Li Qahîreyê 56’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî
56’emîn Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan a Qahîreyê çend roj berê di atmosfereke bi coş de û bi eleqeyeke mezin ji aliyê pirtûkhezên hemû temenan ve dest pê kir. Ji gelek welatên cîhanê beşdarî pêşangehê bûn.
ESMA FETHÎ
Qahîre – Nivîskarên jin û weşanxaneyên beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Qahîreyê bûne, diyar kirin ku hejmara pirtûkên nivîskarên jin îsal gelek in û cihêreng in. Her wiha diyar kirin ku li gorî salên dawî tevlîbûna jinan a fûarê gelekî zêde bûye û ji sedî 80’ê tevayî mêvanan jin in.
Îsal 70 welat beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Qahîreyê bûn ku her roj bi hezaran xwendevan serdana wê dikin. Sala borî 4 milyon û 700 hezar kes serdana pêşangehê kiribûn. Pêşangeha îsal dê heta 5’ê Sibatê berdewam bike û nêzî 200 weşanxane tê de cih digirin. Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Qahîreyê yek ji mezintirîn pêşangehên pirtûkan li cîhanê tê hesibandin. Di sala 2006’an de piştî Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê di cîhanê de weke duyemîn pêşangeha pirtûkan a herî mezin bû.
Hevdîtinek navneteweyî
Ji Weşanxaneya Safha Seb’a ya Erebistana Siûdî, Aya Recep diyar kir ku weşanxane di sala 2019’an de hatiye avakirin û bi taybetî di warên felsefe, derûnnasî û civaknasiyê de giraniyê didin pirtûkên wergerandî. Aya Recep diyar kir ku heta sala 2024’an 214 pirtûk çap kirine û got ku eleqeya pêşangehê îsal li gor par kêm bûye. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku xwendevanên ku bi rastî qîmetê didin pirtûkan, hatina pêşangehê berdewam dikin û faktorên wekî zêdebûna bihaya pirtûkan wan asteng nake.
Aya Receb destnîşan kir ku Pêşangeha Pirtûkan a Qahîreyê navendeke çandî ya navneteweyî ye û ev bûyereke girîng e ku mirovên ji her temenî û ji welatên cuda tên cem hev.
Pêşengiya nivîskarên jin û eleqeya mezin a malbatan
Neda Vahîd a ku ji Weşanxaneya Îbda beşdarî pêşangehê bû, diyar kir ku berhemên nivîskarên jin îsal cihêrengiyeke mezin nîşan didin. Neda Vahîd wiha behsa eleqeya li pêşangehê kir: "Pêşangeh her roj qelebalix û pir jîndar e. Ji ber ku hevdemî dema betlaneya dibistanan e hatina ziyaretvanan hîn zêdetir bûye. Gelek malbat bi zarokên xwe re serdana vir dikin."
Neda Vahîd anî ziman ku îsal yek ji mezintirîn kêşeyên pêşangehê ew e ku mêvan bê plansaziyek diyarkirî tên û got: “Lêbelê, yek ji avantajên herî mezin ên fûarê îsal organîzekirina baştir bû. Her wiha vekirina Konê Azbekiyeyê ku pirtûkên kevn bi buhayên erzan tên firotin û çêkirina qadeke taybet ji bo pirtûkên zarokan ji wan geşedanên erênî bû ku bala ziyaretvanan kişand ser xwe.”
Weşanên nû û daxistina buhayan firotina pirtûkan zêde kir
Ji Weşanxaneya Fasila Sabaya Cemal diyar kir ku îsal eleqeyek mezin ji pêşangehê re hebû û li gorî salên borî firotina pirtûkan zêde bû. Sabaya Cemal got: “Lêbelê, ji ber tengasiyên aborî, ziyaretvan bi piranî pirtûkên erzankirî tercîh dikin û ji ber vê yekê piraniya weşanxaneyan neçar man ku buhayan kêm bikin.”
Sabaya Cemal diyar kir ku hejmara ziyaretvanên jin gelekî zêde ye û ji her temenî jin eleqeya xwe nîşanî pêşangehê didin. Sabaya Cemal anî ziman ku ti astengî li ser hilbijartina pirtûkan a jinan nîne û diyar kir ku gelek jin bi zarokên xwe re tên pêşangehê û bi baldarî pirtûkan bi wan re hildibijêrin.
Rêjeya ziyaretvanên jin gihîşt ji sedî 80
Li pêşangeha pirtûkan rêjeya ziyaretvanên jin gihîşt ji sedî 80. Ji ziyaretvanên pêşangehê Neda Eymen jî diyar kir ku her sal beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Qahîreyê dibe. Neda Eymen got: “Taybetmendiya herî berdewam a pêşangehê qelebalixa wê ye. Li vir mirov dikare pirtûkên ji çar aliyên cîhanê bibîne. Gelek malbatên Misirî ji bo zarokên xwe vê derê wekî çalakiyeke çandî ya girîng dibînin û her sal bi rêkûpêk serdana pêşangehê dikin.”
‘Bûye sembolek çandî jî’
Li gorî Neda Eymen, atmosfera pêşangehê mirovan teşwîq dike ku zêdetir pirtûkan bikirin. Neda Eymen wiha domand: “Hinek mêhvan tenê ji bo gerê tên, lê atmosfera pêşangehê wan teşwîq dike ku pirtûkan bikirin. Pêşangeha Pirtûkan a Qahîreyê ne tenê bûyerek bazirganî lê bûye sembolek çandî jî." Neda Eymen her wiha diyar kir ku îsal hejmara ziyaretvanên jin gelekî zêde bûye û diyar kir ku dilxwazên ku li fûarê dixebitin jî di rêberkirina mêvanan de rolek pir girîng lîstin. Neda Eymen wiha got: “Ji ber ku qada pêşangehê ewqas mezin e, carinan peydakirina weşangeran zehmet dibe. Ji ber vê yekê dilxwaz alîkariya mêvanan dikin ku tiştê ku lê digerin bi hêsanî bibînin û destnîşan dikin ku pêşangehbi rêkûpêktir bimeşe.”
Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Qahîreyê îsal jî bi beşdariyeke mezin tê lidarxistin. Eleqeya zêde ya jinan a ji bo pirtûkan yek ji aliyên herî balkêş ên pêşangehê bû. Tevî zêdebûna bihayên pirtûkan jî, kampanyayên daxistinan û weşanên nû yên ji aliyê weşanxaneyan ve hatin destpêkirin, firotina pirtûkan zêde kir û hevsengî peyda kir.
Pêşangeha Pirtûkan a Qahîreyê ji kombûna edebî ya navneteweyî bêtir ji bûyerek çandî, yek ji girîngtirîn bûyerên çandî yên Misrê berdewam dike ku mêvanên ji çar aliyên cîhanê kom dike.