siyaset
-
Meclisa PYD’ê parastina mafên jinan û nasnameya wan a siyasî ye
Berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Zehra Semeo da zanîn ku Meclisa jinan di PYD’ê de yek ji destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Her wiha ji bo avakirina civakê, rêxistina jinan û parastina mafên wê yên siyasî hatiye damezrandin.
-
Fiyaz Berkel: Erka me ye em xwedî li hemû jinan derkevin
Seroka Desteya Jin a herêma Firatê Firyaz Berkel di nirxandina xwe ya der barê rewşa jinan li Efrînê û kiryarên ku li Efrînê tên kirin de wiha got: "Her herêmeke tê dagirkirin, dewleta tirk dest bi guhertina demografiya wê di aliyê çand, ziman, hebûn û erdîngarî de dike."
-
Femînîst bang li serokwezîr dikin ku rêzê ji jinên Tûnisê re bigre
Çalakvana mafên mirovan û seroka Çavdêrîya Navneteweyî ya Mafên Mirovan a Tûnisê, Rîm Hamdî, dibîne ku tişta Tûnisê pêk hatiye darbeyeke li dijî destûrê ye û şîrovekirinek çewt a xala 80’yan e. Li gorî wê, serok nikare meclisê bi tankan bicemidîne.
-
“Divê Tûnis demek zûtir ji vê pêvajoya dijwar derkeve”
Krîza Tûnisê ya heyî siya xwe daye kolanên Tûnisê jî. Ji bo bidawîkirina krîza ku 10 sal in didome û welat ber bi vê rewşa têkçûna aborî û tevliheviya civakî ve biriye, çalakî tên lidarxistin.
-
“Dewleta tirk kiryarên dij mirovî li ser gelê me dide meşandin”
Endama Koordînasyona Kongreya Star Eyşa Mehmûd der barê êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê û kiryarên wê der heqê gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kir û got: “Bêdengiya rêxistinên mafê mirovan hevkariya bi dewleta tirk re dide nîşandan.”
-
Pervîn Bûldan li hemberî komkujiyê banga bilindkirina çalakiyan kir
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di kongreya ANYAKAY-DER’ê de girêdayî komkujiya li Konyayê hatî kirin axivî û got: "Li pişt vê komkujiyê, kujerê hevala me Denîz Poyraz qetil kirin hene. Ev berhemê hişmendiya ku her roj di şexsê HDP’ê de kurdan hedef dide nîşandan e. Kesên dibêjin ez mirov im divê li dijî komkujiyê derkevin."
-
Konferansa Jinan a Duyemîn a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê didome
Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asiya Ebdullah tecrubeya rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand, der barê rola jinan a di şerê li dijî DAIŞ’ê û rêxistinên terorîst de got; "Yên ku bi DAIŞ’ê re şer kirin jin in, ên ku têkoşîn meşandin jin in."
-
“Di êrîşên dagirkeriyê de hedefgirtina jinan”
Endama Deseteya Rêveberiya Tevgera Azadiyê Ronak Mecîd di derbarê êrîşên dewleta Tirk û bandoriya wê li ser jinê de nirxandin kir.
-
Fermandariya YPJ'ê: Dewleta tirk ji hestiyên me jî ditirse
Fermandara YPJ’ê Dilar Heleb têkildarî xirabkirina goristana cangoriyan a Efrînê û îdiayên der barê wê de wiha dibêje: "Min bi destên xwe 7 şervan oxir kirin. Dewleta tirk bi van kiryaran tirsa xwe ya ji hestiyên şervanan jî diyar dike."
-
“Tûnis di veguherînek siyasî ya rastî re derbas dibe û divê jin jî beşdar bibin”
Serokomarê Tûnisê Qeys Saîd di 25'ê Tîrmehê de cemidandina parlamentoyê û rakirina parêzbendiyê ji bo hemû endamên meclisê ragihand. Qeys Saîd di heman demê de bi çalakirina eşkere ya madeya 80'ê ya hukûmetê, serokwezîr Hîşam El-Maşîşî jî ji wezîfeyê bêpar kir.
