Şewba Ebolayê di 5 hefteyan de 3 qat zêde bû
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, di du mehên dawî de bi 2 hezar û 11 kesan re vîrusa Ebolayê hat tesbîtkirin û 754 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan – Hejmara bûyer û mirina kesan ji ber şewba Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê her diçe zêdetir dibe.
Li gorî daneyên dawî, li welat 2 hezar û 11 bûyerên piştrastkirî hatine tomarkirin her wiha hejmara kesên ji ber şewba Ebolayê jiyana xwe ji dest dane 754 hat ragihandin. Şewba ku li parêzgeha Iturî ya li rojhilatê welat dest pê kir, belavî parêzgehên Kivuya Bakur û Kivuya Başûr bûye. Iturî bi qasî ji sedî 90’ê bûyerên piştrastkirî pêk tîne.
Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) ragihand ku di nava pênc hefteyan de şewb sê qatan zêdetir bûye. Ji destpêka Hezîranê ve hejmara bûyerên piştrastkirî 650 bû, di nîvê Tîrmehê de 2 hezarî derbas kiriye û hejmara miriyan ji 130 an bûye 750. Şewb di nava du mehan de bû şewba Ebolayê ya ku herî zû mezin dibe û di tomaran de bû sêyemîn mezintirîn şewba Ebolayê.
Ji bo ketina DYE’yê qurala 21 rojan
Wezareta Derve ya DYE’yê ragihand ku wan hişyariya rêwîtiya ji bo Komara Demokratîk a Kongoyê gihandine asta herî bilind. Wezareta Ewlekariya Navxweyî bi hinceta şewbê qedexeyên nû yên firînê li ser welatiyên DYE û welatiyên din pêk tîne. Kesên ku di nav 21 rojên beriya siwariya li balafirê li Kongoyê bûne dê çûyîna wan a ber bi DYE’ê ve bên qedexekirin. Her wiha dê ji wan were xwestin ku piştî ji Kongoyê derketin, 21 rojan li derveyî DYE’yê bimînin.
Li Ugandayê nexweşê dawî ji nexweşxaneyê derket
Li Ugandayê 20 bûyerên piştrastkirî û mirina 2 kesan hatine tomarkirin. Hikûmeta Ugandayê ragihand ku bi derxistina nexweşê dawî yê Ebolayê re, ji bo welat wekî welatê ji Ebolayê hat paqijkirin were îlankirin, paşjimartina 42 rojan dest pê kiriye.