“Min di xewnên xwe de jî gundê xwe didît”

Li Kurdistanê, di salên 1990’î de, bi hezaran gund hatin şewitandin, hilweşandin û valakirin. Gundê Erkentê ku girêdayî Berwariya Sêrtê ye; yek ji van gundan bû. Vesîle Bagriyanik a ku li gundê Erkentê ku 8 sal berê ji nû ve hat avakirin dijî, tiştên jiyaye bi van gotinan vedibejê: “Dema ku ez ji gund derdiketim min êşek mezin hîs dikir. Ew êşek wisa giran bû ku heya dawiya jiyana min tu carî ji dilê min dernakeve. Em hê jî wê êşê dikşînin. Pirsên wekî ‘Gelo dewlet wê rojekê were û dîsa me ji gundê me derxe û ew hovîtiyên ku me di sala 1993’an de dît, dîsa dê bîne serê me’ her dem di hişê me de ne."

PERÎ BAYAV
Sêrt- Di salên 90'î de li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê nêzî 3 hezar gund hatin şewitandin û valakirin. Yek ji sedemên herî girîng ên li pişt koçkirina bi hezaran welatiyên Kurd ber bi bajarên rojavayê Tirkiyeyê ve şewitandin û valakirina gund û malên wan e. Wê demê nêzî 4 milyon mirov; bêyî ku cih were diyarkirin, dem were dayîn, bêyî ku destûr were dayîn ku tiştên xwe û carna jî zarokên xwe bigrin, ji wan re qedexe bû ku vegerin warên xwe. Gundî bi feqîrî, birçîbûn, bêkarî û bi xema pêşerojê re tenê man. Ji ewlehiya jiyanê û alîkariya civakî bêpar, wan bêhêvî hewl dan jiyana xwe li bajaran bidomînin.
Nikarin ji bîr bikin…
Piştî 30 salan, di vî warî de hin gav hatin avêtin. Bi Qanûna Tezmînatê ya Hejmar 5233, vegera gund derket rojevê. Her çend dereng be jî dewletê destûr da vegera gundan û tezmînat da bedêla gundiyên ku bi lêçûna mal û milkên xwe ji neçarî koçber bûn. Wekî zarokê malbatek ku di salên 90’an de mecbûr ma koç bike, me tu carî nikaribû şopên ku vê rewşê li ser malbata min û gundiyên me hiştine ji bîr bikin. Tiştê ku qewimî hîn wekî xwe ye. Ez hîn jî dibînim ku ew çiqas xemgîn û qehr dibin. Nikarin ji bîr bikin. Em ê ji bîr nekin. Gundek tev şewitî. Her tişt bû xwelî. Tiştên ku me jiya, şopên wê demê zêde dike; her cara ku em li paşerojê mêze dikin, bi êşên xwe re perçe perçe dibin em.
Mourid Barghouti di pirtûka xwe ya bi navê "Filistîna Helbestvan" de qala erdên Filistînê yên piştî sî salan ziyaret dike de wiha dibejê; "Tiştên ku hûn wan dixwazin û bêriya wan dikin ne mekan in wan deman in lê şer li ser mekanan tê kirin. Tevahî çîrok li ser mekanan in. Ji bo tu nebî xwediyê mekan te asteng dikin bi wê yekê çi desteser dikin, ji te digrin... Bêrî û hesret şikandina îradeyê ye. Eleqeya wê bi kamilbûna bîranînê re tune ye.”
Her kes çû cihên cuda
Gundê Erkentê yê navçeya Berwariya Sêrtê yek ji wan gundan e ku di sala 1993'an de hat şewitandin û valakirin. Malbata min jî yek ji van niştecihên Erkentê bû. Dema ku ez hê pir biçûk bûm, piştî gundê me hat xirakirin û valakirin, malbata min neçar ma koçî Edeneyê bike. Di bîra min de tenê çend bîranînên piçûk ên gundê me hene. Piştî ku gund hat xerakirin û valakirin, hin gundî koçî Edeneyê, hin kes koçî Mersînê, hin jî koçî Dîlokê kirin. Malbatên ku ji bajarê xwe dûr ketin, li Çukurovayê xwe wekî kêmar hîs dikirin û xwe li diyasporayê didîtin.
