"Şoreşa 19′ê Tîrmehê şoreşa parastina nirxên mirovî ye"

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Rîhan Loqo derbarê salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de nirxandin kir. Rîhan bal kişand li ser berxwedan û rola jin di nava şoreşê de û got: "Jina kurd bi çirûska şoreşa 19'ê Tirmehê re rêxistinbûn û tekoşîna xwe xurt kir."

ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de çirûska yekemîn a şoreşê ji bajarê Kobanê ya berxwedêr destpê kir û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Jinan berxwedaneke pir mezin di 19’ê tîrmehê de di hemû qadan de nîşan da. Jin xwedî li mal, zarok, ax û nasnameya xwe derket. Di aliyê leşkerî, civakî û çandî de rolek girîng ji aliyê jinan ve hat lîstin. Serkeftinên ku jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine bû sedema ku jinên cîhanê jî ji şoreşê bandor bibin. Bandora têkoşîna jinên Rojava li tevahî cîhanê deng veda û belav bû. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo derbarê 19’ê Tîrmehê de û berxwedan û tekoşîna jin di nava şoreşê de nêrîna xwe parvekir.
"Bi çirûska 19’ê Tîrmehê re dîrok, ziman û hebûna gelan zindî bû"
Rîhan bal kişand li ser zor û zehmetiyên jinan beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê û got: "Beriya ku şoreşa Rojava dest pê bike, tevahî civak û bi taybet jin ji bo hebûn, nasname, ziman û çanda xwe rastî gelek tundiyê dihatin. Dewletên desthilatdar nedixwastin jin bi rêxistin û zana be. Her wiha di nava civakê de di bin navê jin nikare tiştekî bike de bêdeng hiştibûn. Di rastî de yê ku civak perwerde,zane û jiyanê wekhev kiriye jin e. Li ser erda ku desthilatdar heyî tundî û zordarî li hember jinê hate meşandin. Li ser erdê Rojava dîrok, ziman û wekheviya gelan bi şoreşa 19'ê Tirmehê re zindî bû. Em 19'e Tirmehê li tevahî jinên têkoşer pîroz dikin.  Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinên Rojava di sala 2005'an de bi navê Yekîtiya Star xwe bi rêxistin kiribûn. Di wê demê de ji ber pergala Rejima Baas me gelek zor û zehmetî jiya, ruxmê wê jî jin bi komên biçûk xwe bi rêxistin dikirin û pê azadiyê baz didan."
 "Avakirina saziyên jin yek ji destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê ye"
Rîhan li ser destkeftiyên jin di nava şoreşa 19’ê Tîrmehê de û wiha anî ziman: "Bi rêxistinbûna jinê şoreşa 19'ê Tirmehê pêk hat. Jin ji bo ku şoreş pêk were beriya şoreşê gelek amadekarî kirin û xwe bi rêxistin kirin. Bi şoreşa 19'ê Tirmehê re rêxistinbûna jin berfireh bû û xwe bi navê Kongreya Star ragihand, ev yek jî deskeftiya şoreşê bû. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, bi şoreşê re gelek sazî û dezgehên jin hatin avakirin. Her wiha bi rizgariya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Komeleya Sara, Mala Jin, Artêşa Jin, Jineolojî û gelek komîn û komîte hatin damezrandin. Di heman demê de hemû pêkhateyên ku di herêmê de dijîn bi hev re hatin perwerde kirin û bi pergala netewa demokratîk hatin bi rêxistin kirin. Yek ji destkeftiyên şoreşê pergala Hevserokatî bû ku jin yekser cihê xwe têde digirt. Her wiha jinê di aliyê siyasî, civakî û leşkerî de gavên mezin avêtin. Jina kurd bi rêxistin û têkoşîna xwe îlhamda jinên cîhanê."
 "Bi serkêşiya jina kurd tevahî jinên ji pêkhateyên cuda banga mafê xwe kirin"
Rîhan Loqo diyar kir ku bi destgirtina hemû gelan dê destkeftiyên şoreşê were parastin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rêber Apo di peyamê xwe de mînak da me ku wê sedsala 21’an, bibe sedsala jinê û bi rengê jin wê civaka azad were avakirin, isbata mezin jî ya vê mizgîniyê di tevahî Rojhilata navîn de û bi taybet li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê çêbû. Dema ku çirûska şoreşê hate li dar xisitn, êdî tevahî gel daketin qadan û banga azadiya xwe kirin û yên ku serkêşiya wê jî kir jin bû. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re tevahî jinên ji pêkhateyan beşdarî rêxistina jinan bûn û rêxistinbûna xwe bi xwe jî ava kirin. Di kar û xebatên jinan de armanca yekemîn ewe ku em xwe bighînin tevahî jinan. Jin di nava şoreşê de gelek destkeftiyên pîroz bi xwîn û ked bi dest xistin. Em weke jin em ê li hember tevahî êrîşan destkeftiyên xwe biparêzin. Her wiha banga me ji tevahî jinan heye ku şoreşa xwe biparêzin. Her wiha em ê bi destgirtina xwe yekîtî, aşitî, aramî û wekhevî avabikin."