Çanda dengbêjiyê bi dengê jinan zindî dibe
Dengbêj Helîm Îzer a salan e bi dengbêjiyê hestên xwe dide der, diyar kir ku dengbêjî riyek vegotina êş, azar, serpêhatî û kêfxweşiyê ye. Helîm got ‘Hezkirina mirovan ji bo dengbêjiyê zêde nemaye’ û banga parastina çanda dengbêjiyê kir.

NÛPELDA DENÎZ
Mexmûr – Dengbejî, çandeke pir kevnar e û di civaka Kurd de yek ji hêmanên herî girîng ên wêjeya devkî ye. Dengbêj hunermendên ku dîrok, çand, kevneşopî û nirxên Kurdan bi devkî radigihînin û rola perwerdekirin, hînkirin û şahiyê dilîzin. Gelê Kurd, êş, zilm, tunebûn, şer, hezkirin û hesreta welatê xwe, bi riya dengbêjiyê vedibêjin. Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr jî yek ji van deran e ku gel bi riya dengbêjiyê zilm, zordarî, êş û rêwîtiya penaberiyê ya jiyane, vedibêje.
Dayîka Helîm Îzer jî yek ji dayîkên ku di salên 90’î de ji ber zext û zilma dewleta Tirk neçar maye ji gundê xwe dest bi rêwîtiya penaberiyê bike û berê xwe daye wargeha Mexmûrê. Dayîka Helîm a hê ji di temenek biçûk de li gund ji dayîka xwe fêrî dengbêjiyê bûye, 6 salan di koma dengbêjiyê ya Meryemxan de cîh girtiye.
Helîm Îzer, beriya ku em dest bi hevpeyvîna xwe bikin, bi kilama ‘Birîndar im’ me pêşwazî kir.
Dayîka Helîm Îzer a ji Gundikê Remo ya girêdayî Şirnexê ye, wiha dest bi vegotina serpehatiya xwe ya dengbêjiyê kir: “Dema em li gund bûn, dayîk û mezinên me hemû di dawet, dîwan û şevbuhêrkan de dengbêjî dikirin. Ez ji dayîka fêrî dengbêjiyê bûm.”
Helîm diyar kir ku xwendin û nivîsandina wê nîne, mirov dengbêjî ji dilê xwe dibêje û dengbêjî vegotina êş, serpêhatî û kêfxweşiyê ye. Dayîka Helîm da zanîn ku demên berê ji hejandina dergûşên zarokan bigre heta pêkanîna hemû karên xwe, stranên dengbêjiyê digotin.
Tevî her tiştî dîsa jî strîna xwe domand
Helîm Îzer, destnîşan kir ku di koma Meryemxan a wargehê de bi salan cîh girtiye û çend klîbên dengbêjiyê çêkirine. Helîm Îzer, diyar kir ku ev 15 sal in bi awayekî profesyonel stranên dengbêjiyê dibêje. Helîm, bi van gotinan behsa tengasiyên ku lê rast hatiye vegot: “Dema destpêke em beşdarî xebatên çandê bûn, ji aliyê gelek kesan ve rastî gotinên “Ma hûn jin dizanin stranên dengbêjiyê bêjin, herin zarokên xwe xwedî bikin” hatin. Henekên xwe bi me dikirin. Lê tevî hemû tiştan jî me bi hezkirin karê xwe berdewam kir.”
Êşên xwe bi riya dengbêjiyê didin der
Helîm Îzer, da zanîn gelê Kurd, êş, zehmetî, xemgînî, derd, zilm û zordariya ku dijîn bi riya dengbêjiyê tînin ziman. Dayîka Helîm diyar kir ku hem di şahî û hem jî di şînên xwe de dilorînin û kesên ku êş nekişandine nikarin bilorin. Dayîkê, destnîşan kir ku demên berê li gundan jin, mêr û ciwan li hev kom dibûn, dan dikutan û heta sibehê kilam, dengbêjî û lawik digotin û li hev vedigerandin. Helîm Îzer, bi van gotinan “dê bihêre û dê bihêre, dayê kuro dê bihêre” van kêliyên dîwanê zindî kir.
Dayê Helîm, navber da axaftinên xwe û der barê Çiyayê Cûdî de dengbêjiyek vegot.
‘Xwedîderketina çanda Kurdî kêm dibe’
Dayê Helîm piştî vegotina dengbêjiyê, têkildarî xwedîderketina çanda Kurdî wiha got: “Her ku diçe xwedîderketina li çanda Kurdî kêm dibe. Weke berê kilam, mamik, lawik nayên vegotin. Lewma divê hemû derbasî nivîskî bibe ku ciwanên me fêr bibin. Her wiha divê dayîk û bav zarokên xwe li dora xwe kom bikin û bi devkî derbasî nifşên pêşerojê bikin. Piştî pêşketina teknîk û teknolojiyê, eleqeya mirovan a ji bo dengbêjiyê zêde nema. Lê belê divê mirov xwedî li çanda xwe derkeve.”
Dayîka Helîm li ser daxwaza me kilama ‘Narînê’, vegot.
‘Çand ziman jiyan û nasnameya mirovan e’
Dayîka Helîm, herî dawî banga xwedîderketina li çanda Kurdî kir û wiha got: “Ger çanda mirov tunebe, tiştek mirov tuneye. Çand, ziman, jiyan û nasnameya mirovan e. Lewma divê em gelê Kurd, xwedî li çanda xwe derkevin.”
Dayîka Helîm, bi kilama ‘Qulingo’ xatir ji me xwest.