Tê bîra min ku dayika min her dem digiriya
Asîmîlasyon, hesta aîdiyetê ya ku piştî koçkirinê li erdên bicihbûyî tê hîskirin yan nayê hîskirin, hesreta axa xwe ya li paşmayî, têkiliya di navbera gendeliyê û zêdebûna rêjeya sûc û koçberiya bi darê zorê, guherînên cîhana hestiyarî ya mirovên ku koç kirin, nêrîna wan a paşerojê, nebûna hêviya pêşerojê... Vana pir bandorê li jiyana wan dikin... Her çendî ez di temenê xwe yê biçûk de nikaribûm tiştên ku diqewimin fêm bikim jî di ferqa hinek tiştan de bûm. Tenê dema min wate dida tiştan zehmetî dikişand. Tê bîra min ku dayika min her dem digiriya. Xemgîn dibûm û ez ji bi wê re digiriyam. Her tim qala gund, bexçe, bizinên xwe û kûçikê xwe yê delal ê bi navê Nazê dikir. Dayika min behsa roja ku ji gund koç kirine, Nazê çawa di rê de li pey wan çûye û ji ber ku wan nikaribûye wî bi xwe re bibin çawa xemgîn bûye dikir. Rojekê, xeber hat ku Nazê piştî me miriye. Digel ku baş nayê bîra min jî, Nazê qet ji hişê min dernakeve.
Dayikên ku bi zimanê Tirkî nizanin zarokên ku bi Kurdî nizanin mezin kirin
Me hewl dida li Edeneyê em jiyana xwe bidomînin. Ew pêvajoyek pir dijwar bû. Edene bajarekî mezin bû. Em li vî bajarê mezin bi tena serê xwe bûn û me nikaribû xwe îfade bikira. Kurdiya ku zimanê me yê dayikê bû, qedexe bû. Em tenê dikaribûn di malên xwe de biaxivin. Piraniya endamên malbatê bi tirkî nizanibûn. Piştî ku min dest bi dibistanê kir ez fêrî zimanê tirkî bûm. Çi êşan kişandin mezinên me yên, wekî dayika min, ji ber wê demê bi Tirkî nizanibûn lewma wan di jiyana rojane de yan jî di saziyên fermî de zehmetî kişandin. Dayikên ku wê demê bi Tirkî nizanibûn mecbûr man zarokên ku Kurdî nizanin mezin bikin. Ew di bin asîmîlasyonê de bûn. Wan ne tenê di ziman de zehmetî dikişandin, di heman demê de li bajarekî ku çanda wan nizanin jî dijiyan.
Pir kes nikaribûn vê êşê ragirin
Piştî ku gundê me hat wêrankirin û valakirin, gelek gundiyên me yên temendirêj nikaribûn ji axa xwe dûr bin û piraniya wan ji ber xemgîniyê mirin. Malbata min û gundiyên me yên ku li bajaran xwe qet aîdê xwe hîs nedikirin, li benda wê rojê bûn ku vegerin gundê xwe. Ya ku hêvî dida wan ev bû. Hêviya wan ew bû ku bikaribin vegerin Erkentê. Tiştê ku qewimî di jiyana wan de birînek kûr hişt. Birînên wan bi hesreta wan re roj bi roj mezin û kûrtir dibûn. Ew nebaş bûn û wisa xuya dikir ku ew ê tu carî baş nebûna. Ez her tim li ser pêwîstî û nepêwîstiya hesta aîdiyetê difikirîm. Ma ewqas girîng bû ku mirov xwe aîdê cihek hîs bike? Paşê min dest bi fêmkirina wan kir. Bi rastî, ew girîng bû û wan nedikarî xwe aîdê wan bajaran hîs bikin. Ez piştî 21 salan şûnde ji Erkenta ku ez keçek piçûk bûm jê veqetiyam, di temenê mezin de vegeriyam. Ez li hemberî dimenê ku min şahidiya wê kir hejiyam. Mala ku ez lê ji dayik bûm hilweşiyayî bû. Xanî, dibistan, bexçe, goristan, her tişt wekî dema hat talankirinê bû. Piştî serdana Erkentê û navenda Sêrtê, min dîsa dest bi lêpirsîna hesta aîdîbûnê kir.
Piştî 20 salan, niştecihbûna li Erkentê ev 8 sal in serbest e. Niha 42 mal li Erkentê hene. Me bi yek ji gundiyan, bi Wesîle Bagriyanik re li ser koçberî, veger û avakirina gund axivîn.
