Huda Naim: Ger jin armancek diyar bikin dikarin pêk bînin

Huda Naim der barê peywira ku girtiye ser xwe de got ku şert û mercên bûn sedem vê wezîfeyî bigre ser xwe, salên xebata wê ya li zanîngehê bûn, li wê derê wê xwe amade kir ku bibe cîgir û da zanîn ku di sala yekem a xwendina zanîngehê de bi riya hilbijartinê, bûye endamek di meclisa xwendekaran de, vê yekê jî wê kiriye xwedî tecrube.

 
REFÎF ISLÎM
Xeza - Gihîştina jinan bo navendên biryardanê li welatên Ereb ne karekî hêsan e. Ji bo wê yekê hewceyî xebatên domdar in, bi taybetî li cih û herêmên ku di bin serweriya mêran de ne, ji bo jin bikaribin armancên xwe pêk bînin, ev yek zêdetir xwe ferz dike.
Cîgira Encumena Zagonsaz Huda Naim di dema hevpeyvînek bi ajansa me re eşkere kir ku gihîştina wê ji bo Encûmena Zagonsaz di şevekê de çênebûye, berevajî wê gelek dem wê hewl û ji bo armancên xwe xebitî. Cigar Huda Naim teqez kir ku ezmûna wê di nav partiyeke îslamî de mijarê dijwartir kiriye ji ber ku ne hêsan e mirov di çarçoveya partiyên îslamî de mêran bide bawerkirin ku jin dikarin bi hişmendiyeke bêalî biryar bidin.
Huda Naim dibêje ku ketina wê ya Encûmena Zagonsaz bi riya hilbijartinên di nav hukumeta Hamasê de li Xezayê pêk hat. Ji destpêkê ve ji ber tomara karên xwe yên berê û karûbarên ku wê ji jinan û civakê re kiriye, ji bo namzediyê hat hilbijartin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her keçek ku xeyal dike li şûna min be divê gelek hewl bide û nêzî mirov û civakê bibe da ku alîkariya wan bike û bi destên wan bigre ji ber ku ew ê paşê piştgiriya wê bikin.”
Bi riya meclisa ku ji çar xwendekaran pêk dihat bi ser ket
Der barê şert û mercên ku hişt Huda Naim vê wezîfeyî bigre ser xwe de jî dibêje ku salên xebata wê li zanîngehê ew amade kir ku bibe cîgir û xwe bi riya hilbijratina xwe bibe endamek di meclisa xwendekaran de li zanîngehê di sala yekem a xwendinê de. Bi rastî jî ew bi riya meclisek ku ji 4 xwendekaran tenê pêk tê bi ser ket. Jixwe hejmara xwendekarên wê demê li zanîngehê ji pêncî derbas nebû û wê bi şopandina karûbarên xwendekarên jin û çareserkirina hemî pirsgirêkên wan dest bi berpirsyariya xwe kir.
Lê ew neçar ma ku xwendina xwe rawestîne ji ber tengasiya darayî ya ku malbata wê kişand, ji ber vê yekê wê biryar da ku bixebite da ku dirav bide hev û zanîngeha xwe paşê biqedîne. Piştre wê kar li zanîngehê dît û di pirtûkxaneyê tayîn bû û diyar kir ku di dema xebata wê ya li pirtûkxaneyê de xwendekar diçûn cem wê û ji wê alîkariyê dixwestin wekî berê lê bêyî destûra zanîngehê alîkariya wan dijwar bû, ji ber vê yekê wê mijar ji rêveberiyê re ragihand ku dîsa karê xwendekaran li zanîngehê bigre ser xwe.
Alîkariya xwendekarên ji derve dihatin kir
Huda Naim da zanîn ku di wê demê de, xwendekarên ji Iraq û welatên Xelîcê ji bo temamkirina xwendina zanîngehê ber bi Xezayê ve çûne, wê alîkariya xwendekarên derve dikir ku cihên guncan bibînin û dixebitî ku alîkariya diravî bide da ku lêçûnên xwendina hin xwendekarên din bide. Ji bilî çavdêrîkirina gelek çalakiyên derveyî zanîngehê yên wekî şano û geştiyarî. Di nav karê wê de danûstandin jî bi zanîngehê re hebû da ku jûreyên guncan ji bo xwendinê peyda bikin.
