siyaset

  • Deklerasyona HDP’ê: Em dixwazin pergala hikumeta serokomariyê biguherînin 

    HDP’ê “deklerasyona xwe ya banga edaleta û aştiye” eşkere kir. Bi deklerasyona HDP’ê ev hat gotin “Em dixwazin pergala hikumeta serokomariyê biguherînin” û ji hemû aliyên demokratîk re îlan kir ku ew ji bo muzakereyan vekirî ne.

  • Meral Daniş Beştaş: Armanca me pêkanîna yekitiyê ye 

    Şandeya HDP’ê bi nunertiya Meral Daniş Beştaş û Mehmud Togrul li Başûrê Kurdistanê ye. Şandeyê li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran û Qubat Talebanî kir.

  • Alaa El-Yasiri: Ez bi enerjiya guherînê xebatên hilbijartinê didomînim 

    Alaa El - Yasiri piştrast kir ku kampanyaya teşhîrkirin ya li dijî wê hatiye kirin ji hêla partiyên siyasî ve, hewl didin berendamtiya wê ji bo hilbijartinan asteng bikin û nehêlin ku bigihîje parlamentoyê û wiha domand: "Ew rêbabzek erzan bû, wan wêneyên min bi hevserê min re dema ku em li munasebeteke malbatî bûn weşandin û sernavên neyînî li ser nivîsandin."

  • Rêxistinên jinan ji ber kêmbûna nûnertiya jinan di hikûmeta Lubnanê de poşman in 

    Nûnertiya jinan di hikûmeta nû ya Lubnanê ya bi serokatiya Najib Mikati de ku çend roj berê baweriya parlamentoyê bi dest xistibû kêm e. Jin di hikûmeta berê ya bi serokatiya Hassan Diab de bi şeş wezîrên jin dihatin temsîlkirin lê di hikûmeta nû de tenê wezîrek jin heye.

  • Li Kerkûkê berendamên serbixwe li nav gel digerin 

    Du berendamên serbixwe yên bajarê Kerkûkê Şîrîn Ebdula û Sara Sitar dan diyarkirin ku reşwa jinan li Kerkûkê di rewşek xirab de ye, rêjeya kuştina jinan zêde bûye û zagon girîngî nadin jinan û dan zanîn ku wê derfeten xebatê ji bo ciwanan peyda bikin û zagonek taybet ji bo jinan derbixin da ku ji bo pirsgirêkên jinan bibe çareserî.

  • Kongeransa Jinan a Rêveberiyên Hêremî dest pê kir 

    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di konferansa Jinan a Rêveberiyên Hêremî de axivî û got: “Têra xwe zanebûn, ezmûn, motîvasyon û hêza me heye. Em di siyaseta welat de di rewşek nûnertî û diyarker de ne. Ji ber vê heya em hebin, hêvî jî heye, cesaret jî heye, çareserî û aştî jî wê pêkan be. Di paşêrojê û îro de jî têkoşîna me bi keda jinan bilind dibe, wê pêşeroj ji bo jinan ronî be.”

  • Ebrû Gunay; Rêya me zelal e, muxatab diyar e 

    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, di derbarê nîqaşên pêvajoya çareseriyê de dema ku peyama "rêya me diyar e" dida û di mijara muxatabê de Abdullah Ocalan bi bîr anî û Parlamento ye navnîşan da.

  • Piştevaniya jinên Lîbyayê ji bo namzetên jin mezin dibe 

    Li Lîbyayê xebatên hilbijartinên 24’ê Kanûnê bi lez dewam dikin. Jinên Lîbyayê bi hemû hêza xwe ji bo hişyariya girîngiya hilbijartinan dixebitin.

  • Fatima Khair: Huner peyamek siyasî ye û siyaseta rastîn jî peyamek hunerî ye 

    Hunermend kêm caran di şahiyên partiyên Mexribê de xuya dibin. Di deh salên çûyî de, tenê du hunermend Yassine Ajam û stranbêja Amazigh Fatima Tabamrant karîne bikevin parlamentoyê. Di hilbijartinên 8'ê Îlonê hatin lidarxistin de jî du lîstikvanên Mexribê, Kalila Bounailat û Fatima Khair bi ser ketin.

  • Nabila Rmili dê Paytexta aboriya Mexribê birêve bibe 

    Nabila Rmili, ku navê wê wekî namzeta pisporên lênihêrîna tenduristî derdikeve pêş, di hilbijartinên ku roja Dûşemê li bajarê Kazablankayê ku wekî paytexta aborî ya Fasê tê zanîn û nas kirin de bi ser ket.

  • “Ez lê parlemena Îraqê ji bo jin û ciwanan xebatê bikim” 

    Berendama serbixwe bi hêjmara 33 ya di bazneya 1 ya parêzgeha Kerkukê de cîh dighire Şîrîn Abdula diyar kir ku ji bo berpirsyariyê bigre ser milê xwe bûye berendam û got: “Ez lê parlemena Îraqê ji bo jin û ciwanan xebatê bikim.”

