rojane
-

Suweydayiyan Colanî protesto kir: Biryar vîna gelê Sûriyê nîşan nade
Ji ber ku Serokê Tahrîr El Şam (HTŞ) Colanî ji aliyê komên ku di nav de çeteyên çekdar jî hene ve wek ‘Serokdewlet’ hat bijartin, jinên Suweydayî daketin meydanê. Jinan Colanî protesto kir û gotin ku ev biryar vîna rastîn a gelê Sûriyê nîşan nade.
-

Îsraîlê li Lubnanê 201 xebatkarên tendirustiyê qetil kir
Artêşa Îsraîlê, li Lubnanê dagirkerî û binpêkirina agirbestê didomîne. Ji 8’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha, di êrîşên Îsraîlê de, 38 nexweşxane bûn hedef, 201 xebatkarên tendirustiyê bi êrîşan jiyana xwe ji dest dan.
-

Bi gopalên xwe ji bo parastina av û axa xwe li Bendava Tişrînê ne
Dapîr û dayikên temen mezin yên ji Cizîrê û Efrîna dagirkirî berê xwe dabûn Bendava Tişrînê gotin ku tevî nexweşiyên wan bi gopalên xwe berê xwe dane Bendava Tişrînê û gotin ew dildar û dilxwazên aşîtiyê ne.
-

Li Mexrîbê nexweşiya sorikan belav dibe: 120 kes mirin
Li Mexribê ji Îlona par heta niha 25 hezar kes bi nexweşiya Sorikê ketine, 120 kes ji ber vê nexweşînê mirine. Tê diyarkirin ku sedema belavbûna nexweşînê, astengkirina derzîlêdanê ye.
-

Li Sêrtê proje nîvco man: Qeyûm ne ji bo xizmetê ji bo rantê hat
Li Şaredariya Sêrtê ku qeyûm hat tayînkirin, gelek xebat û proje di nîvî de man. Endamên Meclîsa Şaredariyê diyar kirin ku di nava zehmetiyan de 10 mehan ji gel re xizmet kirine û gotin: "Qeyûm ne ji bo xizmetê, dîsa ji bo rant û talankirinê hatiye."
-

‘Ev sedsal ne ya desthilatdaran dê ya jinên berxwedêr be’
Berdevka Mala Jin Rîma Mehmûd diyar kir ku li Iraqê guherîna di “Zagona Rewşa Kesane” de hatiye kirin dê bandorê li ser welatên Ereb bike û got: “Ev sedsal ne ya desthilatdariyên ku zagonên şerîetê li ser jinan ferz dikin, dê ya jinên berxwedêr be.”
-

‘Bendava Tişrînê ya me ye em ê heta dawiyê biparêzin’
Wetha Wankê ya ji bajarê Qamişlo ku ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe berê xwe dabû Bendava Tişrînê, behsa berxwedana gel a li Bendava Tişrînê kir û got “Bi êrîşan nikarin gelê Kurd têk bibin.”
-

Rojnameger hatin berdan
7 rojnameger û 2 siyasetmedarên ku ji 21’ê Kanûnê de girtîne bi tensîpê hatin tahliyekirin.
-

‘Êrîşên Tirkiye-SMO'yê yên li Bakurê Sûriyeyê sûcê şer in’
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), ragihand ku êrîşên Tirkiye-SMO’yê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer pêk tîne.
-

‘Li Iraqê hikumet tu derfetê nade endezyarên jin’
Endezyarên jin ên di qada çandiniyê de li Iraqê ku beşdarî foruma jinan bûn gotin: "Hikumet tu derfetê nade endezyarên jin ev jî dibe astengî li pêşiya xebata wan bi taybetî endezyarên astengdar.”
-

Rêxistinên jinan: Di Sûriyeya nû de cihê kujerên Hevrîn Xelefê tune ye
Rêxistinên jinan, bi daxuyaniyeke hevpar, dayîna derfetê ji bo kujerên sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef şermezar kirin û gotin: “Di Sûriyeya nû de cihê kujerên Hevrîn Xelefê tune ye.”
-

SOHR: Ji destpêka salê ve 7 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
SOHR’ê da zanîn ku li herêmên di bin kontrola HTŞ’a cîhadîst de, ji destpêka salê ve di encama êrîşên ‘kiryar nediyar’ de 41 kes mirine, gelek kes jî birîndar bûne.
-

Ji Îtalyayê banga ji bo Pexşan Ezîzî
Konseya Herêmî ya Lombariya ya li Îtalyayê, ji Sefîrê Îranê re name nivîsand û bang kir ku cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn betal bike û dawî li mehkûmiyeta bêmaf bîne.
-

Kujerên jinan li Şamê ne: Divê sewqî dadgeha navneteweyî bên kirin
Kongra Star beşdarbûna kujerên Hevrîn Xelef di kongreya li Şamê de bi tundî şermezar kir û diyar kir “Em sîstemeke ku serçete pêşengiya wê dikin, qebûl nakin. Divê radestî dadgehên navneteweyî bên kirin.”
-

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Heya sûcdar neyên darizandin em ê nesekinin
Kombûna Jinan a Zenûbiya rawakirina kujerên jinan şermezar kir, banga hesabpirînê kir û got: “Heya sûcdar neyên darizandin em ê nesekinin.”
-

Çalakvanên Yemenê daxwaza berdana Sehar El Xolanî kirin
Çalakvanên jin ên Yemenê li ser astengkirina biryara berdana rojnamevan Sehar El Xolanî ya ji aliyê Hûsiyan ve tê girtin, gotin: "Em daxwaza serbestkirina Sehar û malbata wê ji zîndanê dikin. Divê rayedar erka xwe bi cih bînin.”
-

Însiyatîfa 'Em piştgirî ne' dibe destek ji koçberên Xezayê re
Jinên ciwan ên Xezayê bi însiyatîfên xwe hewl didin destek bidin koçberên ku vedigerin malên xwe. Jin dibêjin: "Bi hemleya 'Em piştgirî ne' em piştevanî û destek didin gelê xwe. Ev erkek exlaqî û mirovî ye dikeve ser milên me."
-

Nivîskarên jin: Her ku tavanên cam dişkên, hêviyên jinan zêdetir dibin
Jinên ku beşdarî 3’yemîn Mîhrîcana Pirtûkan a Afrîkayê bûn balkişandin ser rêjeya beşdariya jinan a siyasetê û gotin ku ev hê jî kêm e ji ber feraseta mêr hê jî di pêvajoyan de serdest e. Jinan gotin “Her ku tavanên cam dişkên hêviyên jinan zêdetir dibin.
-

TAJÊ beşdarî Hevpeymana 188 bû
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi nameyek piştevanî û beşdariya xwe ya ji bo Hevpeymana 188 diyar kir û ji da zanîn ku ji bo biserxistina vê peymanê çi bê xwestin ew ê bikin.
-

Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê mijareke exlaqî ye
Girtiya Siyasî Nêrgiz Mihemedî ragihand ku şerkirina li dijî cezayê darvekirinê mijareke exlaqî, siyasî û mafê mirov e.