Li aliyek şer li aliyê din huner
Şîfa Welîd a 19 salî, tevî ku çete êrîşên xwe li ser herêmê didomînin jî, bi hunera destên xwe tabloyên mezin xêz dike. Şîfa dibêje “Ez dixwazim zarokên biçûk hînî vê hunerê bikim û perwerdeyên wênexêziyê bidim wan.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250208-img-9350-jpg105576-image.jpg)
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Di nav şert û mercên giran ên jiyanê de, huner tu car ranaweste. Di demeke ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîş hene, huner jî liberxwe dide. Jinên ku ji aliyek ve xaka xwe diparêzin, ji aliyê din ve jî hewl didin hunera xwe bidomînin. Kesên ku karê hunerê dikin, bi hestên xwe gelek tiştan, vedibêjin. Nemaze jinên bi hestiyariya xwe û hezkirina jiyanê tên nasîn, vê yekê bi ser dixin.
Bi hunera xwe peyama ‘em hene’ dide
Jin bi hestên xwe gelek nirxên mirovahiyê dihewînin û vedibêjin. Reng û teşeyek cuda didin dinyayê. Hêvî û baweriya jinên ciwan jî, hêzeke mezin dide civaka azadîxwaz. Jinên ciwan, hunerê bipêş dixin û peyama ‘Em hene’ didin dinyayê. Jina ciwan a bi navê Şîfa Welîd, yek ji van jinan e û 19 salî ye. Şîfa, ji bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ye û bi hunera destên xwe tabloyên mezin xêz dike. Şîfa bi kelecaneke mezin, ji ajansa me re jêhatîbûna xwe ya di wênexêziyê de anî ziman.
‘Ji destpêka sala 2012’an ve wênexêziyê dikim’
Şîfa Welîd, da zanîn ku hê di zarokatiya xwe de hezkirina wênexêziyê niqutiye nav dilê wê û got: "Dema ez biçûk bûm min hîs dikir ku ji wênexêziyê pir hez dikim û jêhatîbûna min jê re heye. Min pir wêne xêz dikirin. Ji destpêka sala 2012’an ve min dest bi xêzkirina wêneyan kir. Armanca min ew e ku wextê xwe vala derbas nekim. Dema ku mirov wênexêziyê dike, hestên di hundirê xwe de bi riya wênexêziyê nîşan dide."
Destpêkê bi pênûsa bi komir xêz kir
Şîfa, di aliyê naveroka tabloyên ku xêz kirine de jî da zanîn ku awayekî wan ê taybet tuneye û wiha berdewam kir: “Ji ber ku bi her awayî ez wêneyan xêz dikim, nêzî 10 tabloyên min hene. Di destpêkê de min li ser rûpelan û bi pênûsa komir xêz dikir. Piştre min dît ku wêneyên pir xweşik tên xêzkirin, min dest bi tabloyên mezin kir û bi rengên zeytî xêz kir. Ji aliyê sî û ronîkirinê ve hinek zehmetiyan dikşînim û ji ber rengên rû jî her wisa. Ji ber ku zû bi zû rengê rû dernakeve."
Di her mihrîcanê de xelat girtiye
Şîfa Welîd hejmara tabloyên ku xêz kirine û beşdarî çend pêşangehan bûye, vegot û wiha pê de çû: "Ez beşdarî gelek pêşangehan bûm. Li bajarê Qamişlo, Kobanê û Reqayê, beşdarî mihrîcan û pêşbirkan bûm. Min di her mihrîcanê de xelat girt. Tabloya ku ez zêde pê bi bandor bûm, wêneyê dapîra min bû. Dema min wêneyê dapîra xwe xêz kir, pir kêfxweş bûm. Ew tablo ji bo min cihê serfiraziyê bû. Dapîra min bi xwe ji tabloyê re pir kêf kir."
‘Dixwazim jin û zarok xêzkirina wêneyan fêr bibin’
Şîfa Welîd balkişand ser projeya xwe ya perwerdekirina zarokan û wiha bidawî kir: “Dixwazim di pêşerojê de gelek tabloyên min çêbin û pêşangeheke taybet ji bo xwe vekim. Niha jî ez li ser projeyek dixebitim. Ji bo perwerdeyên wênexêziyê bidim zarokan û wan hînî xêzkirina wêneyan bikim, di nav hewldanan de me. Her jineke ciwan di temenê min de dikare di tiştek de bi pêş bikeve û ji gotinên civakê netirse."