Jinên Cezayîrî êdî fîlmên xwe bi destê xwe çêdikin
Çalakvana femînîst a Cezayîrî Emal Hecac xwest bi rêya bernameya xwe ya bi navê 'Rana Hana' rola jinan di çêkirina naverokên sînemayî de xurt bike û bi nêrîna jinan fîlm û belgefîlm bên amadekirin.

NECWA RAHIM
Cezayîr – Bernameya "Rana Hana" bernameyeke ji bo çêkirina naverokek sînemayî ya jinan e. Beriya çend salan ji aliyê çalakvan Emal Hecac ve hatiye dest pêkirin. Çapa yekem di sala 2020'an de bû û heya sala 2024'an berdewam kir. Naveroka wê jî nivîskî, dîtbarî û guhdarî ye.
Piştî ku çalakvana femînîst Emal Hecac di destpêkirina bernameya xwe de bi serket, derhêneriya çar belgefîlman kir. Emal piştre dest bi çapa duyemîn a bernameyê kir. Ev bername, ji bo jin û jinên ciwan xwedî ramanên çalak ên ku daxwaz û ramanên xwe bi azadî û bê sînor derxin, hatiye amadekirin. Armanca bernameyê ew e ku ji jinan re derfetan peyda bike ku bi xebata profesyonel xwe îfade bikin û ramanên xwe bi hêsanî raghînin.
Emal Hecac bal kişand ser lidarxistina bernameya xwe û wiha got: "Ev înîsiyatîf di sala 2019'an de di dema tevgerek mezin a gelerî de hat destpêkirin. Danûstandina bi medya û afirînerên naverokê re, pir girîng bû. Ji ber vê yekê wek çalakvan fikirîm ku ramana projeyê li ser erdê bi rêya bikaranîna amûrên ku dê bandorek mezintir di kişandina temaşevanan de bike, pêk bînin. Ramana destpêkirina projeyê û xebatê jî ji bo perwerdekirin û hêzkirina tîmek jinan ku karibin berpirsyariya çêkirina naverokê bikin. Ev bername ji bo jin û jinên ciwan qadeke afirîner were afirandin ku behsa têkoşîna xwe ya femînîst tê de bikin, derfetek e."
'Hilberînên bi perspektîfên jinan divê hebin'
Emal Hecac diyar kir ku xalên hevpar ên di fîlman de jin in û wiha pê de çû: "Di fîlman de çend xalên hevpar hene, ew jî hemû derhênerên wê û tîmên teknîkê yên wek deng, wêne, ronahî û montajê jin in. Ez vê xala hevpar gelek girîng dibînim. Ji ber ku ew bi perspektîf an qonaxek dermankirinê ve girêdayî ye. Ev yek jî ji destpêkê ve min dixwest ku dîtineke femînst hebe. Em ji temaşekirina hemû hilberînên sînemayî an jî belgefîlman a bi perspektîfên mêr, westiyane. Divê jin jî di hilberînên hunerî de xwedî perspektîf bin. Naveroka fîlman jî bi pirs, daxwaz û daxwazên jinan re mijûl dibe. Hemû naverok behsa azadî, qadên giştî û tundiyê dikin.”
'Bi piştgiriya jinan em biser ketin'
Emal Hecac di berdewama gotinên xwe de balkişand ser tengasî û pirsgirêkên ku lê rast hatine û wiha got: "Em di destpêkê de rastî gelek kêşeyan hatin. Ya herî girîng ew bû ku hemû beşdaran dixwestin li ser naverokên curbecur bixebitin. Ji bo bijartina naverokê, me bi her beşdarek re demeke dirêj derbas dikir. Her wiha ji ber ku ezmûn û tecrûbeya me ya yekem bû, hinek astengî hatin dîtin. Di heman demê de nebûna derfetên madî jî bandorek mezin li me kir. Ji ber ku me destpêkê di çarçoveya kolektîf de kar dikir, ne di çarçoveya hilberîna fîliman de. Bi saya piştevaniya jinan em karîbûn biserkevin. Baweriya wan bi fikrê bernameyê hebû. Ji ber vê yekê em di derhênerî û berhemanîna 4 fîlman de biser ketin."
Bi fîlmê xwe xwest tekoşerek femînîst xelat bike
Derbarê fîlmên ku hatine çêkirin de Emal Hecac got ku heya niha sê fîlm hatine çêkirin û ev agahî dan: “Fîlmê çaremîn jî li ber qedandinê ye. Ev, fîlmê jineke ciwan a bi navê Esmaa Şealan e. Bi çîroka fîlma xwe, hewl da jineke ciwan bi navê Îman Şîban xelat bike. Ji ber ku Şîban bi nivîs û tevkariyên xwe di têkoşîna femînîst de tê naskirin û şopeke mezin di qada têkoşînê de hiştibû. Her wiha min xwest bi fîlmê xwe balê bikşînim ser rol û bandora Îman Şîban a di nava tevgerên femînîst de. Fîlmên ku vê dawiyê hatin hilberandin, ji raya giştî re hatin pêşandan û derbarê naverok û bijartina mijaran de kêfxweşî û erêkirinên xwe nîşan dan."