Sê sal şûnda, Huda Naim lîsansa xwe ya di xebata civakî de temam kir. Wê dema ku karûbarên xwe ji xwendekarên jin re peyda dikir tiştê ku dixwend xebitand, di heman demê de nameyek ji bo giliyên derve peyda kir di rewşek ku yek ji keçan şerm kir biçe cem wê. Wê anî ziman ku ew yekem kes bû ku ramana yekîneyek şêwirmendiya psîkolojîk û civakî ya akademîk ku niha zanîngeha Islamî ya li Xezayê li ser dixebite, dît. Ew piştî çend salan bû berpirsa dosyaya xebata xwendekar û hemû geşedanên wê, ya herî girîng hilbijartinên meclisa xwendekaran e
Ji ber pêşdaraziya wekîlan wê her gav xwe di pêşbaziyê de hîs kir
Li ser vegera karê xwe di Encûmena Zagonsaz de, Huda Naim dibêje ku ji roja ewil ku dest bi wezîfeyê kiriye ve, rewşek pêşdaraz û şopandinek dijwar a wekîlan ji bo wê hebû, ji ber vê yekê ew her gav pê dihesiya ku di pêşbaziyek mezin de ye di guherandina ramanên wekîlan de ka jin çi ye û dikare çi bike, nemaze ku ew jina yekane ye di nav wan de û wiha axaftina xwe domand: "Piştî serkeftina min di rakirina van ramanan de, min hewl da ku li parlamentoyê hucreyek jinan çêbikim ji çend jinên xwedî pêwendiyên siyasî yên cuda re lê ez  bi ser neketim.”
Li gorî Huda Naim, ew dibîne ku ji ber redkirina kesayetiyên femînîst ku dev ji partiyên xwe berdin û di nav komek femînîst a ji jinan re xizmet dike de bibin yek, tu feyde nekir. Her wiha pejirandina guheztina hin qanûnên ku ji berjewendiyên jinan re xizmet dikin jî ji ber betalbûna Encumena Zagonsaz ji hêla serokê dewleta Filistînê, Mehmûd Ebbas ve, betal bû. Bi riya navenda xwe re, wê xwest ku jinan biparêze û mafên wan di perwerde, tenduristî û xebatê de bixwaze, ji ber ku jin tevahiya civakê ye û jê nayê veqetandin. 
Huda Naim teqez kir ku ew girîngiyek taybet dide dosyaya kesên astengdar, ji ber ku ew koma ku herî zêde hewceyê hêzê ne ew in, ji bo ku bikaribin doza mafên xwe bikin pir hewl didin. Her wiha bêtir bala xwe dide mijara şîdeta li ser jinan ji ber ku ew pirsgirêka civakî ya yekem e û têkildarî mezinkirina zarokên kur e lewre ji ber terzê mezinkirinê meyla mêran ji şîdetê re heye û bal kişand ku dê di bûyerên tundûtûjiyê de giraniya ceza nebes be, nemaze di bûyerên kuştina jinan de. 
“Sedema pirsgirêkên ku jin dikşînin zêdetir ji ber terzê mezinkirina zarokên kur e”
Huda Naim diyar kir ku piraniya pirsgirêkên ku jin dikşînin sedema wan a bingehîn, nezanîna zilam e lewre ji ber ku nezezan e nikara danûstandinê bi jinê re bike û wiha domand: "Em pêşniyar dikin ku ji bo guherandin û pêşxistina mufredatên perwerdeyê li cîhana Ereb, bixebitin da ku jîngehek saxlem peyda bikin, jinan tê de bihewînin û mafên wan ên xwezayî yên jiyanî nikaribin werin înkarkirin.”
Huda Naim hewl dide ku pêwendiya xwe bi hemû welatiyan re, nemaze bi jinan re çêke da ku li pirsgirêkên wan guhdarî bike û li gorî rewşa wan, berê wan bide bişîne navendên di wan waran de pispor ku dikarin pirsgirêkê ji kokê ve çareser bike. Di heman demê de rojane bi dehan telefon jê re tên, ji bilî peyamên ku jê re bi riya malpera tora civakî tên şandin. Di  dawiya axaftina xwe de got ku îro wê xwendina xwe ya masterê bi dawî kiriye û ji hemû jinan dixwaze ku dev ji maf û xewnên xwe bernedin ji ber ku ger jin ji xwe re armancek diyar kiribin, dikarin bigihîjinê.