Platforma jinan: Em ji bo Sema Bîngol piştevaniyê mezin dikin

Platforma Jinan a Enqereyê ji bo piştgiriya bi rojnameger Sema Bîngol re ji aliyê Ensonhaber û Akîtê ve hedef hat girtin de daxuyaniyek hat dayîn.

ENQERE – Platforma Jinan a Enqereyê li dijî hedefgirtina Sema Bîngol daxuyanî da. Li Enqereyê di 1’ê Hezîranê de di bîranîna Ethem Sarisuluk de nûçegîhana Ajansa Mezpotamyayê (MA) Sema Bîngol hatibû binçavkirin û pişt re hat berdan. Di 8’ê Hezîranê de Akît û Ensonhaber ên alîgirê desthilatdariyê Sema Bîngol hedef girtin

‘Em piştevaniyê mezin dikin’

Platformê li ser hesabê xwe ya çapemeniya dîjîtal da zanîn ku ew li dijî polîtîkayên krîmînalîzekirin û bêîtîbariyê ya li hember Sema Bîngol piştevaniyê mezin dikin.