-
“Komkujiya şengalê weke jenosîd tê naskirin, lê bê piratîk dimîne”
Li ser fermana Şengalê re 7 sal borîn. Di meha borî de 3 welatan komkujiya 3`ê Tebaxa 2014`an, weke jenosîd binav kirin. Lê çawa ku naskirina jenosîdên Ermeniyan bê piratîk man, naskirina qirkirina Êzdiyan jî heta vê kêliyê bê gavavêtin dimîne. Hevseroka Encûmena Zagonsaz ya herêma Firatê Fewziya Ebdî daxwaza fermîkirina jenosîda Êzdiyan kir û got divê zagon û bendên hevpeymanan werin pêk anîn.
-
Zeyneb Murad: Zemînek ji bo pêkhatina yekitiya netewî heye
Hevserokê KNK’ê Zeyneb Murad encama serdanên wan yên bi partiyên Başûrê Kurdistanê re bi daxuyaniyekê ragihandin û da diyarkirin ku di encamê de derket holê ku zemînek ji bo pêkanîna yekîtiya netewî heye.
-
Gelo dê jinên Mexribî timî bi hewceyî kotayê bin?
Kotaya jinan ku ji 1960’an ve hatiye destpêkirin, di warê mafên jinan û wekheviya zayendî de guherînek erênî pêk tîne. Ew di dema Konferansa Cîhanî ya Çaremîn a Jinan ku li Pekînê di 1995’an de pêk hat de çêbû.
-
"Ramanên Ocalan hêviya hemû neteweyên bindest e"
Endama Rêvberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Cumana Ehmed diyar kir ku armanca tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan sînorkirina ramanên wî û qirkirina hemû pêkhateyên herêmê ye.
-
Namet Bedir El-Dîn: Zîhniyeta baviksalar li Lubnanê nahêle jin bibin xwedî biryaran
Namzeda berê ya parlamentoyê Nemet Bedir El-Dîn der barê pêşketina jinan a di ware siyasî de got: “Ev pêşketin jixweber çênebû lê belê ev encama destkeftiyan e. A yekem têkoşîna jinên Lubnanê zêdebarî komeleyên ku di warê jinan de kar dikin vê astê afirandin.”
-
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû hêviya hemû jinên têkoşer
Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Şêrîn Hesen, salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û got: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû hêviya hemû jinên têkoşer her wiha bû bersiva siyaseta dewletên qirker ên dixwazin îradeya gelê me têk bibin."
-
"Şoreşa 19′ê Tîrmehê şoreşa parastina nirxên mirovî ye"
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Rîhan Loqo derbarê salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de nirxandin kir. Rîhan bal kişand li ser berxwedan û rola jin di nava şoreşê de û got: "Jina kurd bi çirûska şoreşa 19'ê Tirmehê re rêxistinbûn û tekoşîna xwe xurt kir."
-
Yisra İlyas: Pêşketin û zanebûna jinan tunekirina zîhniyeta serweriyê ye
Yisra İlyas yek ji jinên welatparêz ên bajarê Hesekê ye, li hemberî desthilatdariya Rêjîma Bass û zîhniyeta civaka baviksalarî di salên 1990’î de têkoşîn û kedek mezin daye meşandin.Yisra û rê hevalên wê jiyana azad ji bo xwe hilbijartin û bûn pêşengên şoreşa Rojavayê Kurdistanê.
-
Claudine Aoun: Krîzan Komîsyona Neteweyî ya Jinên Lubnanî ji pêkanîna peywirên wê dûr nexist
Komîsyona Neteweyî ya Jinên Lubnanê ku ji hêla seroka wê, Claudine Aoun ve tê temsîlkirin, ji bo bidestxistina mafên jinan têdikoşe. Komele ji bo mercên xebatê biafirîne û mafên jinên Lubnanê pêk bîne, têdikoşe. Daxwaza kotayeke jinan di parlamento û meclisên şaredariyê de kir her wiha daxwaza çareserkirina sedemên devjêberdana dibistanê, zêdebarî projeyên din ku jinan di aliyê siyasî û aborî de bi hêz dike jî dike.
-
Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Emê desturê nedin polîtîkayên we yê şerê taybet
Meclîsa Jinê ya HDP'ê têkildarî "êrişa zayendî ya li ser zarok û ciwanan a ji aliyê polîs û leşkeran ve pêk tê" ya li Gevera Colemêrgê daxuyaniya nivîskî da.