Şanoya Heso û Nazê: Ji evînê ber bi berxwedanê ve
Li Ûrmiyê hunera şanoyê, bi çîrok û serpêhatiyên Kurdan ên wek "Heso û Nazê" tenê bi derbaskirina sînorên erdnîgarî namîne, di heman demê de li dijî zext û cudakariyê dibe rêbaza berxwedanê jî.
JÎNO MEHBÛBÎ
Ûrmiye – Huner, bi heza xwe ya vegotina hestan, dîrok û tecrubeyan, sînorên fizîkî û ferasetê derbas dike. Vê taybetmendiya wê ji aliyê parastina nasnameyên çandî, zêdekirina hişyariya civakî, mezinkirina piştgiriyê û berxwedana li hemberî zextan ve, xwedî girîngiyek mezin e. Rêbaza vegotina vê yekê, ji dika Ûrmiyê sînoran derbas dike û heta îro ber bi paşarojê ve, pireyek ku dighîje bakurê Kurdistanê heta Geliyê Zîlanê, ava dike. Serpêhatiya Heso û Nazê ne tenê çîrokeke evînê ye, berxwedêriya jinan, cudakariya çînî û mîrasa çandî ya gelê Kurd jî vedibêje.
Huner: Zimanê derbaskirina sînoran e
Wêjeya devkî, çand û dîroka gelan vedibêje. Her çiqas axa gelê Kurd di nav 4 dewletan de hatibe perçekirin jî, xwedî heman çand û vegotinê ye. Ev serpêhatî bi sedan sal in bi çanda devkî hatine parastin, gihîştine îro.
Yek ji wan serpêhatî û berheman "Heso û Nazê" ye. Ev çîrok di nav Kurdên bi zaravayê Kurmancî diaxivin de baş tê zanîn. Ev çîrok li bakurê Kurdistanê ji aliyê dengbêjan û stranbêjên herêmê ve hatiye gotin, lê li Ûrmiyê yekem car bi awayê şanoyê hatiye pêşandan.
Xwendekarê bi navê Kaniyaw M. ê li Ûrmiyê dijî, der barê vê lîstikê de nêrînên xwe wiha tîne ziman: "Li Ûrmiyê ji bo hunera Kurdî cîh û sazî tunene. Ev yek ji bo hemû beşên hunerê derbasdar e. Her çiqas şanoya Kurdî eleqeyek mezin bibîne jî; her sal tenê dikare çend lîstikan derxe ser dikê. Hinek berhemên Kurdî rastî sansurê yan jî bertekên nijadperest tên. Ev lîstikên ku dîroka me vedibêjin, ji bo ku têkiliya me ya çandî bi hêz bibe, zanîna nasnameyê baştir rûnê û çanda me li cîhanê were nasîn, pir girîng in. Şanoya Kurdî îro tenê beşeke hunerê nîne, di heman demê de bûye rêbaza berxwedana çandî ya li hemberî polîtîkayên dewletê jî. Li dijî bişaftinê, wek mekanîzmayek parastinê ye.”
Jin li ser dikê ji bo şikandina tabûyan têdikoşin
Piştî Şoreşa Îranê ya sala 1979’an, derketina jinan a ser dika şanoyê li Îranê hat sînorkirin. Lê bi demê re bi taybetî di salên 1990 û 2000’an de, hejmara jinan di şanoyê de zêdetir bû. Tevî vê jî li Rojhilatê Kurdistanê hê jî lîstikvanên jin rastî cudakarî û tacîzê tên.
Şadî N. ya li Ûrmiyê lîstikvana şanoyê ye, wiha behsa zoriyên ku jin li ser dikê dikşînin dike: "Çend sal berê, li Ûrmiyê jinên lîstikvan ji ber tabûyan pir kêm bûn. Jin ne tenê bi sînorên zagonî, di heman demê de bi astengiyên civakî û çandî re jî rûbirû diman. Gelek ji wan jinan, ji ber ku dixwestin bibin lîstikvan an jî derkevin ser dikê, rastî tundiyê hatin. Lîstikvanên jin ên pêşî li kolanê rastî tacîz û êrîşên devkî hatin.”
Lê di salên dawî de bi zêdebûna hejmara jinan a di şanoyê de, di civakê de guherîn çêbû. Şadî N. di vê mijarê de wiha dibêje: "Di şanoya Kurd de hebûna jinan, ji aliyê guherîna civakî ve pêşketinek bi hêvî bû. Di roja me de jinên lîstikvan, wek berê rastî tacîzê nayên lê hê jî gelek zehmetiyan dikşînin. Ev guherîn bi cesareta jinan û şikandina tabûyan çêbû. Divê ev pêvajoya bidome, bi vî awayê dê dika şanoyê ji bo jinan cihekî bi ewletir be."
Ji berê heta îro zextên li ser jinan û pêdiviya bi guherînê
Wêjeya devkî ya Kurdistanê, xwedî gelek serpêhatiyên ku jin hem bûne sembolên berxwedanê hem jî rastî zexta civakî hatine ye. Jinên ku bûne temsîla azadî û jiyanê, di heman demê de bûne qurbanên zextên civakî û malbatê û di wan çîrokan de wiha hatine vegotin.
Derya L. yek ji kesên ku li vê lîstikê temaşe kiriye, nêrînên xwe wiha tîne ziman: "Jin hê jî rastî cudakarî û zextan tên. Ev yek pêşî li derfetên wan ên jiyanê digre. Ji berê heta îro awayê zextê guheriye lê hê jî bêmafî li dijî jinan heye. Loma divê em dîrokeke cuda binvîsin."
Lîstika şanoyê ya "Heso ve Nazê" eleqeyek mezin dît
"Heso û Nazê", ji aliyê Civaka Şanoyê ya Textê Reş ve hat lîstin û di navbera rojên 26-31’ê Çileyê de li Navenda Çand û Hûnerê ya Ûrmiyê, li Salona Şems derket ser dikê. Lîstikvanên jin Zîlan Mehmûdî, Aynaz Çabuk û Zozan Pîle, bi performansên xwe yên serkeftî di tevahiya lîstikê de rastî eleqeyek mezin a temaşevanan hatin.
Lîstika şanoyê ya Heso û Nazê ya li Ûrmiyê derket ser dikê, serpêhatiya evîn û berxwedanê bi riya şanoyê vegot. Ji bo jiyandina mîrasa çandî û sekna li dijî zextan, gaveke girîng bû. Vê lîstikê tenê behsa paşeroja gelê Kurd nekir, di heman demê de platformeke ku rolên jinan ên civakî û zextên li ser wan lêpirsîn dike jî pêşkêş kir. Ji bo parastina nasnameya çandî û ji bo ku jin di warê hunerê de zêdetir cîh bigirin, berdewamiya berhemên wiha gelek girîng e.