Li Misrê dijî 'Gen Z' operasyonek nû hate destpê kirin
Li Misrê, ciwanên ku li ser platforma dîjîtal Discordê endamên koma "GenZ002" bûn hatin binçavkirin. Saziyên mafên mirovan bertek nîşanî vê operasyonê dan û hikûmeta Misrê bi tepeserkirina muxalifan û sînordarkirina azadiya ramanê sûcdar kirin.
Misir – Li Misrê, nêzî 60 kes bi îdiaya girêdayî komeke muxalîfê ya bi navê "Gen Z" ku li ser platforma Discordê dixebite, hatin binçavkirin. Der barê kesên hatin binçavkirin de bi sûcdariyên "endamtiya rêxistinekê", "belavkirina agahiyên derew" û "bikaranîna xelet a medyaya dîjîtal" lêpirsîn hate destpêkirin.
Yek ji parêzerên Eniya Mafên Mirovan a Misrê (Egyptian Front for Human Rights-EFHR) Şûrûk Selam, diyar kir ku kesên hatine binçavkirin ji ber sedema beşdarbûna rajekara Discordê ya bi navê "GenZ002" hatine hedefgirtin.
Şûrûk Selam, destnîşan kir ku binçavkirin di dawiya sala borî de dest pê kirine, lê bi taybetî ji nîvê meha Gulanê ve zêdetir bûne. Şûrûk Selam, da zanîn rajekara Discordê ya ku behsa wê tê kirin, ji aliyê aktîvîstê Misrî Enes Hebîb ê li derveyî welat dijî ve hatiye damezrandin û diyar kir tê îdiakirin ku Misrîyan teşwîq kiriye ku nivîsê dîwaran binivîsin, belavokan belav bikin û banga beşdarbûna kampanyayên serhêl ên daxwaza dûrxistina kar a Serok Ebdulfettah El-Sîsî dike, bibin.
Şûrûk Selam, bi bîr xist Discorda ku di nav ciwanan de pir zêde tê bikar anîn, di destpêka vê salê de li Misrê bi awayekî demkî hatiye astengkirin û diyar kir hikûmeta Misrê ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ve ji ber sînordarkirina azadiya ramanê û tepeserkirina afirînerên naveroka serhêl û muxalifan tê rexnekirin.
Şûrûk Selam, destnîşan kir ku di salên dawî de peyva "Genê Z" ne tenê ji bo nifşek, di heman demê de ji bo tevgerên protestoyê yên dijî newekheviyê yên ku ji hêla ciwanan ve têne rêvebirin jî tê bikar anîn û tê pêşbînîkirin ku ev tevger di sala 2025’an de li Efrîka, Asya û Emerîkaya Latîn bûye pêşanga gelek xwepêşandanan.