Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû hêviya hemû jinên têkoşer

Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Şêrîn Hesen, salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û got: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû hêviya hemû jinên têkoşer her wiha bû bersiva siyaseta dewletên qirker ên dixwazin îradeya gelê me têk bibin."

HESNA MIHEMED
Şehba- Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şoreşa jinan pênase kir ji bo xizmeta civakê ket meriyetê. Çirûska yekemîn a şoreşê li Kobanê dest pê kir û li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Jin tê de bûn xwedî rol û misiyon, di heman demê de bûn xwedî hebûn û îrade. Jinan di hemû qadên jiyanî û civakî de cih girtin û sîstema hevserokatiyê di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ku ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye, ava kirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû bingeha projeya Neteweya Demokratîk û gelek bedelên giranbuha ji bo wê hatin dayin. Li kêleka wê jî gelek destkeftiyên mezin bi pêşengiya jinên têkoşer û berxwedêr hatin bidestxistin. Têkildarî salvegera şoreşa Rojavaya Kurdistanê, Berdevka Kongreya Star a Herêma Efrînê Şêrîn Hesen nirxandin kir.  
“Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hemû pêkhateyên civakê hewandin”
Şêrîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li hemû gelên aştîxwaz û berxwedêr pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Rêber Apo û jinên têkoşer ên ji bo azadiya xwe û civakê li ber xwe didin, pîroz dikin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi şoreşa jinan tê pênasekirin, çirûska yekemîn a vêxistina agirê şoreşê ji Kobanê dest pê kir û berê xwe da tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di vê şoreşê de tevlibûnên jinan xurt bû. şoreşa me li ser bingeheke rast hat avakirin û ji şoreşên din cudatir bû, ji ber wê me xeta sêyemîn ji xwe re hilbijart û hemû rengên desthilatdariyê li ser civaka xwe rûxand. Berî wê şoreşa Sûriyeyê çêbû lê ji ber ji riya rastiyê derket û bi pey berjewendiyên kesayetî ket negihîşt armancên xwe û bi xwe re gelek xerabî, koçberî û alozî derxist. Projeya Neteweya Demokratîk hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de hewand û dikaribû hevbeşiya jiyanê û rêxistinê di navbera wan de ava bike."
“Şoreşa Rojava bû hêviya hemû jinên cîhanê”
Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rêxistinên jinan dikaribûn rol û misyona xwe bilîzin û bibin bersiv ji hemû rengên koletiyê re. Şêrîn wiha behsa vê mijarê kir: "Bi şoreşê re rêxistinên jinan xurtir bûn û dikaribûn rol û misyona xwe bilîzin. Jin bûn bersiv ji pirsgirêkên civakê re û hêza çeteyên DAIŞ'ê yên ku xeteriyeke mezin li ser Rojhilata Navîn û cîhanê dabûn çêkirin, şikandin. Jinan edaleta civakê bi xwe re anîn, mafên jinan parastin û di nav tevgerê de bûn.  Di şoreşê de nêrîna jinan hat pêşkêşkirin ji aliyê rêxistinî, civakî, siyasî û aborî ve, berevajî sîstema dewletên hegomanîk ên ku dengê jinan fetisandibûn. Di aliyê siyasî de jî jinan rol û misyona xwe îsbat kirin û li gel pir mijaran ketin nava lihevkirinên erênî. Jinan rastî û cewherê xwe derxistin û hêviyên hemû jinan di şoreşê de pêk hatin."   
“Şoreşa 19'ê Tîrmehê bersiva siyasetên qirkirin û tunekirinê ye”
Ji destpêka avabûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve gelek guhertin û veguhertin hatin avakirin. Şêrîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevahî rêxistinan, bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re berê xwe dan sîstema Rêveberiya Xweser û tê de cih girtin. Ji bo guhertina zîhniyeta civakê ku ji aliyê dewletan ve hatibû rûniştandin me giranî da perwerdekirinê. Di şoreşê de gavên pir mezin hatin avêtin û gelek destkeftî hatin bidestxistin. Di dawiyê de hêviya me ji tevahî jinan heye ku nirxên şoreşa xwe biparêzin û xwedî lê derkevin."