Li Misirê gorek fîrawûnan a beriya 3 hezar û 500 salan hate dîtin

Li bajarê Luksor ya Misirê gorek ku tê texmînkirin ku beriya 3 hezar û 500 salan ya demê fîrawûnan e hate dîtin.

Navenda Nûçeyan – Di kolînên li nêzî bajarê Luksor ya Misirê de, keşîfek giring ku dîrokê diteyîsîne tên dîtin.  

Gorek ku tê gotin beriya 3 hezar û 500 salan ya demê fîrawûnan e, ji aliyê arkeologan ve hate dîtin.

Gor nêzî 2.4 kîlometre ji Newala Kralan dûre û li Rojavayê Luksor cih digre de hatiye dîtin. Tê fikirîn ku aîdî Xanedaniya 18’an a Misirê ye. Lêkolînên destpêkê yên li goristanê hatin kirin, têkildarî xwediyê goristanê de negihan agahiyek eşkere, tê pêşbînîkirin ku ev gor aîdî Thumosê 1’emîn û Thutmasê 2’yemîn be.

Dibe ku aîdî hevjînek Fîrawûnan be

Arkeologê ji Misirê Dr. Zahî Hawass diyar kir ku dîtina vê goristanê gelek girînge û dibe ku gor aîdî malbata kevin ya Misir û yan jî aîdî hevjînek yê Fîrawûnan be. Hawass îfade kir ku taybetmendiyê awayê gorê û nivîsa hiyeroglîf nîşan dide, dibe ku aîdî rayedarên hikûmeta demê be.

Lêkolînên li herêma ku keşif lê hatî kirin, di heman demê de hunera şaristaniya berê ya Misirê û endezyarî û  hustatiya di çêkirina gorê de radixe ber çavan. Hûrguliyek din ku derketî pêş, di dîwarên gorê û cihê wê de, fîgur û hiyeroglîfên aîdî Misir hatîne dîtin. Wê ev nivîs têkildarî dîroka gorê agahiyên hê zêdetir bide.