  • Hafidha Choucair: Ger em rewşa jinan biguherînin dê rewşa civakê baştir be (2) 

    Qanûn girîng e lê têrê nake. Ji ber vê yekê, mekanîzmayên ji bo bicihanînê divê bên danîn. Ev rolek ku rêxistinên mafên mirovan, saziyên destûrî yên serbixwe, sazî û wezaretên dewletê li ser dixebitin da ku di belavkirina çanda wekheviyê de bi ser bikevin. Ez difikirim ku pirsgirêka bingehîn di dilnermiya belavkirina çanda cihêkariyê de ye ne di hewldanên ji bo perwerdekirina mirovan di warê mafên mirovan de ye.

  • Hafidha Choucair: Zîhniyetek nû heye ku dixwaze jinan berpirsê krîza Tûnis bibînin (1) 

    Tevgerên lîberal ên piştgirî didin pirsgirêkên jinan, piştî serxwebûnê li Tûnisê hatin dîtin. Ji mîrasa rewşenbîrî sûd wergirtin da ku wekheviyê saz bikin û bikin yek ji armancên dewleta serbixwe ya nûjen da ku Tûnis were ser riya xwe ya çaksaziyê ku bi astengî û dijwariyan dorpêçkirî ye.

  • Ebrû Gunay: HDP amadekariya vebijêrkek nû ya bihêze dike 

    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di nirxaninên xwe yên civîna çapemeniyê de balkişand ser deklarasyona ‘Belgeya Banga Demokrasiyê’ û dazanîn ku ewê vebijêrkek nû danin pêşiya welatiyên Tirkiyê.

  • “Divê em li hember şerê taybet ê guhertina demografiya û helandinê hişyar bin” 

    Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Sîlvan Elî têkildarî êrîş û planên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir û got: “Bi salan e êrîşên dewleta tirk li hember herêm û pergala me ya xweseriyê ranewestiyane, ji ber ku pergala me bi rengê îdeolojiya azad, serbixwe û ne girêdayî tu aliyên serwer e, dewleta tirk ji bo xwe weke xeterî dibîne. Em di ferqa xeterê de ne û hişyar in.

  • “Tişta em li kuçeyan, ser erdan û febrîqan dibînin tenê xizanî ye” 

    Meclîsa Jinan a HDP’ê li Dîlokê serdana jinên gozan dişkênin û mewîjan dibijêrin kir û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Di serdanê de Ayşe Acar Başaran got: “Li gor dewletê civak di nava aramiyê de ye lê belê tiştên em li kuçeyan li ser erdan û li febrîqan dibînin tenê xizanî ye."

  • Kabîneya Lubnanê "hêviya gel" şikand! 

    Wêneya ku dîmena welat bi krîza herî mezin a aborî ya salên dawî re têdikoşe û kabîneya ku 13 meh şûnda hatî avakirin xuya dikir hêviya jinan kişand. Di nava 24 wezaretên kabîneyê nû ya Libnanê de tenê wezîrek jin hene.

  • Ji bo teşwîqkirina beşdariya hilbijartinan kampanya hat destpêkirin 

    Komeleya Rojnamegerên Jin ên Iraqê kampanyaya bi navê "Bihêlin ew biryar bidin" da destpêkirin da ku jin bikaribin beşdarî hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê yên di 10'ê Cotmeha 2021'ê de werin lidarxistin bibin.

  • Partiyên Mexribî di hilbijartinan de wekhevî bi dest xistin 

    Hilbijartinên ku di 8’ê Îlonê de li Mexribê hatin lidarxistin di warê wekheviya jin û mêr de asteke baş afirand. Partiya Pêşverû û Sosyalîst ku di van hilbijartinan de bi 23 kursiyan di rêza şeşemîn de cih girt, di warê encaman de jî dikaribû wekheviyê bi dest bixe. Ji 23 kursiyên ku partiyê li Meclisa Nûneran bi dest xistine, 12 jin gihîştin vê saziyê. Ev tê vê wateyê ku vê partiyê jî wekhevî bi dest xistiye, bi vê yekê tişta ku bi salan di tu hilbijartinan de çênebû pêk hat.

  • Meclia Jinan a HDP’ê: Dema mezinkirina piştevaniya jina ne 

    Di encamnameya civîna Meclisa Jinan a HDP’ê de jinan balkişandin ser rewşa dawî ya li Efganistan û giştî Rojhilata Navîn û gotin: “Li Rojhilata Navîn îrade, bawerî û daxwazên gelan ji nedîtî ve tên, dixwazin çarenûsa gelan û jinan ji tarîtiya DAÎŞ'ê û çeteyên mîna wê re bê hiştin. Em jî li hemberî vê hişmendiya deshilat dibêjin dem dema mezinkirina piştevaniya jina ne.”