siyaset

  • “Dê hêza herî mezin a deklerasyona me jin be” 

    Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna meclisa jinan a li navenda partiya wan hatî lidarxistin de nirxandinên giring kir û got: “Bila bêzanîn armanca me pir mezin e. Em jin daxwaz dikin ku ji îro û pê ve vî welatî birêve bibin. Ji bo vê têra xwe hêz, pêşbînî û rêxistinbûna me heye.”

  • "Ez pişta xwe nadim kotayê û bawerdikim ku bi xebatê serkeftin pêkan dibe" 

    Ji namzetên jin ên ku di hilbijartinên Iraqê yên meha cotmehê bên lidarxistin de Nisan El – Zayer diyar kir ku piştevaniya jinan ji bo wan bese ku di hilbijartinan de encamên giring bigirin û got: “Jin ji mêran baştir bi baldarî li ser karê xwe disekinin, ya herî baş jî diziyê nakin. Ev bi şopandinê dikare bê piştrast kirin. Ji tecrubeyên berê jî hatiye dîtin ku jina parlamentera Iraqî piştî ku di hilbijartinan de bi ser ket bêtir bi dengdêrên xwe re di danûstandinê de bûye.”

  • Partiyan di bernameyên xwe yên hilbijartinê de behsa pêşengiya jinên Mexribê kirin 

    Li Mexribê 32 partî wê sibê beşdarî hilbijartinan bibin ku di nava wan de Meclisa Nûneran, meclîsên komîn, navçeyan û meclisên herêman hene. Di pêşbaziya hilbijartinê de, partiyan hemû bernameyên xwe yên hilbijartinê pêşkêşî gel kirin da ku dengdêran bi dest bixin. Gelo bernameyên hilbijartinê çawa hatine amadekirin? Partî ger di hilbijartinan de bi ser bikevin wê çawa rewşa jinên Mexribê baş bikin?

  • Meclisa Jina Sûriyeyê misyona jinan a siyasî pratîze kir û hebûna wan di cihê biryarê de mayinde kir 

    Endama Koodînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat der barê xebat, rêxistin û sîstema Meclisa Jinên Sûriyeyê de nirxandin kir û got: “Hebûna jinan di nivîsandina destûreke demokratîk de şeklekî xweşik dide şaristaniya demokratîk û mafê wê di tevahî Sûriyeyê de mayinde dike. Zagonên di destûrên serwer de ji bo jinan hatibûn derxistin tu maf ji wan re nedida û wan ji qada siyasete û cihê biryarê dûr xistibû.”

  • Di civakê de jin dikarin di warê siyasî de bi hêz bin 

    Navenda Rojnamegerên Jin ên Başûr a Xezayê, bi lêkolînên domdar, armanc dike ku qelsiyên jinan bizanibe. Haneen Judeh dide zanîn ku qada analîzên siyasî ya li Xezayê ji jinan re naxebite, ji ber ku di warê siyasî de ezmûn tune ye. Di nav bernameya bihêzkirinê de dê çend kurs ji bo hejmarek jinên ciwan werin amadekirin da ku jinên li Xezayê bi zêdekirina hişmendiya xwe ya siyasî dest bi şîrovekirina siyasî bikin.

  • Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Divê jin banga nasnekirina Talîbanê bikin 

    Wekîla HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê hemû jinên aktîvîst ji bo nasnekirina Talîbanê bang bikin û got: “Pêwîste em ji jinên Afgan re bibin deng. Divê jinên Afganî di vê wateyê de xwe biparêzin. Jinên ku parastina xwe ya cewherî kirin DAIŞ’ê têk birin. Ez bawer dikim ku jinên Afganî jî dikarin vê yekê ji xwe re bikin mînak. Ez difikirim ku dê hemî jinên Afganî mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin.”

  • "Polîtîkayên şer çavkaniya xwe ji tecrîda li Îmraliyê digire” 

    Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di Kongreya partiya xwe ya Pirsûsê de bal kişand ser tecrîdê û got: "Polîtîkayên şer çavkaniya xwe ji tecrîda li Îmraliyê digire.”

  • Lîsteyek jinan bi rêjeya ji sedî sed hat pêşkêşkirin 

    Hilbijartinên ku dê di 8’ê Îlonê de li Mexribê pêk werin bi kotaya ji sedî sed a jinan balê dikşîne ser xwe. Xebatên hilbijartinê ji aliyê Koordînatora Herêmî yê Partiya Tevgera Gel û Cîgirê Serokê herêma Marakeşê Safi, Aziza Boujeraida û digel 38 jinan tê birêvebirin.

  • Rêxistinên civaka sivîl li Lîbyayê piştgiriya hilbijartinan dikin 

    Hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl li bajarê Bîngaziyê, nemaze yên ku jin rêveberiya wan dikin, ji bo piştgiriya hilbijartinan dest bi pêkanîna gelek çalakiyan kirin. Lîbya di 24'ê Kanûna îsal de dê di qonaxek girîng de derbas bibe.

  • "Dewleta tirk bi zanebûn propogandaya şerekî nû dike" 

    Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayşe Efendî banga xwedîderketina li axê kir. Ayşe Efendî wiha got: "Dewleta tirk şerekî taybet li herêmê dide meşandin divê gelê me neyê xepandin û xwedî li axa xwe derkeve."

