Di bin tabloya Pîcasso de sirrek veşartî
Dîroknasên hunerê, keşf kirin ku di bin tabloya Pablo Pîcasso ya bi navê “Portreya Mateu Fernández de Soto” ku di sala 1901’ê de çêkiriye de porteya jinek a veşartî heye.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250211-004f7310-1aac-4c50-bcef-8a4d61feb875-16x9-1200x676-webp2cdf3f-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Dîroknasên hunerê, keşf kirin ku di bin tabloya Pablo Pîcasso ya bi navê “Portreya Mateu Fernández de Soto” ku di sala 1901’ê de çêkiriye de porteya jinek a veşartî heye.
Ev keşif, bi saya teknîkên rontgen ên li Geleriya Courtauldê hatin kirin derket holê. Analîz, nîşan didin ku porê jinê hatiye topkirin, ser milê wê xwar û tiliyên wê diyar in. Tê zanîn ku Pîcasso di salên bohem ên li Parîsê de bi armanca teserufê, li ser tuvalek çend caran wêne çêkiriye. Ev tablo, Serdema Şîn a hunermend nîşan dide û ji be întihara hevalê wî yê nêz Carles Casagemas şêweyek melankolîk nîşan dide. Vê portreya veşartî ya hatiye keşfkirin, li ser xebatên destpêkê û merheleya hunera Pîcasso agahiyên nû dide. Berhem di navbera 14’ê Sibat – 26’ê Gulana 2025’an de dê li Galeriya Courtauld were pêşandan.