Tora Mafên Zarokan: Ev pêşniyar pergala dadweriya zarokan têk dibe
Tora Mafên Zarokan a Amedê bal kişand ser guhertinên di 'Qanûna Parastina Zarokan' de û diyar kir ku ev pêşniyar berevajî hiqûqa navneteweyî pergala dadweriya zarokan diguherîne pergala ceza ya mezinan.
Navenda Nûçeyan – Tora Mafên Zarokan a Amedê, der barê ‘Pêşniyara Guhertina di Qanûna Parastina Zarokan û Hinek Qanûnên Din de’ li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Qanûn, ne parastina zarokan, devjêberdana zarokan e’ hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Tora Mafên Zarokan a Amedê Nesrîn Soydan ve hat xwendin.
‘Pirsgirêk polîtîkayên ku nikarin zarokan biparêzin e’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşniyara qanûnê ya bi navê 'Pêşniyara Guhertina di Qanûna Parastina Zarokan û Hinek Qanûnên Din de' ku niha li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê tê nîqaşkirin, rê li ber zêdekirina cezayan li dijî zarokan vedike û wiha hat gotin: “Ev rewş dibe sedem ku zarok demeke dirêjtir ji azadiya xwe bêpar bimînin û pergala dadweriya zarokan ji nêzikatiya mafên bingehîn dûr bikeve, ber bi nêzîkatiyeke zêdetir cezayî ve were kişandin.
Em wek saziyên ku di qada mafên zarokan de dixebitin û weke parêzvanên mafan, li dijî vê pêşniyarê ne. Ji ber ku pirsgirêk zarok nîn in; pirsgirêk polîtîkayên ku nikarin zarokan biparêzin e. Ji ber vê em weke Tora Mafên Zarokan a Amedê li Amedê, weke Însiyatîfa Aştiyê ji bo Zarokan li Stenbolê û weke Tora Piştevaniya Mafên Zarokan a Wanê, li Wanê bi dengekê hevpar daxuyaniya xwe didin.”
‘Zarok xwedî maf in’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zarok ne kesên bi sûcên xwe bên nasandin in; xwediyên maf in. Erkên dewletê ne ew e ku zarokan bi cezayên girantir ceza bike; erkên wê ew e ku wan ji tundiyê biparêze, mafên wan biparêze, piştgiriyê bide pêşveçûna wan, şert û mercên civakî yên ku rê vedikin ber bi sûc ve werin kişandin çêbike û wiha domiya:
“Em êşa xwe û daxwaza dadweriyê ya ku piştî windabûna jiyanê yan jî tundiya li ser zarokan tê kirin, parve dikin. Em naxwazin zarokek din jiyana xwe ji dest bide, rastî tundiyê bê, yan jî ber bi sûc ve were kişandin. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku siyasetên bi rastî zarokan diparêzin bên avakirin û ji mafên zarokan dest neyê berdan. Mafên zarokan bingehîn in, di demên herî dijwar ên civakê de jî nikarin bên terikandin. Berfirehiya mafan nikare li gorî hestên hêrsê yên raya giştî yan jî fikarên ewlehiyê were tengkirin.
Mafên zarokan zelal in
Kişandina zarokan ber bi sûc ve gelek caran ne hilbijartineke kesane ye; encama xizaniyê, cudakariyê, îhmalê, tundiyê, kedkariya zarokan, dûrketina ji perwerdeyê û kêmasiya mekanîzmayên parastin û pêşîlêgirtinê ye. Pergaleke ku nikare zarokan biparêze, nikare kêmasiyên xwe bi cezayên girantir çareser bike. Cezayên girantir sedemên ku zarokan ber bi sûc ve dikşînin ji holê ranakin.
