Li Îranê: Qedexeyên hevdîtin û zextên psîkolojîk

Parêzvanên mafên mirovan dibêjin ku di salên dawî de bêparkirina girtiyên siyasî ji mafê wan ê telefon û hevdîtinan li girtîgehên Îranê bûye rêbazek ya zextê.

Navenda Nûçeyan – Qedxeyên hevdîtin û zetên psîkolojîk li ser girtiyên siyasî yên Îranê didome. Girtî ji mafên hevdîtinê bê par tên hiştin û ji ber zextan girtiyên di girtîgehan de zirarê didin xwe.

Girtiya siyasî Arzû Azermsifat ku li girtîgeha Evînê tê ragirtin, ji dîroka 8’ê Hezîrana 2026’an heta niha ji mafê hevdîtina bi telefonê û rû bi rûyê hatine bê parkirin. Qedexeyên mijara xeberê, têkildarî dê heta kengê bidome de ti daxuyaniyek fermî nehate dayîn. Mehşad Kaşanî, xwendekara zanîngehê ya 22 salî û girtiyê siyasî ku li Girtîgeha Devletabadê ya Esfahanê tê ragirtin, piştî di hucreyê de hat bicihkirin û zexta psîkolojîk lê hat kirin, zirar da xwe. Paşê sewqî nexweşxaneya psîkiyatrîk hate kirin, fikarên derbarê rewşa wê ya tenduristiyê de zêde bûn.

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, ev pêkanîn piştî dirûşmeyên protestoyî yên di qawîşa jinan de hatin berzkirin hatin. Lê belê rêveberiya Girtîgeha Evînê, mekamên darazê, hincetên pêkanînê û têkildarî demê wê heta niha ti daxuyaniyek fermî ne dane.

Qutkirina têkiliya bi malbatê re wek amûrek a zextê tê bikar anîn

Parêzvanên mafên mirovan dibêjin ku di salên dawî de bêparkirina girtiyên siyasî ji mafê wan ê telefon û hevdîtinan li girtîgehên Îranê bûye rêbazek zextê. Hate diyarkirin ku ev pêkanîn piranî li dijî girtî û mehkûmên ku li dijî şert û mercên girtîgehê xwepêşandanê dikin an jî beşdarî çalakiyên di nav hucreyan de dibin, têne kirin.

Xizmên girtiyan tekez dikin ku têkiliya bi endamên malbatê re zextek psîkolojîk a girîng hem li ser girtiyan û hem jî li ser malbatên wan çêdike. Li gorî raporê, gelek malbat tenê dikarin bi rêya telefonên kurt agahdarî li ser rewşa hezkiriyên xwe bistînin.

Saziyên mafên mirovan diyar dikin ku sînordarkirina mafê azadiya axaftin û ragihandinê binpêkirina mafên bingehîn ên kesên ku ji azadiya xwe bêpar mane ye û bi pîvanên navneteweyî yên girtîgehan re nagunci ne.

Berê cezayê girtîgehê lê hatibû birîn

Arzu Azermsifat berê ji ber sûcê ‘hevkariya bi komên dij-hikûmetê re’ 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, cezayê wê paşê daket 3 sal û 9 mehan. Arzu Azermsifat, ku bi demkî hatibû berdan, di 27’ê Tebaxa 2024’an de ji bo kişandina cezayê xwe dîsa hate girtin û sewqî qawîşa jinan a Girtîgeha Evînê hate kirin.

Zextên li ser girtiyên siyasî yên jin zêde dibin

Di mehên dawî de gelek rapor derbarê zextên zêde yên li ser girtiyên siyasî yên li qawîşa jinan a girtîgeha Evînê hatine weşandin. Hate diyarkirin ku di nava van pêkanîna de qedexeyên hevdîtin û telefonan, gefên sewqkirina girtîgehên din, cezayên dîsîplînê û pêkanînên li dijî girtiyên ku beşdarî çalakiyên protestoyê dibin cih digre.

Parêzvanên mafên mirovan dibêjin ku tecrîd û sînordarkirina ragihandinê wek rêbazek sîstematîk ji bo kontrolkirina girtiyên siyasî tê bikar anîn û bi taybet di demên dawî de zextên li dijî girtiyên jin zêde bûne.

Meşhad Keşanî; Ji Girtîgeha hucreyê ber bi nexweşxaneya Psîkiyatrîk ve

Li gorî raporên hatine weşandin, girtiya siyasî û xwendekarê zanîngehê Mehşad Kaşanî ya 22 salî, ku ji meha Çileya 2026’an ve girtiye, piştî li girtîgeha Devletabadê ya Esfehanê di hucreyê de hat bicihkirin, di bin zexteke giran a psîkolojîk de zirar da xwe zenda xwe birî. Piştre ji aliyê rayedarên girtîgehê ve sewqî nexweşxaneya Nexweşiyên Ruh û Sinir hate kirin.

