rojane
-

‘Siyaseta demokratîk ji bo Rojhilata Navîn xwedî girîngiyek jiyanî ye’
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 1040’an de bi biryardarî didome.
-

Mafê telefonê yê 5 girtiyên jin ên di girtîgeha Evînê de qedexe kirin
Hate diyarkirin ku 5 girtiyên jin ên siyasî yên di girtîgeha Evînê de ne, piştî protestoyên li dijî cezayê darvekirinê li dar xistin, ji mafê hevdîtina bi telefonê bê par hatine hiştin.
-

Li Îranê çarenûsa 9 xwendekaran nediyar e
Ji destpêka şer ve, li Îranê 19 xwendekar hatine girtin û rewşa wan hê jî ne diyar e. Di heman demê de, ji ber sînorkirinên ragihandinê û qutbûna înternetê, agahiyên rast li ser hejmara xwendekarên din ên ku beriya şer hatine girtin jî tuneye.
-

Aboriya Îranê ji ber qutbûna înternetê têk diçe
Qutkirinên înternetê yên berdewam û qedexeyên platformên dijîtal, li Îranê di aboriya dîjîtal de bûne sedema windahiyên girîng.
-

Ji xwendekarên Zanîngeha Şîrazê berteka li hember profesorên di grevê de
Piştî ku komek profesorên zanîngehan beşdarî greva dawî bûn, xwendekaran nameyek şandin û diyar kirin ku ji ber berjewendiyên profesroran di xeterê de ne ji lewra behsa serxwebûna zanîngehê û ehlaqê dikin.
-

Rêxistinên jinan bertek nîşanî Talîbanê didin: Zewacên zarokan tên rewakirin
Tora Tevgera Jinan û Tevgera Jinên Efganî ya Yekbûyî ya ji bo Azadiyê, prensîba nû ya Talîbanê ya li ser “veqetandina jinûmêr” wekî hewldanek ji bo rewakirina zewaca zarokan û çewsandina jinan bi nav kirin.
-

Li Kongoyê şewba Ebola ya bi lez belav dibe bû sedema fikarên navnetewî
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, ragihand ku li Kongoyê zêdeyî 900 bûyerên virusa Ebola tesbît kirine. Belavbûna varyanta Bundibugyo ku kêm tê dîtin, derbarê pêlek nû ya şewbê ku bi zor were qontrolkirin de, fikarên nevneteweyî zêde bûne.
-

Abdullah Ocalan: Demokratîkbûyîn pêdiviyek bingehîn e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina bi şandeya DEM Partî re got: “Demokratîkbûyîn pêdiviyeke bingehîn e û serkeftina pêvajoyê me nêzî vê armancê dike.”
-

Serkeftina rojnamevanên jin ên Sûdanê: Du xelatên bronz
Rojnamevanên Sûdanê Aya El-Baz, Reşa Îbrahîm bi dosya û nûçeyên ku amade kirine layîqî xelata bronz a 47’yemîn Xelatên Telly hatin dîtin.
-

Di 25’ê Gulanê Roja Zarokên Winda de bi hezaran zarokên Kurd li ku ne?
25’ê Gulanê li çar aliyê cîhanê wekî Roja Zarokên Winda tê bibîranîn. Her sal, ev roj bi gelek dirûşmeyên girîng tê ronîkirin. Lê çi bi serê zarokên winda hatiye? Bi sedan zarokên Kurd winda ne û çarenûsa wan hîn jî ne diyar e.
-

Albuma hesreta 22 salan: Êş berxwedan û hêvî
Hevjîn û birayê wê 22 sal in girtî ne, birayê wê îşkence dît, birazayê wê li Kobanê jiyana xwe ji dest da. Aynzelîha Çelîk, têkoşîna xwe bi gotina ‘Em di riya rast de ne’ domand. Bi hêviya ku dê rojek hevjînê xwe bibîne.
-

Li Cizîra Botan çima her tişt zindî ye?
Cizîra ku bi çiyayên Cûdî û Gabar te pêşwazî dike, asoyên kûr û dûr diafirîne, bi dîtina cih û kolanên wê yên dîrokî hestên nû bi te re çêdibin. Duh, îro û sibê dibin yek û te ber bi nepenîtiyan ve dibin.
-

‘Divê demildest pêşî li revandina jinên Elewî were girtin’
Jinên Til Temirê der bare revandina jinên Elewî û hikûmeta demkî ku hewl dide bi hinek çîrokên derew raya giştî bixapîne û sûcên xwe bidomîne de gotin: “Ji bo Sûriye veneguhere Girava Epsteinê divê pêşî li revandina jinên Elewî were girtin.”
-

Li hember biryara hikûmeta demkî ya guhertina navê dibistanan nerazîbûn
Mamoste û xwendekarên Qamişloya Rojavayê Kurdistanê têkildarî biryara hikûmeta demkî ya Şamê ya ji bo guhertina navên dibistanan, gotin ku “Zimanê me xeta sor e. Em napejirînin ku navê dibistanên me bê guhertin.”
-

“Xelata Azadiya 2026’an” ji gelê Îranê û Zeyneb Celaliyan re hat dayîn
Di merasîma ku li Washingtonê hat lidarxistin de “Xelata Azadiya 2026’an” ji aliyê Serdar Paşaî endamê rêxistina Roz Halêt ve ji gelê Îranê re, bi taybetî ji girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan re hat dayîn.
-

Li Lubnanê 6 jin û zarokek hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrîşên artêşa Îsraîlê ya li dijî başûrê Lubnanê de 11 kes di nav wan de zarokek û şeş jin hatin kuştin.
-

Heyeta DEM Partî ji Girava Îmraliyê vegeriya
Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ji piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriya.
-

Ji serê salê ve li Sûriyeyê 29 jin hatine kuştin
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji serê salê ve li Sûriyeyê 29 jin hatine kuştin. Gelek ji wan bi bûyerên tundiya nava malê û tundiya civakî hatine kuştin.
-

Tehran di qonaxek krîtîk a krîza avê de ye
Krîza avê ya li Tehranê û derdora wê ne tenê bi hişkesaliyê ve girêdayî ye, di heman demê de bi avakirina bêkontrol, bîrên neqanûnî û wêrankirina ekolojîk ve jî girêdayî ye. Pispor hişyar dikin ku bajar ketiye qonaxa herî giran a "hişkesaliyê".
-

Mamosteya Kurd Forûzan Îslamî hate girtin
Hat ragihandin ku mamoste û blognivîsa Kurd Forûzan Îslamî ku li bajar ê Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê hatibû binçavkirin, piştî lêpirsînê hatiye girtin û niha di girtîgeha navendî ya bajêr a jinan de ye.