rojane
-

Çeteyan DAIŞ’iyan sûcên xwe îtiraf kirin
Çeteyên DAIŞ’iyên ku ji Sûriyeyê veguhestine Iraqê, li xwe mikur hatine ku wan li dijî Êzidiyan komkujî kirine û çekên kîmyawî bikaranîne.
-

Di pêşbirka Rojnamegeriya Jîngehê ya Cezayîrê de 3 jin biser ketin
Sê rojnamevanên jin ku dosyayên meydanî yên kûr û mirov-navendî li ser mijarên jîngehê amade kirin, di Pêşbirka Neteweyî ya Rojnamegeriya Jîngehê ya Cezayîrê de xelat wergirtin.
-

TJA’yê deklarasyona 8’ê Adarê aşkera kir: Yekitî berxwedanê xurt dike
TJA’yê, di deklarasyona 8’ê Adarê de got: “Ji bo ku em îrade, deng û jiyana xwe bilind bikin, em hemû jinan vedixwînin ku di hefteya 8’ê Adarê de tev li berxwedan û avakirinê bibin.”
-

Zarokê Şehîdan: Şehîdên me nirx û rûmeta me ne
Li bajarê Qamişlo Zarokên Şehîdan derbarê êrîşên ku li ser Rojava yê Kurdstanê tê kirin û binpêkirinên ku li ser Gorîstanên Şehîdan pêk tên daxuyaniyekî Çapemenî dan.
-

Sendîkaya Mamostayên Îran: Hemû mamoste û xwendekar sibe neçin dibistanan
Sendîkaya Mamostayên Îranê bi daxuyaniyekê şîna giştî ji bo xwendekar û mamostayên ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin ragihand.
-

Du jinên girtî ji girtîgeha Evînê derketin
Welatiya Bahaî Ferîba Kemelabadî bi efûyê, welatiya Yahûdî Sanaz Yekta ji ber rewşa tenduristiyê ji girtîgeha Evînê hatin berdan. Ev berdan li Îranê, pêvajoyên darazê ya li dijî kêmneteweyên olî dîsa anî rojevê.
-

Li Yemenê parastina jinan hat nîqaşkirin
Bi sernavê ‘Parastin û ewlehiya jinan; ji Polîtîkayan ber bi pêkanînê ve’ ji aliyê koalîsyona jinan a ‘Wehaj’ û ‘Noon’ ve atolyeya nîqaşê hat lidarxistin. Di atolyeyê de li ser parastina jinan û belgeyên der barê tundiya dijîtal de nîqaş hatin kirin.
-

29 roj e Kobanê dorpêçeke giran re rûbirû ye
Çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê 27 roj e dorpêçeke giran daniye ser bajarê Kobanê. Rewşa mirovî ya zêdetirî 600 hezar kesî girantir dibe.
-

Enstîtuya Lêkolînên Kurdî: Xwedî li zimanê dayikê derkeve
Enstîtuya Lêkolînên Kurdî ya Elmanyayê Roja Zimanê Dayikê 21’ê Sibatê pîroz kir û bang li herkesî kir ku ji bo zimanê Kurdî derbasî nifşên nû bibin peywirên xwe ya neteweyî bi cih bînin.
-

Komeleya Jinên Astengdar: Dengek ji bo entegrasyona civakî û mafan bilind dibe
Komeleya Jinên Astengdar a eyaleta bakurê Sûdanê ji 30 jinan pêk tê û ev kom ji ber pevçûnan rastî gelek awayên tundiyê tê.
-

Gelek kes li Stenbolê hatin binçavkirin
Polîsan li Stenbolê avêt ser gelek malan û di serdegirtinê de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.
-

Koçberên Efrînê: Em vegera bi rûmet û ewle dixwazin
Koçberên Efrînê ku li Qamişloyê dijîn, anîn ziman ku vegerek bi ewle û rûmet dixwazin û gotin ku “Ev peymana dawî gavekî pir baş bû, lê ger wekî ku hatiye nivîsandin pêk bînin.”
-

Sûriye ji aboriya sosyalîst çawa derbasî aboriya lîberal dibe?
Pergala aborî ya destekê dide hemû qadên wek kehrebe, tenduristî û perwerdeyê, bi lez vediguhere aboriya lîberal ku xwe dispêre mulkiyeta taybet, hewldanên serbest û mudaxeleya sînordar a dewletê.
-

Jinên Gundê El-Mejda li ser xetên agir berxwedanê dihunîn
Jinên gundê El-Mejdal, destnîşan dikin ku tevî windahiyan jî, berxwedana wan perçeyek bingehîn a berxwedana gund e û hêviya vegera jiyanê ya ji bo rewşa berê bi îradeya gel û pabendbûna wan a bi axa xwe re, hê didome.
-

Jinên Tûnisê: Em bi her awayî piştgirî didin jinên Rojavayê Kurdistanê
Jinên Tûnisê piştgirî dan berxwedana jinên Rojavayê, diyar kirin ku jinên Kurd ne tenê ji berku jin in, ji ber aydiyeta erdnîgarî û nasnamê jî tên hedefgirtin û gotin ku divê herkes li dijî van êrîşan rabe.
-

Dîsgotina nû ya şêweya herî klîşe ya şerê taybet
Heqareta ku laşê jinê vediguherîne qada şer û çîroka derewîn ku mêrê Tirk ê spî 'qehreman dike' du aliyên heman pereyî ne. Rastî ji hêla vê siyaseta şerê taybet ve tê tarîkirin.
-

‘Bi parvekirina pariyek nan re, ax hat parastin’
Gulîxan Sofî ya ku şahidî ji pêvajoyên şer û serkeftinên 13 salên Şoreşa Rojava re kiriye dibêje: “Komploya ku 15’ê Sibatê li dijî Rêber Apo destpê kir îro bi hedefgirtina Şoreşa Rojava re didome.”
-

Abdullah Ocalan: Ev hevdîtin civîna destpêka entegrasyonê ye
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotiye, “Qonaxa yekem qediyaye. Ev hevdîtin, civîna destpêka entegrasyonê ye.”
-

Dayika Aştiyê Berfîn Sayin jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Berfîn Sayin li nexweşxaneya ku nêzîkî du mehan ji ber penceşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
-

942 roj in çalakiya li Mexmûrê didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi şermezar kirina komploya navnetewî bi dewirgirtina koma 184’emîn, di roja 942’an de didome.