Ji jinan strana piştgiriya berxwedana Tişrîn û Kobanê

Endamên Jineolojî ji Almanyayê klîba xwe ya ji bo salvegera rizgarkirina Kobanê û piştgiriya berxwedana Benda Tişrînê weşandin.

Navenda Nûçeyan – Bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê komek hunermendên jin ên ji endamên Jineolojiyê pêk tên, li Almanyayê klîbek bi Kurdî û Îngîlîzî çêkirin. Hunermendan silavên şoreşgerî ji bo hemû gel û şervanên ku di van kêliyan de li bendava Tişrînê, li Pira Qereqozaxê, li Kobanê, tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derveyê wê jî ji bo parastina avakirina civakek wekhev, ekolojîk û azad li berxwe didin, şandin.

Jinan di klîba xwe de bi dirûşmeya “Desthilatdariya zilam bê çek bikin, Jin, Jiyan, Azadî!”, ji bo bîranîna hemû kesên ku di rojên dawî de ji ber êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, govend gerandin. Di gotinên stranê de jinan anîn ziman ku têkoşîna azadiyê li Rojava, li Ewropa û li her derê dinyayê bi hev ve girêdayî ye. Jinan diyar kir ku hêza îradeya gel a li Bendava Tişrînê, hêz û hêviyeke mezin dide hîskirin. Jinan xwestin ku bi strana xwe ya “Tişrîn û Kobanê, silav” vê hêzê carekê din îfade bikin û ji dinyayê re bişînin. 

‘Bila êrîş rawestin’

Jinên hunermend tevlî kampanyaya "Em Tişrîn in" bûn û piştgiriyê dan berxwedana gel û yekîneyên xweparastinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di pêyamê de jinan wiha got: “Divê dagirkerî û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên rawestandin û sûcên şer ên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bên cezakirin. Sûriyeke nû bêyî beşdariya çalak a jinan, esas girtina Meclîsa Jinên Sûriyê û Rêveberiya Xweser nayê avakirin. Ji bo Jineolojiyê wek zanista jin û jiyanê, tecrûbe û zanyariyên ku jinan bi pêşxistina şoreşa jinê bi dest xistine, xwedî girîngiyeke mezin in. Parastina Tişrîn, Kobanê, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tê wateya parastina şoreşa jinê û parastina warên ku ev zanist lê bi kok bûye, tê pêşxistin û jiyîn.”