Kêrên kevir ên 80 hezar salî hatin dîtin
Lêkolînerên li zanîngeha Friedrich Schiller ya li Almanyayê, li herêma Cebet Faya ya li Emirtiya Şarja ya Yekitiya Emirtiyên Ereb, kêrên kevir ên aydî beriya 80 hezar salan, dîtin.

Navenda Nûçeyan – Lêkolînerên li zanîngeha Friedrich Schiller a li Almanyayê, li herêma Cebet Faya ya li Emirtiya Şarja ya Yekitiya Emirtiyên Ereb, kêrên kevir ên aydî 80 hezar sal berê hatine çêkirin dîtin.
Li gor lêkolînên nû yên hatin kirin, tê payîn ku ev amûrên kevir, ji aliyê Homo Sapiens ve hatine çêkirin. Nîşane diyardikin ku mirov ji Efrîqa derketine û dema em bi fikirin ku ketibe nîvgrava Ereb gelek zûtir xwe gihandinê.
Lêkolîneran diyar kirin ki ev kevir aydî Serdema Kevîr a Navîn e. Daneyên kronolojîk ên di kolanên Cebel Faya de hatin bidestxistin, li herêmê bicîhbûna mirovê herî dawî, dighê beriya 80 hezar salan.
Ev keşif têkildarî riyên koçberiya mirovan û dîroka bicîhbûnê agahiyên girîng pêşkêş dike. Zanyar difikirin ku nîvgirava Ereb, ciyê ku mirovên modern ên ji Efrîqayê tê re derbas bûne ye.
Encamên lêkolînê, nîşan dide ku teoriyên hêzên zû yên mirovî divê ji nû ve bên nirxandin.