rojane
-

Agirê Newrozê li Şengalê hat dadan
Şengaliyan bi pêkhateyên xwe yên Êzidî û Ereb agirê Newrozê dadan.
-

TJA komkujiya li Berxbotanê şermezar kir
TJA, qetlîama li Berxbotanê ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de pêk hat û 9 kesan hat qetilkirin, şermezar kir.
-

Li Kantona Firatê meşa li dijî komkujiya li Berxbotanê
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li ser gundê Berxbotanê pêk anî, meşiyan.
-

Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê komkujiya li Kobanê şermezar kir
Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê komkujiya ku dewleta Tirk li Kobanê kir şermezar kir û ragihand ku êrîş sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
-

Hezar û 700 malbat ji peravên Sûriyeyê koçber bûn
Çavkaniyên lubnanî diyar kir ku bi kêmanî 2 hezar û 700 malbat ji ber şer û komkujiyan ji herêmên li perava Sûriyeyê derbasî Lubnanê bûne.
-

‘Divê têkildarî komkujiya li Berxbotanê lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin’
Rêveberiya Xweser têkildarî komkujiya dewleta Tirk a li gundê Berxbotanê yê Kobanê daxuyaniyek da û got: “Divê lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin.”
-

Jinên Tûnisê ji bo stratejiyên nû yên têkoşînê bang kirin
Li Tûnisê jinên beşdarî komxebata derbarê rewşa jinan de bûn, diyar kirin ku divê roja jinên cîhanê, tenê nebe roja bibîrxistina kêmasiyan, bibe roja çareseriya parastina mafên jinan û rola wan a di civakê de bi hêz bike.
-

Îranê ceza li rojnameger û parêzvanên mafên mirovan birî
Rejîma Îra nê bi giştî zêdetirî 10 sal cezayê girtîgehê li du jinên rojnameger û parêzvanên mirovan ên li li bajarê Abadan ê Îranê dijîn, birî.
-

Jinên ji Şamê ji nedayîna mûçeyan û bihabûnê gilî dikin
Jinên kedkar ên li paytext Şama Sûriyeyê dijîn, diyar kirin ku piştî hilweşîna rêjîma Baasê heta niha mûçeyên karmendan nehatine dayîn, rewşa aboriya herêmê xirabtir bûye û bihabûn didome.
-

Jinên Mexribî bi Komeleya Neda jiyana xwe diguherînin
Li Mexribê jinên ku bi zextên civakî û aborî re têdikoşin, bi rêxistinbûna xwe gavên girîng di jiyana xwe ya xebatê de davêjin. Jinên di Komeleya Nedayê de dixebitin bi şanazî behsa çîrokên xwe yên serkeftinê kirin.
-

Ji Meclîsa Îştar Songul Guler: Em ê peyamên aştî û demokrasiyê mezin bikin
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê Songul Guler li ser girîngî û wateya Newrozê axivî û diyar kir ku ew ê bi germahiya banga Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Newrozê pêşwazî bikin.
-

Dewleta Tirk li Kobanê 9 kesan qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê ji heman malbatê 9 kes qetil kirin û 2 kes jî birîndar kirin.
-

3 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan û di girtîgehê ma: Hê jî ji bo aştiyê têdikoşe
Meryem Soylu ya ku sê zarokên wê di refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dan, bi salan di girtîgehê de ma, kêfxweşiya xwe ya ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û got: “Li dijî van êşan hêviya ji bo aştiyê min li piyan digre.”
-

Hestên di Quncikê ‘Bîranînên Bendavê’ de diherikin pêşerojê
Gotinên ku wek nîşaneya hestên hesret, dilsozî û welatparêziyê ne, di quncikê ‘Bîranînên Bendavê’ de kom bûne. Di vî quncikê watedar de peyamên hevrêyan ji bo hev dane, dayîkan ji bo zarokên xwe dane, hene.
-

‘Peyama Rêber Apo ji bo jinê û civaka Êzidî vejînek e’
Endama Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ Sûham Şengalî diyar kir ku naskirina fikir û ramanên Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî bi taybetî ji bo jinên Êzidî bûye vejîn û cejneke nû û banga xwedîderketina li peyama Abdullah Ocalan kir.
-

‘Banga Birêz Ocalan derfeteke dîrokî ye’
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana da zanîn ku êşa komkujiya Halepçeyê hîna tezeye û wiha got: “Ji bo dawî li komkujiyên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bê anîn, banga Birêz Ocalan derfeteke dîrokî ye.”
-

Kesên di komkujiya Helebceyê de hatin qetilkirin li Mexmûrê hatin bibîr anîn
Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya 37’emîn salvegera komkujiya Helebceyê kesên hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.
-

Pêkhateyan li dijî danezana destûrî ya Sûriyeyê meşiyan
Pêkhateyên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, kampa Waşokanî û Serêkaniyê bi meşek li ber bargeha Koalîsyona Navnetewî “Danezana Destûrî” ya ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve hat îmzekirin şermezar kirin.
-

Li Silêmaniyê bîranîn komkujiya Helebce
Li Silêmaniyê ji aliyê Komeleya Hunera Milî ya Kurdistanê ve bi dirûşmeya ‘Şehîdên xwe ji bîr nakin’ Komkojiya Helebce bi merasîmekê hate bîranîn.
-

Tulay Hatîmogullari peyama Abdullah Ocalan gihand Elewiyan
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de peyama Abdullah Ocalan gihand Elewiyan û got: “Elewî di dilê pêvajoyê de ne.”