Hiqûqa navneteweyî ya mafên zarokan zelal e. Li gorî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û standardên navneteweyî, bêparkirina zarokan ji azadiya wan tenê weke çareya dawî û ji bo demeke herî kurt dikare were sepandin. Lê ev pêşniyar mafên taybet ên zarokan lawaz dike û pergala dadweriya zarokan nêzî pergala ceza ya mezinan dike. Ev nêzîkatî, bi berpirsiyariyên navneteweyî yên Tirkiyeyê re li hev nayê.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêşniyara qanûnê, saziyên girtî yên cezayê ji bo zarokan berfireh dike, derbasbûna zarokan ya ji bo malên perwerdeyê bi pîvanên nezelal ve gire dide û ji Komîteyên Rêvebirî û Çavdêriyê re desthilatdariyeke fireh dide û wiha hat gotin: “Ev rewş prensîbên zelaliya hiqûqî û ewlehiya hiqûqî xera dike û şertên ku zarok dikarin derbasî malên perwerdeyê bibin nediyar dihêle. Bi vî awayî mafên zarokan ên ku di bin pergala înfaza dadwer û pêşbînîbar de bên nirxandin tên tunekirin. Lê parastina mafên zarokan, piştgiriya pêşveçûna wan û hêzdarkirina beşdarbûna wan di jiyana civakî de bi zêdekirina girtinê nayê peyda kirin; ev bi siyasetên civakî yên bihêz, perwerdehiyeka baş, piştgiriya psîkososyal û mekanîzmayên parastina zarokan ên bi bandor pêk tê.
Dikare were sererastkirin
Armanca dadweriya zarokan tenê bersiva li hemberî kiryarek nîn e. Dadweriya zarokan armanc dike ku careke din pêşî li zirardîtina zarokan bigre, piştgiriyê bide berpirsiyariya zarokan, mafên wan biparêze û vegera wan a bo jiyana civakî bihêz bike. Her wiha gihîştina dadweriyê jî tenê bi zêdekirina cezayan nayê peydakirin; bi lêpirsîna bi bandor, piştgiriya psîkososyal, pêşîlêgirtina ji dîsa birîndarbûnê û mekanîzmayên dadweriya sererastker dikare were kirin.
Civakên ku mafên zarokan di wan de tên parastin ne tenê ewletir in, di heman demê de dadwertir û aştiyanetir in. Siyasetên li ser zarokan jî divê ne li ser cezadayînê, li ser pêşîlêgirtin, sererastkirin, wekhevî û hêzdarkirina jiyana hevpar ava bibin.
Dewlet nikare berpirsiyariya xwe ya parastina zarokan bi cezayên girantir biguherîne. Bedelê siyaseta ku nikare zarokan biparêze, nikare li ser milên zarokan were barkirin.
Daxwazên me
* Pêşniyar divê were paşvekişandin; pergala dadweriya zarokan li gorî prensîba berjewendiya herî baş a zarokan û standardên navneteweyî, bi beşdariya saziyên ku di qada mafên zarokan de dixebitin, ji nû ve were amadekirin.
* Pergala parastinê ya zarokan a pêşîlêgir û parêzkar divê bihêztir bibe da ku pêşî li kişkandina zarokan ber bi sûc ve were girtin; ji bo perwerdeyê, karûbarên civakî, tenduristiya derûnî û piştgiriya psîkososyal divê çavkaniyên giştî yên têr werin veqetandin.
* Bêparkirina zarokan ji azadiya wan divê tenê weke çareya dawî were bikaranîn; mekanîzmayên piştgiriya civakî û dadweriya sererastker divê berfireh bibin.
* Siyasetên giştî yên ku li dijî xizaniyê, cudakariyê, tundiyê, kedkariya zarokan û dûrketina ji perwerdeyê têdikoşin divê bihêztir bibin.
* Di amadekirina hemû rêzikname û qanûnên li ser pergala dadweriya zarokan de mafê beşdarbûna zarokan divê bikeve bin temînatê û nêrînên pisporan, rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl divê bingeh werin girtin.
Biryara ku îro wê were dayîn tenê pergala dadweriya zarokan diyar nake; di heman demê de wê diyar bike ku em ê çawa civakekê de bi hev re bijîn.
Zarok tenê di civakek pêşketî de dikarin tên parastin, cudakari bê redkirin, pêşî li tundiyê bê girtin û jiyana aştiyane ya hevpar bê bihêzkirin. Erkên dadweriya zarokan ne mezinkirina cezadayînê ye; bihêzkirina jiyan, hêvî û jiyana hevpar e.
Ji darizandina weke mezinan re NA!
Ji barkirina bedela pergala ku nikare zarokan biparêze û bar davêje ser milên zarokan re NA!
Ji destberdana dewletê ya ji berpirsiyariya parastina zarokan re NA
Tu zarokek nabe ku bedela xizaniyê, cudakariyê, tundiyê, îhmalê yan jî berpirsiyariyên giştî yên ku bi cih nehatine bi cezayên girantir bide.
Ji zarokan dest bernedin. Ji mafên zarokan dest bernedin. Pêşniyarê paşve bikşînin!”