  • "Divê rejîma Baasê helwestên xwe yên bi nakok zelal bike" 

    Cîgira Encûmena Rêveber a herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Bekir siyaset û daxuyaniyên rejîma Baasê yên bi nakok nirxand û got: "Hikûmeta Sûriyeyê di helwest û nêrîna xwe de ne zelal e. Ew her car nêzikatiyeke cuda raber dike divê êdî em bi hev re aloziya Sûriyeyê çareser bikin û pergaleke ku ne navendîparêz e bingeh bigrin."

  • "Rêveberiya Xweser vîna me ye û tekane riya çareseriya aloziya Sûriyeyê ye" 

    Jinên ji gundewarên rojhilatê Dêrazorê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke niştimanî ye ku yekitiya axa Sûriyeyê misoger dike, aştiyê pêk tîne û vîna hemû beş û pêkhateyan temsîl dike

  • Ji Behîce Boran heta Dayikên Aştiyê sûcê herî mezin xwestina aştiyê ye 

    Li Tirkiyeyê ji Behîce Boran a Cemîyeta Hezkiriyên Aştiyê heta Meclîsa Dayikên Aştiyê ku dixwazin kuştina zarokên wan bi dawî bibe, sûcê wan ê herî mezin xwestina aştiyê ye.

  • Meşa jinan a ji bo sekinandina şerê navxweyî a roja 31’ Tebaxê 

    31’ê Tebaxa sala 1996’an di dîrokê de ji bo Başûrê Kurdistanê bûye rûpelek reş. Di wê salê de bi dehan jin li Silêmaniyê heta parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê rê girtin, ji bo pêşî li şerê navxweyî bigrin û ev roj ji bo gelê Kurd nebe rûpelek reş di dîrokî de.

  • Wekîlên jin ên HDP’ê diyar kirin ku xweparastin mecbûrî ye 

    Wêkîlên HDP'ê Zuleyha Gulum, Nuran Îmîr û Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişandin ser gelek mijarên mîna zêdebûna komkujiyên jinan ên li Tirkiyeyê, şîdeta li dijî jinan, polîtîkayên bêcezakirinê yên AKP'ê, biryarên darazê yên ji bo mêran û betalkirina Peymana Stenbolê û diyar kirin ku yekane rê ew e ku jin di her qadê de xwe bi rêxistin bikin û mekanîzmaya xweparastinê bi pêş bixin.

  • Abeer Amneina: Divê alîkariya qanûnî ji bo beşdariya jinan a siyasetê hebe 

    Der barê beşdarbûna pêvajoya hilbijartinên herêmî de, Abeer Amneina piştrast kir ku qanûna hilbijartinê ya jinan teşwîq bike nîn e û got: "Em dibînin ku tevî ku qala hewcedariya hebûna jineke di nav endamên meclisa şaredariyê de jî dike, qanûn berendamtiyê ji bo jinan teşwîq nake.”

  • Pervîn Buldan: Vê tarîtiya li welat dê jin bi têkoşîna xwe ronî bikin 

    Civîna hevserokên jin ên bajaran ên HDP’ê li navenda giştiya HDP’ê despêkir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di civînê de axivî û bal kişand ser hêza jinan a dikare tarîtiya li welat bişkîne û got: “Vê tarîtiya li welat dê jin bi têkoşîna xwe ronî bikin. Pergala zilmê dê jin biguherin. Emê jin ergaleke aştiyane, wekhev û azadîxwaz ava bikin.”

  • Şanaz Îbrahîm Ehmed nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî êrîşên ser Pêncewînê da 

    Berpirsa Navenda Têkiliyên Derve ya YNK'ê Şanaz Îbrahîm Ehmed li ser hesabê xwe yê medya yê nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî bomberdûmana 24’ê Tebaxa 2021’ê ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Pêncewîn û Şarezûrê hatî kirin da û got: “Ez ê behsa bêhelwestî û bêdengiya berpirsên Herêmê nekim, ji ber ku dizanim guhê wan fêrî qêrîn û hewarên mezin û biçûk ên vî welatî bûye, pozê wan ji dûkela cihên petrolê û gundên Kurdistanê yên hatin şewitandin tije bûye û zimanê xwe ji ber berjewendiyên taybet û peymana 50 salî jê kirine."

  • "Rewşa jinên Efganistanê di metirsiyê de ye divê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin" 

    Berdevka Kongreya Star a herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Xelîl rewşa jinên Efganistanê nirxand û got: "Divê jinên Efganistanê koletî û bindestiyê qebûl nekin. Pêwîst e têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re bingeh bigrin û ji bo bi destxistina mafê xwe, rêxstinbûna xwe ava bikin."

  • Eyşe Efendî: Şoreşa me li ser mîras û bingehek qedîm avabûye 

    Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî der barê serhildan û rewşa Kurdan de wiha dibêje: "Gelek serhildan çêbûn lê her dem ew serhildan an jî şoreş têk çûn, şoreşa me ya di roja îro de wê neyê pûçkirin ji ber fikreke neteweyî di nava cîhanê de hatiye belavkirin, ew jî fikrên Rêber Apo ye."