêşiya girêdayî tiba diran jî dît. Beşa wênekêşiya Fotografan ya girêdayî tiba diranan gelek giringe. Di vî beşî de ez zehmetiyan dikêşim ji ber piraniya nexweşên jin berê xwe didin klînîkê ew keşana fotoyê didanê wan yê beriya rastkirina diranan û piştî wê red dikin tevî ku em tenê wêneyê diranan dikşînin jî lê ev nayê qebûlkirin û ev tişt min xemgîn dike.”
Parvekirina serpêhatiyan
Ji ber ku Laylî  bizîşka ku girîngiya perwerdehiyê û qûrsên perwerdehiyê li bajarê Aden ku piştî 5 salan vegeriya û bû xwedî tecrûbe di derbarê tecrûbeyên xwe de wiha dibêje: “Min her tim meraq dikir ku çi kêmaniya me ji bizîjkên din yên cîhanê heye, defetên di destên wan de di destê me dejî hene ji ber vê yekê min biryar da ku ez fêr bibim ji ber ku derfetê min hene. Li Aden ji bo xwendekarên tibî (bijîşk) qûrsên perwerdê hebûn, lê demê ku min zanîngeh qedand kors hatin sekinandin. Min biryar da ku ez li derveyî Yemenê biçim bejdarî qûrsan bibim ji ber pêwîstiya min pê hebû. Li Misrê dû mehan ez bejdarî qûrsê bûm, tevî ku derketin hinek zehmet jî bû lê min cardin bi serkeftî xwend. Ez fikirîm ku ez dikarim van agahiyan bighînim  hindirê Yemenê ji ber ku pir kes nikarin fêrbûnên van qûrsan bibin ji derveyî welat. Ji ber vê yekê ji qûrsan bêpar dimînin, tekildarî vê mijarê min destûr ji bizîşkên ku di qûrsan de ders dane min girt û wan destûr da min ji ber ku wan jî ji derveyî welatê xwe qûrs ditîbûn û anîne hundirê welatç xwe. Her wiha ez vegeriyam herêmê û tiştê ku ez fêr bûm min vegeran hindirê herêma xwe û min gelek piştgirî ji yekîtiyê girtin ku ev tişt li ser min hêsan kirin.”
“Hinek bizîşk berê xwe didin Adenê da ku bejdarî qûrsan bibin”
Layalî Akoush xwediya kilînîka Diranan ya xêrxwazî û Estetîkê di derbarê vekirina qûrsa xwe ya yekem de wiha got: “Min qûrsa yekem li ser rastkirina diranan bi rêya celseyên dem dirêj vekir pişre min qûrsa tiba diranan ya kozmetîk û bedewbûnê vekir. Niha jî hin bizîşk berê xwe didin Adenê da ku bejdarî qûrsan bibin. Ev yek sûdek mezine ji bo her bizîşkê ku li qûrsan digeriyan da ku rêbazên nû û pêşketî bidest bixe. Bizîşkên jin û yên mêr yên beşa tiba diranan ji ber aloziya ku herêm têre derbas bûye êş dikşînin, eve li pêşiya derfetên wan dibe asteng ku bejdarî qûrs û konferansên derve yên navneteweyî bibin da ku pîşeya xwe pêşbixin.”
"Şer bandorek neyînî li ser karê bizîşkî û  jiyana me kir"
Layalî Akoush bal kişand li ser bandora şerê domdar ku li ser karê wê jî bandor dike û wiha dom kir: “Şer bandorek neyînî li ser jiyana me kir. Mînak hilweşîna dravên neteweyî hişt ku xwendekarên jin ên ku li dibistanên taybet dixwînin bi zehmetiyên mezin re rû birû bimînin. Heya niha jî pereyên Yemenê (riyal) roj bi roj bê qîmet dibe û bilind dibe, ev jî li pêşiya bizîşkên jin dibe asteng û nahêle ku kilînkên taybet vekin. Pereyên ku em qezenc dikin em li amûrên ku em di karên xwe de bikar tînin xerç dikin. Ez wekî bizîşkek ku xwediya kilînîkême  di warê darayî de êşê dikşînim. Ji ber ku têkçûna pereyê Yemenê astengiyek mezin li pêşiya me da avakirin ji ber ku amûrên ku em bikar tînin em ne bi pereyên Yemenî dikirin ji ber vê pir bihane û em bi pereyên pir biha dikirin û em nikarin bi heman şêwazî li nexweşan meyze bikin. Xwendekar hindekê enerjiya xwe ya famkirinê winda dikin. Kar û barên bingehîn yên nebaş hişt ku xwendekarên jîr biçin derveyî welêt da ku baî bixwînin, lê xwendekarên ne gengaz li kombûnên tenduristiyê yên herêmî û li klînîkên taybet digerin da ku ji bo xwe li fersendek bigerin serlêdan bikin û ji ber ku hejmara xwendekarên zanîngeh qedandîn zêdene, em nikarin hemûyan qebûl bikin û qûrs bidîn wana. Her wiha şer astengiyek pir mezin li pêşiya karê me û jiyan me daye avakirin.”
“Hewldan û xîret ji bo gihîştina serkeftinê girîng e”
bijîşk Layalî Akoush di derbarê domandina perwerdeyên di pêşerojê de wiha dibêje: “Beriya  derketina vîrus korona min bi bijîjkên dervî Yemê re têkilî danî û min rê dan ku perwedeyê di astek bilind de vekim da ku ez rasterast li hundurê welêt û bizîjkên din yên dervayî welat em li hev bikin û komxebatekê bidin destpêkirin. Bi rêya danûstendina vîdyoyê yan jî bi rêya Internêtê  bi min re pêşkêş bikin. Lê ji ber belavbûna vîrus korona, ew ji wan re zehmet bû ji ber hemû karê wan bi rêya danûstendina medyaya dîjîtal bi rêve diçû. Beşdarbûna wan ya bi min re di nexşeya perwerdeyê de, ji ber vê yekê min demekê kar sekinand. Tevî  westandin, zehmetî û domandina şer hêvî dimîne, pêşniyara min ji hemû bizîjkên nû re nehêlin bê hêvîtî bi wan re çêbibe, ji ber ku hewil û xîret ji bo gihîştina serkeftinê gelek girîng e.”