Nivîskara Kurd Mely Kiyak Xelata Heinrich Mann wergirt

Xelata Heinrich Mann a ku Akademiya Huneran a Berlînê di qada wêjeyê de dide, nivîskara Kurd-Elman Mely Kiyak wergirt.

Navenda Nûçeyan – Weşanxaneya Hanser ragihand ku Xelata Heinrich Mann a di qada wêjeyê de tê dayîn îsal nivîskara Kurd-Elman Mely Kiyak wergiriye.

Hat ragihandin ku dê xelat 25’ê Adara 2025’an de du roj beriya rojbûna Mely Kiyak li Akademiya Huneran a Berlînê ya li Qada Parîsê ye bê dayîn.

Mely Kiyak kî ye?

Malbata Mely Kiyak ji Bakurê Kurdistanê koçî Elmanyayê kir. Mely Kiyak di sala 1976’an de li Bremenê jidayik bû. Di sala 2005’an de perwerdeya xwe ya li Zanîngeha Leipzig temam kir û weke nivîskar û rojnamegerek serbixwe jiyana xwe domand. Mely Kiyak di sala 2012’an de Xelata Theodor Wolff, di sala 2021’an de Xelata Weşangeriya Wêjeyî ya Kurt Tucholsky û di sala 2022’yan de Xelata Wêjeyê ya “Christine” ya Weşangerên Jin wergirtibû.