"Yan hûn ê bibin cerdevan yan jî di nava 24 demjimêran de em ê gund vala bikin" 
Dayê Wesîle li Erkentê ji dayik bûye û li wê derê mezin bûye. Ew piraniya jiyana xwe li vir derbas dike. Dema ku gundên wan hat wêrankirin û valakirin, neçar ma koçî Dîlokê bike. Ew hewl dide bi malbata xwe re li bajarek ku bi ziman û çanda xwe nizane dîsa jiyana xwe bidomîne. Ji welatê xwe dûrketina wan; dibe sedem ku ew xwe wekî kêmar bihesibînin û xwe li diyasporayê hîs bikin. Asîmîlasyon, hesta aîdiyetê ya ku piştî koçkirinê li bajarên bicihbûyî tê hîskirin yan nayê hîskirin, hesreta erdên koçkirî, hesreta ku ew ji bo gundê xwe dikşîne, di dilê Dayika Wesîle de hin kûrtir bûye. Dayê Wesîle wan rojan wiha şîrove dike:
“Ji me re gotin biryar hat “Yan hûn ê bibin cerdevan an jî di nava 24 saetan de gund vala bikin.” Me qebûl nekir. Tevliheviyek çêbû. Mirov nikaribûn ne xwedî li nexweşên xwe ne jî li zarokên xwe yên astengdar derkevin. Seyare jî tunebûn. Yên ku derfetên wan hebûn, seyare peyda dikirin û diçûn. Hinekan tenê dikaribûn zarokên xwe bigrin, hinekan jî çend perçe nivîn girtin. Her kesê hewl dida xwe bavêje bajêr. Gundên derdorê ditirsiyan me bigrin. Wan ji gundê me re digotin "gundê PKK’ê." Em ditirsiyan bikevin riyên ku wesayîd ji wan derbas dibûn. Em li dora gundê Hûtê geriyan û ji Dihê ya nû gihîştin bajêr. Em ne tenê ji dewletê ji derdorê jî ditirsiyan. Yên li dora me dijminatiya me dikirin. Êşek mezin bû. Zehmet bû. Gelê me yê ku ji me re bû dijmin me gelekî êşand. Em çûn ber deriyê kê ji me re deriyên xwe venekirin. Xelk ditirsiya silavê bide zilamên me. Di sala 1993’an de gund bi tevayî wêran bû. Em sê malbat çend rojan di mînîbusekê de man. Paşê em çûn Dîlokê. Me bi Tirkî nizanibû. Em nikaribûn xwe îfade bikin. Me hewl dida jiyana xwe ji nû ve bidin domandin. Me hem zarokên xwe xwedî dikir hem jî em diçûn bexçeyan û me karên paqijiya malan dikir. Dayikên Kurd gelek êş dîtin û kişandin. Ez 30 salan li bajaran mam. Rojekê, min di xewnên xwe de bajaran nedît. Min di xewnên xwe de jî gund didît. Ez sibehê radibûm û min digot min di xewna xwe de gundê xwe dîtiye. Em ewqas bi hesreta gund bûn.” 
“Her dem hêviya me hebû ku em ê rojekê vegerin" 
Dayê Wesîle ya ku dibêje; "Me her cure êş dît," behsa jinên ku zarokên xwe li çiyayan vedişartin û diçin malê şîr, mast û penîrê xwe çêdikin dike. Dayê Wesîle dibêje ger evarê dengê topan û tivingan nehatiba, diçûn, zarokên xwe ji cîhên li çiyayan vedişartin digirtin. Balê dikişîne ser wê yekê ku dayikên Kurd her dem jiyanek pir dijwar derbas kirine û wiha vedibejê:
"Hesreta vî welatî her dem di hundurê me de bû. Me her gav digot ku kengê em ê jiyana li wir bi dest bixin û dîsa li wir bijîn. Her dem hêviya me ya ku em ê rojekê vegerin hebû. Di hundire hin dayikên me de hesreta gund maye. Ez dixwazim ew dayik werin û rojekê bibin mêvanên me. Bila vê jiyanê bibînin. Ez dixwazim mezinên me, xizm û dostên me werin. Ji ber ku ez hesreta di hundirê wan de dizanim. Ez jî zarokê wan dayikan im. Bila ew werin û vê derê dîsa bibînin, hesreta xwe hinek kêm dikin. Dayikên mezin êdî nikarin li vir karê xwe bikin lê herî kem dikarin jiyana li vir bibînin û hesreta wan di hundirê wan de nemîne. Dema ku em ji gund derketin, min êşek mezin hîs kir. Heta dawiya jiyana min dê qet ji dilê min dernekeve. Em hê jî wê êşê dikşînin. Carna tê bîra min. Ez naxwazim ew were hişê min. Rojekê, cerdevanek got; ‘Ez hêvî dikim ku gundê we dîsa were xerakirin, ew ê ji me re bibe zozan.’ Min got çavekî te kor e, hêvî dikim yê din jî kor bibe.”
