rojane
-

Li Xezayê di 6 mehan de 3 hezar û 958 bûyerên kurtajê hatin tomarkirin
Li Zîvala Xezayê di 6 mehên destpêka salê de, di nav jinên ducanî de 3 hezar û 958 bûyerên kurtajê hatin tomarkirin. Ev yek astengiya giran a li ber xizmetên tenduristiya hilberînê û şert û mercên mirovî yên dijwar ku jinên li Xezayê pê re rûbirû ne ye.
-

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrîşên Îranê şermezar kir û banga yekitiyê kir
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li deriyê gumrukê yê Kapikoyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrîşên rejîma Îranê yên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin û bang li gelê Kurd hate kirin ku yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin.
-

Li Kongoyê belavbûna Ebolayê didome
Li Kongoyê bi belavbûna cureyê kêmpeyda yê Ebolayê hejmara miriyan gihîşt 930’î û ji ber alozî û pirsgirêkên ewlehiyê kontrolkirina şewbê dijwartir dibe.
-

Li Sûdanê şerê domdar krîza mirovî zêde dike
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku zêdebûna pevçûnên li Sûdanê rê li ber pêlên nû ya koçberiyê û krîza xwarinê ya giran vedike. Her wiha diyar kir ku tenê ji sedî 39’ê plana alîkariya mirovî ya welat hatiye fînansekirin.
-

Di Doza Gulistan Doku de pêla duyem a girtinê û eşkerebûna rastiyên nû
Li gorî nûçeya ajansa JINNEWS’ê daxuyaniyên şahidê nepen yê bi navê kodê ‘Şubat’, ku piştî pêla duyemîn a girtinê derketin holê, eşkere kir ku Gulistan Doku berî windabûna xwe tecawiz lê hatiye kirin û gef lê hatiye xwarin.
-

Tora Mafên Zarokan: Ev pêşniyar pergala dadweriya zarokan têk dibe
Tora Mafên Zarokan a Amedê bal kişand ser guhertinên di 'Qanûna Parastina Zarokan' de û diyar kir ku ev pêşniyar berevajî hiqûqa navneteweyî pergala dadweriya zarokan diguherîne pergala ceza ya mezinan.
-

Li Lazqiyê du xwendekarên jin windabûn û fikarên raya giştî zêde dibin
Di mehên dawî de li peravên Sûriyeyê bûyerên windabûna jinan zêde dibin. Li gundewarê Lazqiyê têkiliya bi du dotmamên ku ji bo ezmûnê diçûn zanîngehê qut bûye.
-

Du girtî bi efûyê û kefaletê hatin berdan
Girtiya siyasî Gelareh Abbasî ku li girtîgeha Evînê tê ragirtin, li gor biryarnameyek bi navê ‘efûya giştî’ hate berdan. Her wiha blognivîsa 23 salî Saba Talebî ku li Meşhedê dijî, bi kefalet hate berdan.
-

Li Nuristanê ji ber lêhiyê 20 kes mirin, 80 birîndar in û zêdetirî 100 kes jî winda ne
Li parêzgeha Nuristanê ya li rojhilatê Efganistanê ji ber lehiyek bihêz wêraniyeke mezin çêbû, mal û rê di bin avê de man û tîmên rizgarkirinê ji bo dîtina windayan hewldanên xwe didomînin.
-

Şandeya Îmraliyê: Banga Ocalan dîrokî ye, dema avakirina çarçoveya yasayî hatiye
Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEM’ê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo jiyaneke hevpar garantiyên qanûnî ferz in û bang li her kesî hate kirin ku ji bo çareseriyê berpirsyariyê bigirin.
-

Li 59 girtîgehên Îranê berxwedana heftiya 130’emîn
Hefteya 130’emîn a “kampanyaya sêşema ji darvekirinan re na” îro, li 59 girtîgehên li seranserê Îranê tê lidarxistin û Girtîgeha Nîşapur jî tevlî xwepêşandanan dibe.
-

Cezayê girtîgeh qamçî û sirgunê li Neda Dedejanî û Setayeş Sarabî hat birîn
Neda Dedejanî û Setayeş Sarabî ku di xwepêşandanên meha Çileyê yên li Îranê de hatin girtin, mehkûmî 6 sal cezayê girtîgehê, 4 sal sirgûnkirina bajarê Nikşehr ê parêzgeha Sistan û Belûcistanê û 62 qamçî hatin kirin.
-

Lêpirsîna Gulîstan Doku: 15 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna dosyaya Gulîstan Doku de 15 kes hatin binçavkirin. Di meha Nîsanê de di çarçoveya dosyayê de 12 kes hatibûn binçavkirin.
-

Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û Çalakiya Nobetê hatin pîrozkirin
Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya 3’emîn salvegera Çalakiya Nobetê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek hat dayîn.
-

Mamoste Rêzan Bekir: Tiştê destpêkê baweriya bi xwe ye
Mamoste Rêzan Bekir têkildarî pirsgirêkên berdewam ên xwendekarên pola 12’an got: “Tiştê destpêkê baweriya bi xwe ye, ji ber ji bo serkeftina pêvajoya xwendinê gelek girînge. Her xwendekarek ku hedefek wê heye, jêre hewldan û westandin lazim e.”
-

'Rojnamegerî ne tenê ragihandin e hişyarî ye jî' – GOTAR
Kuştina keçekê li Hindistanê, destdirêjiya di şer de li Sûdanê û edaleta derengmayî li Lîbyayê... Gelo mirovahî çima nikare mafê herî hêsan ê jinan wek ewlehiyê mîsoger bike?
-

Ji jinên Şirnexê banga ‘Qanûna Kokdar’: Divê aştî bi qanûnî bê mîsogerkirin
Jinên Şirnexê ji bo garantiya qanûnî ya mayîndebûna pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ daxwaza derxistina ‘Qanûna Kokdar’ kirin. Jinan diyar kirin ku gavên ber bi demokratîkbûnê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, şertên pêşîn ên aştiyê ne.
-

TAJÊ: Em lîstokên qirêj ên şerê taybet li dijî Dîlgirtiyên Fermanê şermezar dikin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi daxuyaniyekê lîstokên qirêj ên şerê taybet ku di şexsê jinên Êzidî yê dîlgirtî de têne pêkanîn şermezar kir û got “emê bi têkoşîna hevpar hewldanên qirêj ên li dijî dîlgirtiyên fermanê pêşdikevin vala derbixin."
-

Li Xezayê di nav jinên ducanî de anemî zêde bû
Li gor daxuyaniya dawî ya derbarê rewşa tenduristiya li Xezayê de, rêjeya kêmasiya xwînê (anemiyê) ya di nav jinên ducanî de, ji sedî 55 zêde bûye û bûyerên kurtajê gihîştine nêzîkî ji sedî 47’an.
-

Di roja 9’emîn a êrîşên li ser Îranê de gelek bajar hatin armancgirtin
Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) ragihand ku roja 9’emîn a êrîşên li dijî Îranê bi dawî bû. Di êrîşên şeva borî de gelek bajar û saziyên leşkerî û sivîl bûne armanc.