Navenda Jineolojî xebatên xwe bi mêrên Herêma Firatê re par kir

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê di çarçoveya biruşûra xwe ya li ser kûştin û xwekûştina jin hatî amadekirin semînerek da xebatkarên mêr ên Rêveberiya Xweser. Komîteya amedekar û kesên di semînerê de amede diyarkirin ku bûyer baş hatiye tesbîtkirin, êdî dema çareseriyê ye ji bo wê jî divê bibaldarî li ser çareser wê xebat bên kirin.

 
Kobanê- Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê li dijî bûyerên kûştin û xwekûştinê ji destpêka 2021`an ve dest bi amedekirina biruşûrê kirin. Piştî lêkolîn, pirs û lêhûrbûnan navenda Jineolojî lêkolîn di meha tîrmehê de bi dawî kirin û birûşûra xwe bi riya rêzecivîanan parve kirin. 
Biruşûra ku ji 11 rûpelan pêk tê di filaşê de xwekûştin çiye, bi giştî sedemên xwekûştinê û belavbûna bûyera xwe kûştina di herêma Firatê de, hatiye nivîsandin. Di naverokê de jî rastiya civaka herêma Firatê, çawaniya exlaq li Kobanê û çawaniya çareseriya bûyera xwekûştina di dema borî de û hevrûkirina wê bi dema niha re, analîzkirina rastiya civaka Kobanê, girêdana di navbera şoreşa jin û bertekên civakê li hember zagonan û şoreşê, nêrînên saziyên bi dozên jin re pêwendîdar, hinek rewşên xwekûştinê ku li Kobanê pêk hatin û sedemên xwe kûştinê yên li herêma Firatê. Di dawiya birûşrê de jî encam bi sernavên çareserî û pêşniyar, rêbazên çareseriyê yên ku jinenolojî dibîne, mudaxelekirina pirsgirêkên  civakî yên jin, çalakkirina  zagonên jin û zindîkirina nirxên exlaqî yên civakî ên pozîtîf, hatin rêzkirin.
Di vê çarçoveyê de navenda Lêkolînên Jineolojî li akademiya Civakên Demokratîk semîner ji bo endam, rêveberî, hevserok û xebatkarên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê yên mêr da. Di destpêka semînerê de biruşûr ji aliyê endama navenda Jineolojî Sedîqa Xilo ve hat xwendin û pêşkêş kir. Pişt re di derbarê biruşûrê de nirxandin, nêrîn û pêşniyar ji aliyê beşdarvanên semînerê ve hatin dayîn. Di nêrînan de biruşûr hat erêkirina û daxwaza piratîkkirina rê û rêbazên pêşîlêgirtina bûyera xwekûştinê hat kirin. 
Endama navenda Jineolojî Rîma Ehmed agahî û armanca biruşûrê ji ajansa me re parve kir.
"Dahurandin û çareserkirina pirsgirêkên civakî erka me ye"
Rîmayê wiha got: "Kombûna ji bo nirxandina mijara xwekûştinê ye. Ev bûyer ji aliyê gelek saziyan ve weke yên hiqûqî, rêxistinî, civakî û hwd tê nirxandin, me weke navenda Jineolojî dît ku analîzkirina vê pirsgirêkê ji aliyê sosyolojî ve lewaz e. Ji ber vê me ev mijar weke erka xwe dît û me dest bi pirojeya xwe kir. Me demeke dirêj lêkolîn kir, her wiha nêrîn û şiruveyên sazî, civak û malbatan jî girtin. Me wiha hemû ziraviyên vê bûyerên analîz û nirxandin û me biruşûra di bin navê xwekûştinê de amedekir. Lê heger ev lêkolîn di ji bo navendê bimînin emê tu encaman nebînin, ji lewra me dest bi rêzecivînan kir û wê berdewam jî bike. Baweriya me heye ku dê em  û civakê bi hev re bibin alîkar û pêşî li vê bûyerê bigirin."
"Pirsgirêk hat tesbîtkirin, divê em dest bi çareseriyê bikin" 
Hevserokê Encûmena Rêveber yê herêma Firatê Mihemed Şahîn nêrîn û nirxandinên xwe wiha anî ziman: "Pirsgirêkên civakî nirxandin û hewildana çareserkirina wê gelekî girîng e. Me îroj jî yek ji pirsgirêkên sereke ku em pê re rû bi rû dimînin, bi giştî xwekûştin û bi taybet jî xwekûştina jin nirxand. Li gor min di biruşûr baş hatiye amedekarin û pirsgirêk hatiye tesbîtkirin. Ev lêkolîn ji bo sererastkirina civakê, avakirina hişmendiyeke rast û jiyneke demokratîk û azad girîng e. Ev lêkolîn ji aliyê navenda Jineolojî ve hatiye temamkirin, lê ji bo ku were dewlemendkirin û kombûn baş bû. Ji ber ku hemû kesên di vê semînerê de amede di heman demê de beşek ji civakê ne. Pergalên desthilatdar û netew-dewlet gelek pirsgirêk û nakokiyên civakî bi xwe re ava kirin. Bûyera xwekûştinê jî pirsgirêkeke civakî-bîrdozî ye. Ji ber vê çareserî ji aliyê civakê pêkane."
Hat payîn ku wê Navenda Lêkolînên Jineolojî piştî bi dawîkirina rêzecivînan biruşûra ku hatiye amedekirin li rêveberiya xweser, sazî, rêxstin, tevger, partî, komîn, melcîs û malbatan belav bikin.