“Di êrîşên dagirkeriyê de hedefgirtina jinan”

Endama Deseteya Rêveberiya Tevgera Azadiyê Ronak Mecîd di derbarê êrîşên dewleta Tirk û bandoriya wê li ser jinê de nirxandin kir.

TEWAR PÊCEWÎN
Silêmanî - Dewleta Tirk ji nîsanê ve êrîşên dagirkirinê li ser xaka Başurê Kurdistanê dewam dike. Ev pîlana wan a dagirkeriyê ji wê demê ve di nava gelê başur û derve de rastî nerazîbûnên hemû pêkhateyên civakê hat û hîna jî nerazîbûn dewam dikin. Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiyê Ronak Mecîd jî li ser mijarê ji ajansa mere axivî.
Ronak Mecîd da zanîn ku êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk raste rast bandorê li ser jinan dike û wiha got: “Minak di enfala Başûrê Kurdistanê jin bûn qurbaniyên komkojiyên rejîma baas û di bazarên Misrê de hatin firotin, heta niha jî nayên zanîn ka ev jin li kune. Kimyabaran Helepçe û êrîşên eteyên DAÎŞ’ê li ser Şengalê û bi hezaran jinên Êzîdî kirin kole û li bazarên Surye firotin.”
“Êrîşên dagirkeriyê bandora sereke li ser jinê dike”
Ronak Mecîd bal kişad li ser oparasyonên dewleta Tirk ên dagirkirinê li ser Herêma Başûrê Kurdistanê tên kirin û wiha dom kir: “Dewleta Tirk êrîşî gudan dike û yê herî zêde zererê jê dibînin jinin. Ji ber jin di nava gundanan de ji bo dabînkirina jiyana mala xwe çandinî û lawirvaniyê ve mijulin dikevin ber êrîşan. Dewleta Tirk ji derveyî êrîşên leşkerî, êrîşî aborî û jiyana civakî jî dike. Ji aliyê aborî ve herêma Kurdistanê lewaz dike û aboriya jinan lewaz kiriye. Bi rêya ragihandinê jî nişandan filmên Tirkî çand û fikrê civakê têkdaye, cudahî û pirsgirêkên jinan zêde kiriye. Eve hemû pilanên dewleta Tirk ji bo civak û jinan bi perçiqineye. Divê jin hêza xwe kom bike û pêşengiyê ji civakê re bike, daku bikare li beramberî zext û êrîşên dewleta Tirk bi sekine. Ji xwe deshilat û dewletên dagirker jî vê hêza jinê dizane ji ber wê despêkê jinan hedef digirin.”