Di Doza Gulistan Doku de pêla duyem a girtinê û eşkerebûna rastiyên nû

Li gorî nûçeya ajansa JINNEWS’ê daxuyaniyên şahidê nepen yê bi navê kodê ‘Şubat’, ku piştî pêla duyemîn a girtinê derketin holê, eşkere kir ku Gulistan Doku berî windabûna xwe tecawiz lê hatiye kirin û gef lê hatiye xwarin.

Navenda Nûçeyan – Îro danê sibê, bi fermana Serdozgerên Erzirom û Dêrsimê, pêla duyemîn a girtinê di doza Gulistan Doku de pêk hat. Gulistan Doku di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê winda bûbû. Sedema girtinê tunekirina delîlan tê destnîşankirin, di heman demê de der barê Gulistan Doku de agahiyên nû jî derdikevin holê.

Di pêla yekem a operasyonên doza Gulistan Doku de, gelek rastî bi îfadeyên şahidê nepen yê bi navê kod ‘Duman’ derketin holê. Hat zanîn ku di pêla duyem a operasyonan de, rastî derketin holê û operasyon li ser bingeha îfadeyên şahidê nepen yê bi navê kod ‘Şubat’ pêk hat.

Îfadeya şahidê nepen

Li gorî nûçeya ajansa JINNEWS’ê di îfadeya şahidê nepen de, bi navê kod Şubat, tê dîtin ku wî gotiye, “Ji ber Gulistan Doku razî nebûye ku têkiliya cinsî bike, Mustafa Turkay Sonel û kesekî din li Gulistanê xistin û ew tecawiz kirine. Piştî vê bûyerê, min bihîst ku Gulistan ducanî bûye. Gulistan ji Mistefa Turkay Sonel û hevalê xwe yê wê demê Zainal Abakarov re behsa vê yekê kiriye û gotiye ku ew ê derbarê tiştê ku bi serê wê hatiye de giliyê wan bike. Piştî vê yekê, wan gef li Gulistan Doku xwarine.”

Her çiqas şahidekî nepenî yê bi navê Duman berê derbarê serpêhatiyên Gulistan Doku de daxuyaniyên bi vî rengî dabû jî, şahidiya şahidekî din ê nepenî yê bi navê Şubat carek din rastiya bi temamî eşkere kir.