'Tezarît aşîtî û azadiyê vedibêje'
Emal Hecac balê kişand ser fîlmên ku amade kiriye û wiha pê de çû: "Fîlmê Arenas Dernouni yê bi navê 'Tazarît' heye. Çîroka wê jî derbarê lehenga bi navê Hebîba de ye. Hebîba, hêz û wêrekiya jinên Cezayîrê temsîl dike û ew bi xwe Şawî ye. Derhêner bi rêya fîlme xwe karîbû bi Hebîba ya ku li herêma Gûfî ya parêzgeha Batna dijî re, hevdîtinê pêk bîne. Derhêner karîbû bi wê re têlkilî ava bike û bersiva pirsên xwe yên derbarê hîzar, azadî û jin çawa dikare qada giştî bi dest bixe de, dît. Di dawiya fîlm de Hebîba tekez dike ku lêgerîna azadiyê ne bi wateya bêparkirina ji nasnemeya xwe ye û ew dikare li gorî parastina nirxên xwe hevgirtî be."
‘Derve Rê’ ji bo lêgerîna azadiyê ye
Derbarê Fîlmê 'Derve Rê' de jî Emal Hacac wiha got: "Ev fîlmê derhêner Emal Xatab e. Behsa tecrûbeya têkoşîna li dijî tundiyê û lêgerîna azadiyê dike. Bi rêya vî fîlmê xwe derhêner karîbû ji bo hemû kesên ku di jiyana xwe de nas kiriye, cîhekî ava bike û derfetê bide wan ku serpêhatiyên xwe bînin ziman. Her wiha wê karîbû hemû êş û azarên ku tê de derbas bûye bi rengekî bandorker a sînemayê vebêje. Di heman demê de zehmetiyên ku di rêwîtiya xwe ya lêgerîna li cewhera xwe û azadiyê de rûbirû maye, derxist holê."
‘Xaniyek Zindî’ daxwaza jinan a serxwebûn û rizgarbûnê vedibêje
Her wiha fîlmê 'El-Dar El-Heyê' yanê 'Xaniyek zindî' yê derhêner Îkram Hemdî Mensûr e. Emal Hecac derbarê ‘Xaniyê Zindî’ de wiha dibêje: “ Fîlm, azadî û rizgarbûnê bi nêrîna jinan vedibêje. Ew balê dikşîne ser mijara jin çawa bi madeyên xam re tevdigerin û bi mijara ‘Eko-femînîzm’ re çawa dikarin parastina jîngehê bikin. Îkram Mansûr giranî dide xwezayê. Di heman demê de dixwaze pêwendiyek di navbera nifşan û axê de çêke. Her wiha fîlm bi fikra jiyana di xaniyek zindî de ku mirov bi xwe ava dike, nîşan dide. Ev yek jî daxwaza jinan a ji bo serxwebûn û rizgariyê ye. Îkram bi rêya vî filma karîbû lêgerîna xwe ya azadiyê diyar bike û ez bawerim di vê yekê de heta radeyekê biser ket.”
Dest bi çapa duyem a bernameyê kirine
Di destpêka sala 2024'an de Emal Hecac çapa duyem a ji bernameya perwerdeya çêkirina naverokên femînîst destpê kir. Lê ew û ekîpa wê di şert û mecên cûda re derbas bûn ku nikarîbûn mîna çapa yekem bi lez bimeşin. Ji ber vê yekê wan di destpêka meha Hezîranê de, di warê girtina wêne û nivîsandina seneryoyan de dest bi perwerdehiyekê kirin. Pêvajoya nivîsandinê jî gelek dem digire.
'Em dixwazin tîmên jinan xurtir bikin'
Çalakvana femînîst Emal Hecac diyar kir ku ev çap bi amadebûna sê komên perwerdehiyê cuda bûye û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Ya yekem di çêkirina podcest û fîlmên bi deng de pispor e. Her wiha komek jî ji bo hilberînên belgefîlman e. Em hêvî dikin ku ev kar jî di destpêka sala 2026'an de were pêşkêşkirin. Em hewl didin ku tîmên di rojnameyên femînîst de jî, xurtir bikin û di warê belge de him li ser medya dîjîtal, him jî di qada sînameyî de xwe kûrtir bikin.”