Li gorî nûçeyan, çavkaniyek di 8’ê Hezîrana 2026’an de agahî dayî, diyar kir ku Mehşad Kaşanî hefteya borî tevî ku cezayê wî qediya bû jî, ew şandine hucreyê û jê re hatiye gotin ku ew ê mehek din li wir bimîne. Heman çavkaniyê îdia kir ku ev biryar bi destwerdana Rêvebera Girtîgeha Devletabadê, Fatîma Asgariyan, hatiye dayîn.

Piştî cezayê wê temam bû ew şandin hucreyê

Çavkaniyên xwedî agahî, destnîşan kirin ku girtiya siyasî dema cezayê wê temam bû, şandine hucreyê. Li gorî xizmên girtiya xwendekar, girtina berdewam a di girtîgehê de û sepandina qedexeyên nû zextek giran a psîkolojîk li ser ava kiriye.

Li gorî agahiyan, Mehşad Keşanî piştî çend rojan ji ber nezelalî û tecrîdê zirar daye xwe. Ji ber xirabûna rewşa wê ya fîzîkî û psîkolojîk, ew şandine Nexweşxaneya Ruh û Sinir a Modarresê.

Xizmên wê diyar dikin ku şandina girtiyek siyasî ya ciwan ji bo nexweşxaneya psîkiyatrî piştî di hucreyê de hiştin û zexta psîkolojîk, fikarên cidî li ser tenduristî û ewlehiya wê çêbûne.

Berî cezayê wê were bicîhanîn hate girtin

Li gorî agahiyên hatine weşandin, Mehşad Kaşanî berê ji aliyê Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Esfahanê ve, ji dozek ku ji aliyê Dadwer Mihemed Reza Tavakolî ve dihat dîtin de, şeş meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştî îtîraz hate kirin, biryar ji aliyê Şaxa 47’emîn a Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Esfahanê ve hate erêkirin.

Li gorî nûçeyên berê, xwendekara 22 salî di 31’ê Kanûna 2025’an de li navçeya Çaharbax a Esfahanê hate binçavkirin. Ev binçavkirin beriya 7’ê Çileya 2026’an, roja fermî ya bicîhanîna cezayê, pêk hatiye.

Aktivîstên xwendekar dibêjin ku zextên di dema girtina zû û piştre didome, beşek ji rêbazek a ewlehiyê ku piştî xwepêşandanên li seranserî Îranê xwendekar û xwepêşanderan dike hedef e.

Fikarên derbarê rewşa tenduristiya Mehşad Kaşanî de

Li gorî nûçeyan, malbat û xizmên Mehşad Keşanî di mijara rewşa tenduristiya wê ya fizîkî û derûnî fikarên xwe anîne ziman, daxwaz dikin ku lêpirsînek lezgîn derbarê şert û mercên girtina wê de werin kirin û raya giştî ji rewşê were agahdarkirin.

Endamên malbatê rayedarên dadwerî û rêveberiya girtîgehê ji tenduristî û jiyana girtiyê berpirsyar dîtin, hişyarî dan ku zexta psîkolojîk û ragirtina di şert û mercên ne guncaw de dibe bibe sedema encamên jêneveger.

Her wiha fikarên xwe yên li ser encam û xetereyên şandina nexweşxaneya psîkiyatrîk de anîn ziman. Hin parêzvanên mafên mirovan dibêjin ku şandina girtiyên siyasî ji bo navendên psîkiyatrîk bêyî çavdêriya serbixwe û şefafiyetê dê rê li ber binpêkirinên mafên mirovan û zextên zêdetir veke.

Fikarên derbarê rewşa girtiyên siyas de didome

Di salên dawî de, gelek rapor derbarê ku girtiyên siyasî li Îranê rastî zexta psîkolojîk tên, ji bo demên dirêj di hucreyan de tên girtin û ji mafên bingehîn bêpar in hatin weşandin. Rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî hişyarî dane ku karanîna hucreyan wek amûra zextê bandorên giran û mayînde li ser tenduristiya derûnî ya girtiyan dike.

Di dema weşandina vê nûçeyê de, rêveberiya Girtîgeha Devletabad a Esfahan û rayedarên dadwerî di derbarê rewşa Mehşad Kaşanî an jî îdiayên şandina wê ji bo nexweşxaneyek psîkiyatrîk de daxuyaniyek fermî nedane.