"Dema em vegeriyan gundê xwe, gund wêran bûbû" 
Li gundê Erkentê ku 8 sal berê ji nû ve hat avakirin, niha 42 mal hene. Hin ji wan tenê havînan hesreta xwe bi cih tînin, hin jî li gund bi cih dibin û bi ajaldariyê re hewl didin jiyanê ji nû ve ava bikin. Dayê Wesîle yek ji wan e. Ka em ji devê wê ji nû ve li dema avakirina gund guhdar bikin:
“Heşt sal berê, gundê me ji nû ve ava bû. Em vegeriyan gundê xwe. Dema em vegeriyan, gundê me wêran bûbû. Malên me hemû xera bûbûn. Agir ketibû hundirê me. Dema ku me malên xwe dît, em digiriyan. Bav, bapîrên me û kesên ku bedêl dane dihatin bîra me. Piraniya mirovên me yên li metropolan ji ber xem û qehra van axan mirin. Li vir jî jiyana me pir dijwar e lê em ji ber hesreta gundê xwe li vir dijîn. Ji ber ku me pir hesreta gundê xwe kişand. Gund ji me re pir xweş tê. Me çend perçe doşek û nivînan xist nava tûrikan û em hatin gundê xwe. Dema em hatin ava me amade bû. Av di gundê me re derbas dibû û diçû gundê cerdevanan. Pirsgirêkên me yên elektrîkê tunebûn. Me kon vedan. Ji ber ku rewşa me ya aborî xirab bû em demek di konan de man. Bi qasî 3 salan di havînê de dihatim gund û dema hewa sar dibû, min nikaribû di konan de bisekinim, ez vedigeriyam Dîlokê. Paşê ez biharê dîsa vedigeriyam gund. Êdî ez ji wan deran bêzar dibûm. Riyên me yên li vir vebûn. Me xwest em herin gundê xwe. Em 3 salan çûn û hatin. Paşê me hinek ji kevir hinek jî bilokan xaniyek çêkir. Piştre em bi temamî li gund bi cih bûn. Hinek bi xwedîkirina ajalan, hinek jî bi bexçeyan mijûl dibin. Me 2 salên pêşîn, tu ajalan xwedî nekir. Paşê me dest bi xwedîkirinê kir. Em bi dahata ku bi firotina şîr, penîr û rûn tê, hewl didin debara xwe bikin. Gava ku mirov ji bajêr tê, jiyana gund di destpêkê de hinekî zehmet e. Karên bajar û gundan ne yek in. Lê em fêr bûn. Hemû kesên ku derfeta wan heye bila vegerin gundên xwe. Divê gundên xwe ji nû ve ava bikin. Jiyana li metropolan dê me negihîjîne cihekî. Bila xwedî li gundê xwe derbikevin.”
"Em naxwazin wan rojan dubare bijîn" 
Dayê Wesîle ku hê tirs û fikarên wê yên berê hene wiha vedibejê, “Gelo rojekê dewlet dê were û me dîsa ji gundê me derxe? Ew hovîtiyên ku me di sala 1993’an de dît dê dîsa bi me bide jiyîn?’ Ev yek her dem di hişê me de ye." Dengê top, guleyan... Li gund 6 meh kes bi serûber raneza. Ji ber ku em ditirsiyan me digot ku dema bombeyek bavêjin, em ê bimrin. Em çûn û me xwe li çiyayan girt. Em naxwazin wan rojan dubare bijîn. Ji dewletê kesek an jî leşker tê û dipirse ka em çawan in û dibêjin. 'Kes we aciz dike yan na? Ger bike agahî bidin me.’ Em dibêjin temam. Pirsgirêka me nîn e. Gundê me pir xweş e. Em hêvî dikin ku ew ê hîn xweştir be. Divê ku her kes, dev ji vê zîhniyeta xerab berde û li bedêlen hatine dayîn binêre.”